Li Idlibê nexweşiya kolerayê

Gelek jin û zarokên ji erdhejê rizgar bûne û penaberên li kampên Bakurî Sûriyeyê di metirsiya nexweşiya kolerayê de ne ji ber erdhejê îhtîmala vê nexweşiyê heye tevî gelek diyardeyên xizmetguzarî, tendirustî û jiyanî

HADEEL AL-OMAR

Idlib- Zêdebûna serjimêriya gel bi awayekî zêde li herêmên kampên tevlihev û dûr her wiha ji ber tunebûna rêbazên parastinê û dermankirinê, îhtîmala belavbûna nexweşiya kolerayê bi xwe re tîne.

Du zarokên wê bi nexweşiya kolerayê ketin

Meryem El-Tahêr a 33 salî ji ber erdhejê penaberî bajarokê Atma yê bakurê Idlibê bûye. Herdu zarokên wê Mihemed ê 8 salî û Rayêd ê 6 salî bi awayekî giran bi nexweşiya kolerayê ketine ji ber ava destavan a vekirî di nava kampan de diherike dibe sedema vê nexweşiyê.

Meryem El-Tahêr dît ku ji nişkave rewşa herdu zarokên wê xirab bûye ketine tayê, vereşîn, êşa movikan û can giştî tevî zikêşê. Dema ku wan bir doktor diyar bû ku ew zarok bi nexweşiya kolerayê ketine. Ji tirsa belavbûna nexweşiyê ji bo hemû malbat pê nekeve doktor herdu zarokan li navendeke taybet bi nexweşên kolerayê re hiştin ji bo demekê tê de derman bibin.

Sedema sereke ya pêketina zarokan bi kolerayê nêzikbûna konê wan ên qumaş ku hewayê derbas dike û ji ava destavê ya vekirî ye. Ji ber tunebûna ava paqij û xizmetguzariyan  di kampê de bi taybetî piştî erdhejê neçar man ava qirêj bi kar bînin.

Li kampê ji ber ava qirêj nexweşiya kolerayê belav dibe

Meryem El-Tahêr diyar dike ku nexweşî di kampê de belav dibe, piştî çar zarokên din jî pê ketine, bêyî tu tedbîr, çareserî yan girîngiyê bidin rewşa kampê ya metirsîdar ji ber ku ev nexweşî bi lez di nava malbatan de belav dibe.

Rêxistinên mirovî yên li Idlibê hişyarî der barê kareseteke mirovî de dikin. Didin zanîn ku piştî rûxîna bineszaiyê û torên avê û avdestan ji ber erdhejê encam daye, hejmara bêketina bi nexweşiya kolerayê gihîştiye 568 bûyeran û 21 kes jî bi vê nexweşiyê mirine.

Ji erdhejê rizgar bû lê bi nexweşiya kolerayê ket

Xezal El-Besas ya 28 salî bi van gotinan rewşa xwe şîrove dike: “Ez ji erdhejê rizgar bûm lê ji nexweşiyê na.” Ew jî penaber e li kampa Kefer Losîn a li Bakurê Idlibê, kêmtirî du hefteyan piştî penaberiyê ew bi kolerayê ketiye.

Xezal El-Besas der barê rewşa kampa piştî erdhejê tê de dimînin de dibêje: “Av ne paqij e û ava destavan a servekirî di nabera konan re derbas dibe. Ew rewşên trajîk ji bo jiyana bi hezaran penaberan û zarokên wan kampên tevlihev û dûr xeterên mezin bi xwe re tine.

Piştî Xezal El-Besas bi kolerayê ket, malbata wê çû kampeke din ji tirsa ku hevjîn û zarokên wê jî pê bikevin. Diyar dike ku ji ber malên wan di erdhejê de hilweşiyane neçar mane  li kampan bimînin.