Ji ber ku destdirêjiya li ser zarokan tê veşartin sûcdar nayên cezakirin

Her dem di medyaya herêmî û malperên medyaya civakî yên li Iraqê de bûyerên trajîk ên destdirêjî û kuştina zarokan hene. Zarok ji aliyê kesên mirovên wan an cîranên xwe ve tên kuştin û rastî destdirêjiyê tên.

XUFRAN ELRADÎ
Bexda- Hin çîrok hene ku bûne beşek ji bîranîna kesên ku hatine tacîzkirin. Piştî tacîza zayendî, devkî, bedenî pêvajoyeke dijwar jiyane. Ajansa me bi gelek jinan re hevdîtin kir. Diyar bû ku tacîza li wan hatibû kirin bûbû di gelek mijaran de li pêşiya wan bûbû asteng.
N.O ya 22 salî ku dayika zarokek 3 salî ye, her dem li gel keça xwe ye û deqeyek bi tenê jî keça xwe bi tenê nahêle. Ji ber tirs û fikarê keça xwe bi tenê nahêle û hewl dide wê ji tacîzê biparêze. Li ser vê yekê dibêje: "Min wateya tacîzê fam nedikir lê her dem min xwe ji cîranê xwe yê temenê wî mezin diparast. Dema ku ez diçûm marketa wî ji bo tiştan bikirim, min xwe ji wî dûr dixist lewre wî her dem zarok tacîz dikirin. Ez jî yek ji wan zarokan bûm. Min ji 5 saliya xwe ve êşa wî dikişand, heta bûm 9 salî cîranê me yê pîr ê tacîzker wefat kir ez jê xilas bûm."
Derbarê tiştên ku di zaroktiya xwe de pê re rû bi rû maye, êş û tacîza li dijî xwe de dibêje: "Tirs û nerehetî, di her bûyerê de bi min re çêdibû, min fam nedikir çi bi min re çêdibe tenê min hîs dikir ku tiştekî ne rast tê serê min, min newêrîbû ji dayik û bavê xwe yan xwişk û birayên xwe re bibêjim, ji tirsa ku ew hêrs bibin, ez nizanim çima min xwe tewanbar dikir?” 
Ji ber bandora bûyerê nezewicî
Li ser bandora wê zarokatiya trajîk a li ser jiyana wê çêbûyî jî dibêje: "Ew ji min re bû sedema tirsa pir mezin. Min her dem xwe bêbawerî hîs dikir. Ji ber wê ye ku îro li ser keça xwe pir ditirsim û li ser hewcehiya parastina wê ji her tiştê ku zerarê dide difikirim."
Li aliyê din em dibînin ku hin bûyerên tacîzê hene bi awayekî veşartî dimînin û dê û bav eşkere nakin ji tirsa ku ew ê bihetikin. Di civaka ku qeyrana pênasekirina rastîn a têgîna namûsê dikşîne de kesên ku hatine tacîzkirin şerm tên dîtin û divê were veşartin ev bûyer. L. H. jî yek van kesan e. 
L.H. ya 35 salî, nezewicî ye, yan jî zewacê ji ber sedemên psîkolojîk red dike ku ew vê redkirinê ji civakê re bi awayekî dide nasîn ku ew prensîba zewacê red dike û dibêje: "Ez 10 salî bûm dema ku tastî şîdet û tacîza fizîkî ji hêla sê ciwanan ve li taxa ku em lê dijiyan hatim. Ev bûyereke wisa tirsnak bû, naxwazim bînim bîra xwe. Her  ku hovîtiya wê bûyerê tê bîra min ez wekî keç ji xwe nefret dikim."
“Jinek ez ji tecawizkaran xilas kirim”
Der barê tiştên ku piştî vê bûyerê qewimîne de dibêje: "Rastiya ku bûyera tacîzê û hewldana destdirêjiyê li avahiyek nêzî niştecihiyê bû pêk hat ku jinek dema di kolanê re derbas dibû di seatên piştî nîvroyê de ez ji xelas kirim û min ji wan rizgar kir. Ji bo ku mesele were zelalkirin û bidawîkirin ev tewan bi lihevhatina eşîran bi dawî bû. Li gorî wan ji bo min û navdariya malbata min ev bûyer nehat ragihandin."  
