Li Xezayê Komeleya Ayşa ji bo alîkariya mexdûrên tunditujiyê xizmetan pêşkêş dike

Koordînatora Projeyan li Komeleya Ayşa, Hanîn Muhanna destnîşan kir ku komeleya wan hewl dide pirsgirêkên jinên ku serdana wan dikin fêmbike û astengiyên ku pê re rû bi rû dimînin nas bike da ku ji bo wan çareseriyên guncav biteyisîne.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Hebûna kampanyayên li dijî tundiyê li ser bingeha zayendî pêwîstiyeke bingihîne li hemberî civakên ku zihniyeta baviksalarî lê serdest e û di nava wê de tundî li dijî jin û zarokan aktîf e.  Komeleya "Ayşa" bi rêya kampanyaya xwe ya li dijî tundiyê hewl da ku hawîrdorek piştgiriyê ji bo mexdûrên tundiya zayendî peyda bike û hevkariyê ji kesên ku serdana wan dikin pêşkêş bike û pêvajoyek perwerdehiyê biafirîne.Koordînatora projeyê di komeleyê de Hanîn Muhanna ji ajansa me re axivî û diyar kir ku xebatên kampanyayên li dijî tundiyê li ser bingeha zayendî di tevahiya salê de bi çalakiyên cur be cur berdewam dike.  Her wiha bi armanca hişyarkirina van mijaran û pêşxistina mekanîzmayên parastin û piştgiriya mexdûrên wê ev komele karên xwe bi rê ve dibe piraniya komên ku vê piştgiriyê werdigrin jin, jinên ciwan û zarok in.

“Kampanya 2021’an destpêkir, dê heya 2023’an dewam bike”

Hanîn Muhanna di pêşveçûna axaftina xwe de bal kişand li ser avakirin û erkên komeleya  "Ayşa" û wiha domand: “Di çarçoveya pirojeya parastin û piştgiriya jinên ku ji tundiyê rizgar bûne me xebatên xwe dane meşandin. Ji xwe kampanya me ji Çileya Paşîn a sala 2021`an dest pê kir û dê heya Kanûna Pêşîn sala 2023`an berdewam bike.  Divê kampanya de çendîn çalakî hatin lidarxistin, weke ji bo komek ji ciwanên zanîngehê pêkanîna perwerdeyên hişyarkirina têgeha tundutujiyê, metirsiyên wê û bandorên wê li ser civakê.  Her wiha ji bo pêkanîna çalakiyên cur be cur bi mebesta ronîkirina pirsgirêkên jinên ku serdana me dikin bi Wezareta Pêşkeftina Civakî, bi polîs re û navendên ku xizmetên stargehê ji bo zarokên pêşkêş dikin me pêwendî xurtkirin. Piştî ku çareserî ji zarokan re tê peyda kirin, piştî 11 saliya xwe ji pêşkêşkirina xizmetguzariyê dûr dikevin.

“Karên ku tên meşandin li ser malpera civakî tên parve kirin”

Hanîn Muhanna anî ziman ku ew peyamên ku di derbarê tundiyê de didin li ser medya civakî de jî parve dikin û got: “Em peyamên ku di derbarê tundiya li ser jinan de didin civakê, li ser medya civakî jî parve dikin. Her wiha em divê kesên ku nasnekin têkilî deynekin da ku ji tundiyê dûr bikevin. Dema borî mijara şantajê derket, ji bo ku em jinan divê warî de zane bikin me wan perwerde kir û me encam girt. Mijarên wiha dema derdikeve divê jin netirsin û hişyar tevbigerin. Her wiha kampanya me têgeha tenduristiya zayîn û zayendî da jinan da ku pirskirêkên ku dijîn hişyarbin. Komale gelek grafîkên vîdeoyê di derbarê şantaja elektronîk de, ji bo ku di medyaya civakî de parve bike amade kir. Her wiha li ser radyoyan jî li ser mijara tundiyê û girîngiya kampanyayê parvekirin çêbûn. Di heman demê de mekanîzmayên parastin û kesên ku ji tundiyê rizgar bûne, çalakiyên cur be cur li dar dixînin. Ev kampanya li gorî hewcedariyên jinên ku rastî tundiyê tên, bi gelek awayan bi komaleyê re dikevin têkiliyê. Kesên ku rastî tundiyê tên serdana komaleyê dikin û em rewşan dişopînin û giliyan werdigirin. Jinên ku rastî tundiyê tên, em li ser gmail û jimarê jî bi wan re dikevin pêywendiyê ku me kesek taybet amadekiriye bersiva wan bide. Herî dawî jî ez teqez dikim ku komale xizmetên pir beşan pêşkeşî jinan dike. Her wiha em piştevaniya derûnî, civakî, yasayî û dozên ku red dikin werin saziyê danûstandinê dikin.”