Li Yemenê girtiyên jin piştî serbestberdanê jî rastî gelek zextan tên

Girtiyên jin li Yemenê piştî ku serbest tên berdan, bi zextên civakê û malbatê re rû bi rû dimînin.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Girtiyên jin li Yemenê piştî ku cezayê wan bi dawî dibe jî ji girtîgehê dernakevin ji ber ku malbatên wan pêşwaziya wan nakin û gefa qetilkirinê li wan dixwin, gelek girtiyê jin piştî derketina ji girtîgehê berê xwe didin stargehan.

"Ne ji stargehê bûya min ê hemû jiyana xwe di girtîgehê de derbas bikira"

Sefa Salih a 28 salî diyar kir ku piştî cezayê wê bi dawî bûye malbata wê qet pêşwaziya wê nekiriye ji ber vê yekê wê û her du zarokên xwe berê xwe dan stargeha ku li bajarê Taizê başûrê rojavayê Yemanê hatiye avakirin û wiha domand: "Piştî bidawîbûna cezayê min, ji ber ku malbata min pêşwaziya min nekir, ez di girtîgehê de mam. Hevjînê min gelek tometên ne rast li min kirin û ji ber vê yekê ez hatibûm girtin. Rojane ez ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê dihatim. Niha jî malbata min gefa qetilkirinê li min dixwe lewma ez ji tirsê ji stargehê dernakevim. Ne ji stargehê bûya min ê hemû jiyana xwe di girtîgehê de derbas bikira. Ez hêvî dikim ku çavkaniyek dahatê bibînim da ku bikaribim jiyana xwe ji nû ve ava bikim û zarokên xwe mezin bikim. Serxwebûna aborî azadiya jinan misoger dike."

"Piştî bombebarana girtîgeha jinan Navenda Parastin û Rehabîlîtasyonê hat avakirin"

Rêvebera Navenda Parastin û Rehabîlîtasyonê Sebah Racih da zanîn ku di sala 2020'an de piştî ku girtîgeha navendî ya jinan hatiye bombebarankirin û gelek girtiyên jin birîndar bûn, hin ji wan jî di dundirê girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan, Navenda Parastin û Rehabîlîtasyonê (stargeh) hat avakirin û wiha lê zêde kir: "Piştî ku girtîgeh hat bombebarankirin, me dît ku girtiyên jin hene cezayê wan bi dawî bûye lê ji ber ku cihekî ewle nedîtine, tercîh kirine ku di girtîgehê de bimînin. Ji ber vê yekê me ev stargeh ji bo wan ava kir. Piştî derketina girtiyên jin ji girtîgehê malbatên wan, ew qebûl nekirin. Piştî bombebarana girtîgeha navendî, navendê pêşwaziya 23 jinan kir ku hinek ji wan vegeriyan gel malbata xwe û hinek ji wan jî di navendê de hatin perwerdekirin û bihêzkirin.

"Piraniya girtiyên jin ji aliyê malbatên xwe ve rastî gefên qetilkirinê tên"

Parêzer Neda El-Şewafî destnîşan kir ku jin ji ber zextên civakê tevî bidawîbûna dema darizandinê jî di girtîgehê de dimînin, ev yek azadiya wan asteng dike û wiha pê de çû: "Dema ku em bi riya Yekitiya Jinên Yemenê re diçûn girtîgehan, me didît ku girtiyên jin hene cezayê wan bi dawî bûye lê nehatine berdan ji ber ku malbatên wan nehatibûn pêşwaziya wan. Piraniya jinan piştî ketina girtîgehê ji aliyê malbatên xwe ve rastî gefên qetilkirinê tên."