Li Idlibê her ku diçe tundî li dijî jinan zêde dibe

Tundiya nava malê êşa jinan li Idlibê zêdetir dike, nemaze jî nebûna hişmendiya civakê û rêgiriya qanûnî û serdestiya urf û kevneşopiyên ku rê li ber jinan digrin ku mafên xwe yên herî kêm bi dest bixin rewşê girantir dike.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Bi nêzikbûna Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan çalakiyên ku 25’ê Mijdarê dest pê dikin heta 10’ê Kanûnê didomin, li seranserê cîhanê kampanyayek 16 rojan tê lidarxistin. Tundiya li ser jinan li Idlibê her ku diçe zêde dibe. Êrîşa li ser jinan ji aliyê zayendî ve dibe sedema zirar û êşa fizîkî, zayendî û derûnî. Jinên li Idlibê ji ber şîdeta ku dibînin diyar dikin ku baweriya wan bi roj û kampanyayan nemaye.

Roa El-Zîr a 20 salî ku ji bajarokê Merşûrîn ê Idlibê koçber bûye û li kampên Sarmeda dimîne diyar kir ku ew rojane ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê tê û wiha pê de çû: “Ji ber tundiya ku li min tê kirin ez gelek caran êşa pişt û serî dikşînim û her wiha du caran jî dema ez ducanî bûm zaroka min ji ber min çû. Ez nikarim tiştekî bikim ji ber ku ne malbat û ne jî kesek heye piştgiriya min bike. Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan ji bo min tu wateyek wê nîn e lewre min ji tu sazî û dezgehek heta niha piştgiriyê nedîtiye.”

Ji ber ku şîdet didome baweriya jinan bi çalakiyên 25’ê Mijdarê tune ye

Fîda El-Sebûh a 22 salî jî da zanîn ku piştî sal û nîvek zewaca wê ji ber tundiya ku hevjînê wê û malbata wî lê kirine biryara hevberdanê daye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbûm ve rastî tundiya fizîkî û devkî dihatim. Ez bi tu çalakiyên cîhanî yên ji bo Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan bawer nakim. Ji ber ku tundî bûye çandek baviksalarî û ji ber tunebûna rêgirî û kontrolê her ku diçe zêdetir dibe.”

‘Tevî lêdanê jî her car ji bo zarokên xwe vedigerim malê’

Lumna El-Bejrî ya 33 salî jî got ku ew li ber çavên zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe ve rastî lêdan û heqaretê hatiye û ji ber wê jî gelek caran ji malê derketiye û wiha anî ziman: “Lê her car ji bo zarokên xwe biryar didim vedigerim malê dîsa, ji ber ku dema ez daxwaza hevberdanê bikim wê hevjînê min, zarokên min ji min bigre. Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan tu feydeyek ji me re neaniye.”

Şêwirmenda derûnî Ehlam El-Hesenî ya 36 salî da zanîn ku zêdebûna tundiya li ser jinan li Idlibê bi zêdebûna xizanî û nexweşiyên derûnî ve girêdayî ye û wiha got: “Divê rola rêxistinên civaka sivîl bê aktîfkirin û piştgirîkirin da ku tundî û encamên wê kêm bibin bi xurtkirina kampanyayên hişyarkirinê pêwîst e da ku jin mafên xwe nas bikin.”