Li Dêrazorê çanda teşîrêsiyê nifş bi nifş didome

Li kantona Dêrezorê teşîrêsî, yek ji hunera nasnameya çandî ya herêmê îfade dike. Ew parçeyek ji dîroka herêmê ye û ji aliyê nifşan ve bi şêwazên cuda tê parastin.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Jinên kantona Dêrazorê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya niha jî pîşeya çêkirina hiriyê diparêzin. Tevî hebûna pêşbaziya pîşesaziyê û berhemên hazir ên li sûkan jî ev pîşe heye û tê parastin. Ji hiriyê çêkirina berheman yek ji kevintirîn berhemên dîrok û çanda gelê Dêrazorê ye û piraniya wê di nava malan de tê çêkirin. Jinên herêmê berpirsyar in ku hiriya pez amade bikin û bi teşiyê birêsin bikin benên qalind ên cuda.

Çend caran wê benê dikşînin û dizivrînin heya ku digihîje qalindiya ku tê xwestin. Her wiha ji bo rengdayîna hiriyê, madeyên siruştî, ava hinaran tevli biharata kîmyonê tê kirin piştre tê kelandin da ku rengê wê saxlem bimîne.

Di demsala biharê de dest bi jêkirina mûyê pez ango hiriyê dikin

Jêkirina hiriya pez di demsala biharê de dest pê dike. Bi meqesê hirî tê jêkirin dûre jin dest bi bikaranîna amûrek bi navê moxfal tê zanîn dikin. Ew amûreke kevnare ye ji bo jihevderxistina hiriyê tê bikaranîn, şûştin û paqijkirina hiriyê hêsantir bike. Amûra çerx an tîrêj jî ji amûrên bingehîn ên çêkirina hiriyê ne û gelek caran jî ew ji dar tên çêkirin. Her wiha ji bo bikaranîna wê hêsan be ew bi rengekî dorvekirî tê qutkirin.

Hemda El-Husên El-Salih yek ji wan jinan e, di teşîrêsiyê de şareza ye dibêje: “Em pêşî mûyên pez dixin nav amûreke ku bi navê bi duk tê zanîn. Ew jî parçeyek ji darê ye, serê stûnê bi hesinekî weke çengelê ve ji bo lêdanê diqede, bi dawî dibe. Heta ku têl li dora wê kom bibin tê gerandin, piştre dest li dora wê dizivirînin ku têlan çêkin. Ev pêvajo jî jêhatîbûn û rastbûnê dixwaze.”

‘Ji hiriyê nivîn tên çêkirin bi teşiyê jî bi hiriya ku dibe ta tej xalîçe û cil tên çêkirin’

Hemda El Husên El Salih der barê pêvajoya çêkirin û amadekrina berhemên hiriyê de wiha got: “Destpêkê hirî bi awayekî baş tê şûştin ji bo paqijkirinê. Piştre tê weşandin ji bo ku beriya zuha bibe ji hev bikeve. Hiriya ku paqij bûye û hatiye weşandin ji bo nivînên malê, tej û teşîrêsiyê tê amadekirin.

‘Teşîrêsî pira di navbera nifşan de ye wan digihîjîne hev’

Hemîda El Husên El Salêh girîngiya parastina teşîrêsiyê wiha tîne ziman: “Teşîrêsî beşeke bingehîn ji mîrateya çandî ya herêmê ye û ev hunera kevnar nifş bi nifş didome. Ev berhem sembol û wateyên jiyana civakê nîşan didin. Ne tenê riyeke ji bo peydakirina debara jiyanê ye. Ew pirek e ku nifşan digihîjîne hev û hesta xwedîbûn û serbilindiya bi nasnameya çandî zêde dike. Em jin li taxek kom dibûn û me bi hev re hiriyê dirêsa, di wan kêliyan de têkiliyên civakî yên di navbera me de xurt dibûn. Her wiha me helbest li ser karînên xwe yên rêsandin û çêkirina hiriyê dinivîsand.”

Hemda El Hisên El-Salêh di dawiya axaftina xwe de got: "Bi veguhestina pîşeyên wiha ji nifşên pêşerojê re, em ê berdewamiya vê mîrateyê misoger bikin. Her perçeyek ku ji hiriyê tê çêkirin di hundurê xwe de çîrokek vedibêje, bîranîn û çandê heq dike û divê ku ji bo nifşên pêşerojê were parastin.”