Der barê bandora vê yekê li ser derûniya wê de, L.H. diyar dike ku maf û rûmeta wê du caran hatiye binpêkirin. Carek dema ku rastî tacîzê hatiye û carek jî dema ku malbatê ev mijar ji bo wê hetikandin dîtine û kesên tacîz lê kiribûn, ên tewanbar ji ceza xelas bûn û nehatin cezakirin. Heya niha ew zewacê red dike û naxwaze bizewice ji ber ew heya niha wê êşê dikşîne û astengiya derûnî ya ku ew tê re derbas dibe nahêle ku ew zewacê qebûl bike.
Ji ber hinek faktoran û adetên eşîrî ev bûyer tên veşartin
û Rojnamevan û çalakvana mafên jinan Nûr El-Qeysî dibîne ku astengiya herî girîng a li pêş gihîştina pêkanîna edaletê li dijî kesên tacîzker ji ber fikrên civakê ye û dibêje: “Hinek faktor hene ku bandorê li ser tiştên di bûyerên girêdayî tacîza li dijî jin û zarokan tê kirin. Di nav de faktorên civakî û adetên eşîrî ye ku xwe wekî zagonek mijarên bi nakok birêve dibin diya dikin." 
Nûr El-Qeysî dibîne ku zarok di bingehê de pêwîstiya wan bi baweriya dê û bav heye û dibêje: "Pêwîst e dan û standina bi zarokan re bi rengekî ku taybetmendiya bedena wan biparêzin be da ku dema rastî bûyerên ku sînorên taybet ên bedenê derbas dikin werin, vê xeterê hîs bikin."
Her wiha Nûr El-Qeysî bawer dike ku pir bûyerên tacîzê yên veşartî dimînin hene, bi taybetî dema ku bûyerên tacîzê yên ji aliyê mirovên xwe ve rast tên ku ev yek birînek kûr di derûniya kesên rastî tacîzê hatiye de diafirîne û di kesayeta zarokan de pir bandorek neyînî dihêle. Heta ku ew baweriya xwe bi xwe û bi kesên derdora xwe re winda dike. Bi awayekî giştî bûyerên şîdet û tacîzê bandoreke pir xirab li ser derûnî û tenduristiya mejî dike. 
Divê tewanbar li ber çavên civakê werin cezakirin
Li ser hewcehiya parastina jin û zarokan ji tundî, şîdeta zayendî, tacîza bedenê Nûr El-Qeysî dibêje: "Pêşxistina Zagona Tundiya Navmalbatî, ji bo pêkhatina bendên qanûnî yên girêdayî tacîzkirina zarokan girîng e. Bi vê yekê divê tewanbar li pêş çavên civakê were cezakirin da ku ev doza zehmet were çareserkirin her wiha zagona ku zaroktiya kesan diparêze divê serwer be û biryaran der barê van mijaran de bide da ku wan ji lihevkirina eşîran biparêze."
Her wiha Nûr El-Qeysî sedema zêdebûna bûyerên tacîzkirina zarokan bi tirs û nezanîna dê û bavan ve girê dide û diyar dike ku di van bûyeran de ji ber nahêlin kesên hatine tacîzkirin berê xwe bidin polîs û dadgehan, mafên xwe bi dest bixin û dibêje: "Piraniya malbatan bêdengiyê qebûl dikin bi hinceta tirsê û navûdengiya malbatê û zarok. Difikirin ku di civakê de bi veşartina van bûyeran dê zarokan ji nerînên neyînî yên civakê biparêzin. Li gorî xwe vê yekê ji bo kesên rastî tacîze hatine biparêzin dikin.” 
Malbatên kesên ku rastî şîdet û tacîz an jî destdirêjiyê hatine nizanin ku bêdengiya li hemberî van bûyeran, fersendê dide kesên destdirêj û tacîzkar ku tewana xwe dubare bikin û bêyî ku hesab bidin bêtir kesan tacîz bikin..