Li Filistînê Kampanyaya “Ji tundiyê re hincet nîne”

Kampanyaya "Ji tundiyê re hincet nîne" ku ji aliyê Navenda Karûbarên Jinên Filistînê ve hatiye destpêkirin, hewl dide dengê jin û keçên ciwan ku rastî tundiyê hatine bigihîne peyîwendîdaran.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Tundiya li ser jinan binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e û encamên wê yên giran hene ku ne tenê bi jinan re sînordar e, bandorê li tevahiya civakê dike. Ji ber ku tundutujî çand, ol, welatek yan jî çînek civakî nas neke, diyardeyeke giştî ye û ji bo têkoşîna li dijî wê, divê xebatên saziyên navneteweyî ji bo bilindkirina dengê jinan û parastina wan ji tundiyê bên xurtkirin. Beriya mehekê Navenda Karûbarên Jinên Filistînê bi hevkariya Komeleya Eyşe ya Parastina Jinan, Lênêrîna Zarokan û Yekîtiya Komîteyên Karên Tenduristiyê di çarçoveya projeya kêmkirin û bersivdayîna li dijî tundiyê de kampanyaya "Ji tundiyê re hincet nîne" dabû destpêkirin, ku armanca wê bilindkirina dengê jinan û keçên ciwan yên rastî tundiyê hatine.

“Tundiya li ser jinê bangorê li deruniya zarokan dike”

Derbarê encamên kampanyayê de rêvebera Navenda Karûbarên Jinan derunas Selma El-Swerkî got: "Encama herî diyar a destpêkirina kampanyaya ‘Ji tundiyê re hincet nîne’ zêdebûna rêjeyên tundiya ku jin li Xezayê rastî tên ji ber derketina pandemiya korona ku zordar neçar kir ku tevahiya rojê li malê bimîne. Nebûna çavkaniya dahatê û rewşa xirab a aborî ku ji ber dorpêça ferzkirî û bermahiyên şer heta roja îro xirab bûye. Eger zarokek li ser dîmenê ku dayika wê rastî tundiyê tê mezin bibe dê bandor li deriya wan bike û nikare bi tendurist mezin bibe.”

“Niha jî amadekariya kurtefilîmekê li ser mijarê tê kirin”

Têkildarî mekanîzmayên ku ji bo kêmkirina şîdetê tên bikaranîn jî Selma El-Swerkî ev tişt got: "Armanca kampanyayê kêmkirina şîdetê û bilindkirina hişmendiya jinan bû. Ji wan tedbîrên ku hatin şopandin, xebatên Twitterê ya li ser medyaya civakî û amadekirina spotên radyoyê ji bo têkoşîna li dijî tundiyê bû. Em di pêvajoya weşandina kurtefîlmekê de ne û gelek peyamên nivîskî ji jinan re bişînin ku gelek mijarên ku bi wan re rû bi rû ne dinirixîne ew jî di rêya beşên radyoyê û civînên hişyariyê de dikin û gihandina biryarderane. Em wek Navenda Karûbarên Jinan me karî bi rêya rûpelên xwe yên tora civakî û rûpelên navendê li hemû malperên medyaya civakî vê kampanyayê çalak bikin.”

Selma El-Swerkî bal kişand ser wê yekê ku pirojeyê 200 jinên ji hemû herêmên Xezayê kir armanc û wiha lê zêde kir: "Me girêdayî mijarê gelek çalakiyên cuda kirin, di nav de danişînên piştgirîya derûnî jî heyî. Heta niha 40 jinan piştgirî wergirtine. Zêdetir jî piştgirîya civakî û yasayî ku di dayîna şêwermendiya yasayî û nûneratîya di dadgehan de tê temsîlkirin e. Ji aliyek din ve, em beşdarî piştevaniya jinan di rêya bihêzkirina aborî de bûn ku rê dide wan ji bo peydakirina fînansê ji bo avakirina projeyên xwe yên biçûk, di hewlekê de ji bo başkirina rewşa xirab û kêmkirina tundiya li ser jian."

“Ez ji aliyê hevjînê xwe û malbata wî ve rastî her cure tundiyê hatim”

Jina bi navê M.D. a 26 salî jî têkildarî vê xebatê wiha dibêje: "Ez zewicî me û dayika 3 zarokan im. Ji aliyê hevserê xwe û malbata wî ve rastî her cure tundiyê hatim. Hevserê min bêkar e, nexweş e û madeyên hişbir bikardîne. Ji giraniya tundî û lêdanan ku li min hat kirin, ez çûm Navenda Karûbarên Jinan û min rûniştinên desteka derûnî wergirt. Piştre tevlî dewreyên şêwirmendiya zewacê bûm, heya ku bûm xwedî hêz û min pîşeyek bidest xist. Min çenteyek parastinê ku tê de hemû hewcedariyên di dema êrîş li min tê kirin de hene bi dest xist."

“Bi pirojeyên biçuk debara zarokên xwe dikim”

Jinekdinê ya nexwest navê xwe aşkere bike H.A ya 49 salî jî li parêzgeha bakurê Xezayê dijî û dayika 8 zarokan e, wiha got: "Ez û zarokên xwe gelek caran ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê hatin. Ji xwe madeyên hişber bikar tîne. Heta carekê benzîn li ser me de rijand dê agir bi me xista. Vê dawiyê min berê xwe da Navenda Karûbarê Jinan ji bo wergirtina ewlehî û parastinê. Çend caran min alîkariyên darayî ji bo pêşxistina projeyan wergirtin. Min vê dawiyê projeya xwedîkirina mirîşkan vekir. Piştî ku min fînans wergirt hat pêşxistin û niha ez û zarokên xwe ji hevserê xwe veqtiyane û di xaniyek cuda de dijîn. Bi keda xwe debara zarokên xwe dikim û pêdiviyên wan bi cih tînim."