Jinên ku destvala ji sûkê vedigerin dibêjin ku wiha nabe!

Krîza aborî ku bi pêvajoya pandemiyê re kûrtir dibe, hem hilberîner hem jî xerîdaran bi neyînî bi bandor dike. Jinên li sûkê pêdiviyên xwe dikirin, dibêjin ku bihayê her tiştî li gorî berê zêde bûye û bi gotinên "Mirov nikare nan bîne mala xwe" bertek nîşan didin

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK) di çarêka yekem a îsal ( Çilê- Adar) encamên hilberîna navxweyî (GSYH) eşkere kir. Li gorî vê pêşbîniya GSYH’ê, wekî endeksek helqeyên zincîrê, di çaryeka ewil a îsal de li gorî sala berê ji sedî 7 zêde bûye. Dema daxuyaniya zêdebûna ji sedî 7 li ser medyaya civakî dibe mijara pêkenokê, jinên ku haya wan ji zêdebûna bihayê tiştan tune ye dema diçin sûkê neçar dimînin ku destvala vegerin malên xwe. Jin ji zêdebûna biha û bêkariyê gilî dikin.
"Bihayê her tiştî bûye çar qat" 
Li sûka Duşemê ya li navçeya Rezanê hat damezrandin, em pêşî mîkrofona xwe dirêjî Cahîde Alkiş dikin ku bi du torbeyên di destên xwe de îsotan hildibijerê. Cahîde diyar kir ku berê dema dihatin sûkê bi 20 hezarî têra xwe tişt dikirîn lê di sê salên dawî de sûka bi 100 hezarî tenê çend tiştan dibin mala xwe. Cahîde dibejê ku ji ber bihayê zêde, mirov nikare biçe sûkê  û wiha dibejê: “Kîloyek bacanê sor berê hezar tl. bû, niha 7 hezar e, kîloya xiyarê berê hezar tl. bû, niha 5 hezar e. Bihayê wan 4 qat zêde bûye. Gelê me perîşan bûye. Hem kar tune ye hem jî ev nexweşî wekî hincet bi kar anîn, qedexe kirin. Mirov nikare biçe sûkê, her tişt biha bûye. Ne kar  heye ne jî meaş. Her roj bihayê tiştan zêde dibe. Ev yek dê heta ku derê biçe?”
"Mirov nikare nan bibe mala xwe" 
Cahîde ya ku dibejê li welat mirovên ku têr in, mirovên birçî naynin bîra xwe jî bi van gotinan bertek nîşanî rewşa heyî dide: “Ez îro du tûrikan dibim malê. Hin kes hene ku nikarin nanek  jî bibin malê. Ew mirovan ber bi birçîbûnê ve dibin. Ew ji bo butçeya xwe mirovan birçî dihêlin. Ev yek dê heya ku derê biçe? Mirin heye; rojek her kes dê bimre lê bila gelê me têr be. Bila Mirovên birçî û xizan tunebin. Mirovên di xaniyên kirê de ne dikarin kirêya xwe bidin ne jî nan bikrin. Bi rastî her tişt pir zehmet ê.”
“Em tên bazarê li destvala diçin malên xwe” 
Şefika Erkan, jinek din a li bazarê jî dibêje ku divê bihayê tiştan kêm bibin. Şefika got; “Berê li sûkê her tişt erzan bû, niha her tişt pir biha ye. Mirov xizan in, ne xwediyên statuyê ne û nikarin tiştek bistînin. Her kes bêkar e, her kes li malê dimîne. Qe ne nebe ez dikarim hinek tiştan bikrim lê gelek kesek nikarin tiştek bikrin. Divê bihayê her tiştî kêm bikin da ku her kes karibe xwarinê bibe mala xwe. Em tên sûkê lê destvala diçin malên xwe. Em ji her tiştî kîloyek distînin. Li malê gelek nifûs  heye tiştên ku ez dikrim têra kesê nake.”
"Me duh sê kîlo dikirî, îro kîloyek" 
Jinek din a bi navê Ayşe Yildirim jî li ser rewşê wiha dibêje: “Berê hêza kirîna me zêdetir bû, lê niha pir kêm bûye. Hûn ê bibêjin çima, ji ber ku hem mehaneya me ya teqawidiyê kêm e, hem mûçeyên karmendan kêm in lê bazar pir giran bûye. Ji ber vê yekê rewşa aborî pir lawaz e. Tiştên ku me berê du-sê kîlo dikirî, îro em dikarin tenê kîloyek bistînin. Ji ber ku nifûsa min kêm e, ez bi qasî ku ji destên min tê dikrim lê malbatên ku nifûsa wan zêdetir e hêza kirînê hîn kêmtir ê.”
"Pêwîst e piştgiriyê bidin mirovan" 
Elîf Bilmez a ku tiştên li sûkê dikire, destnîşan dike ku ji ber qeyrana aborî ew ji hêla aborî ve bi bandor bûne û wiha dibejê: “Em tiştên ku pêdiviyên sereke ne dikrin. Mînak zebêş derketiye lê me hêj nekiriye, em li benda kêmbûna bihayê wê ne. Ev rewş li gorî butçeya her kesê tê guhertin. Divê hikûmet teqez li dijî vê piştgiriyê bide cotkaran. Divê ji bo cotkaran di her warî de piştgirî were dayîn. Ji ber nexweşiya pandemiyê, mirov li malê diman, mirovên bê meaş û yên ku hatina wan tune ye, di vê pêvajoyê de bê piştgirî man. Pêwîst e mirov piştgiriyê bigrin û bi rengekî debara malên xwe bikin, ev pêvajo dê bi vî rengî berdewam neke.”