Li Idlibê jin dibin qurbaniyên xeletiyên bijîşkî

Jinên Idlibê ji ber xizanî û koçberiyê êşê dikşînin û gelek ji wan dibin qurbaniyên xeletiyên bijîşkî, hinek ji wan hêviya xwe ya başbûnê winda dikin yan jî bi seqetiyeke mayînde derdikevin.

LÎNA El-XETÎB

Idlib - Gelek jin li Idlibê bûne qurbaniyên xeletiyên bijîşkî yên ku bi berdewamî li nexweşxane û nuqteyên bijîşkî dubare dibin ji ber xemsariyê, ezmûna nebaş, an jî xeletiyên di danûstandina bi alavên bijîşkî re.

Roja 4'ê Tîrmeha 2021'an Fatima Mustefa Nûh a 35 salî li bajarê Idlibê ji ber xeletiyeke bijîşkî li nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest da.

"Xebatkarên neştergeriyê parçeyek qumaş di zikê wê de ji bîr kiribûn"

Yek ji mirovên Fatima Mustefa Nûh, Ayişa Nûh wiha got: "Fatima ku dayika sê keçan e, piştî sezarî bêyî ku sedema wê bizanibe, di zikê xwe de êşeke giran kişand û dema ku bi doktor re şêwirî wî biryar da ku wê emeliyat bike, lê êşa zikê wî dîsa vegeriya û girantir bû. Piştî ku bijîjkan biryar dan ku laparotomiyek pêk bînin, ji bo ku sedema êşa ku bi qurbanê re du salan dirêj kir kifş bikin, wan perçeyek qumaşê ku bi gelemperî di dema emeliyatê de xwînê zuwa dike, ku xebatkarên neştergeriyê piştî sezerî di zikê wê de ji bîr kiribûn, dîtin. Bijîşkan tekez kirin ku ew qumaş di encama mayîna xwe ya dirêj di zikê qurbaniyê de bi mada wê ve zeliqiye û bûye sedema enfeksiyonên giran û dema ku hewl didin jê derxin, mada wê qul bûye û ji ber wê Fatima Mustefa Nûh jiyana xwe ji dest da."

"Piştî welidandina keça xwe bi sezeryenê min şiyana xwe ya ducaniyê winda kir"

Sena El-Muelim ku dayika zarokekê ye diyar kir ku piştî welidandina keça xwe bi sezeryenê şiyana xwe ya ducaniyê winda kir û wiha got: "Piştî sezeryenê, xwînrijîna giran li min derket û bû sedema hîsterektomî û bi vî awayî min şiyana xwe ya ducaniyê winda kir. Min giliyê qanûnî li dijî doktora ku min emeliyat kiriye nekir, ji ber dirêjî û tevliheviya prosedurên dozê di vê çîna dozan de. Cihê mixabiniyê ye ku nexweş ji bo dermankirinê diçe nexweşxaneyeke taybet yan giştî û ew wek cenazeyê, yan bi seqetiyeke daîmî, yan jî bi ziyaneke zêdetir ji birîna xwe ya berê, jê derdikeve."

"Ji ber xeletiyek bijîşkî min fetusê xwe winda kir"

Wîam El-Bekûr a ku di dawiya sala 2020'an de ji ber xeletiyek bijîşkî fetusê xwe winda kir, wiha anî ziman: "Piştî ducaniyê, min dest bi seredana jinekologek li bajêr kir û her carê wê ji min re digot ku rewşa fetusê baş e, di meha dawîn a ducaniyê de wê ferq nekir ku rewşa fetusê ne baş e û ev yek bû sedem ku min fetusê xwe windar kir."

"Ji ber xeletiya bijîşkî min çavekî xwe winda kir"

Ola El-Seraqbî ya ku ji ber xeletiya bijîşkî pispor çavekî xwe winda kir wiha got: "Min çavê xwe yê rastê emeliyateke hêsan kir û piştî emeliyatê min di çavên xwe de êşek bi sorbûnek giran hîs kir û min çavê xwe winda kir. Niha ez qet bi çavê xwe yê rastê tiştekî nabînim. Min berê xwe da doktorê ku bû sedema xeletiya bijîjkî, lê wî înkar kir û min sûcdar kir ku ez rêwerzên wî naşopînim û dermanan rast naxwim."

"Sedem sextekirina sertîfîkayên bijîjkî, hemşîretî an dermanxaneyê"

Derbarê metirsiyên xeletiyên bijîşkî de, Dr. Nûr El-Dexîm wiha anî ziman: "Xeletiyên bijîşkî pir zêde bû ne, ji ber sextekirina sertîfîkayên bijîjkî, hemşîretî an dermanxaneyê. Hejmareke mezin ji bijîjkên jêhatî û pispor derketine derveyî welat."