Klûb çalakî û karûbarên cur be cur pêşkêşî jinan dike

Nadiyê jinan (kluba jinan) armanc dike ku statuya jinan bi hevrêziya saziyên civaka sivîl re bi awayekî giştî pêk bîne û bi saziyên femînîst re bi awayekî taybet di warê hiqûqî, perwerde, medya û tenduristiyê de jinan perwerde bike.

EMANÎ EL-MANÎ
Dîmeşq- çalakvana civakî û rêvebera navenda çandê ya jaramana Abîr Nadir diyar kir ku bi alîkariya çalakvan û parêzera civakî Ensaf El-Aysamî ji bo damezrandina nadiyê jinan( klûba jinan), bi armanca zêdekirina zanista jinan di warê kesayet, maf û peywirên wan de dixebite. Her wiha yekbûna hewldan, deng û fikrên femînîst, girîngîdayîna dozên jinan û çareserkirina pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin. Wekî cudakarî, zulum û binpêkirina mafên wan û zêdekirina zanista ku girîngiyê dide rola jinan. Ev jî bi riya pêkanîna civînan, alîkarîdayîna hev û şêwra li ser fikrên ji bo çareserkirina pirsgirêkan e.
Ji bo rola jinan di civakê de aktîf bibe
Berpirsiyariya Navenda çandî li jeramana Abîr Nadir hewl dide ku bi riya nadiyê jinan ku piştgirîdayîna jinan di hemû qadên ku hewcehiya wan heye bi riya pêşkêşkirina hemû karûbar û pisporiyê bi jinên nadiyê (klûb) re û dibêje: "Nadî (klûb) di 23'yê Nîsana 2021'ê de hat damezrandin ji bo aktîfkirina rola jinan di civakê de û nameze jina ku naxebite. Em jinan ji temenê 18 salî û pê ve qebûl dikin û şêwirmendiyên qanûnî û bijîşkî yên bê pere pêşkêşî wan dikin. Nadî hewl dide ku hemû çandên bi jinan re hene belav bike û karûbarên qanûnî, civakî, bijîşkî, piştgiriya psîkolojîk, geşedana mirovî, rêwîtiya zanistî û hemû tiştên girêdayî zarokan jî pêşkêş bike."
Ders û semîner hatin dayîn
Der barê çalakiyên ku ji hêla nadî  (klûbê) ve hatine kirin de Abîr Nadir dibêje: "Nadî hê nû ye ji ber vê yekê me hê zêde çalakî nekirine. Min li ser tacîzkirina zayendî ya zarokan dersek da û ji hêla mamoste Ensaf El-Aysmî ve semîner li ser qanûna mîratê ji jinan re hat dayîn û şêwirmendiya bê pere me pêşkêş dikir. Bijîşk Esmehan Hilwanî li ser nivîskara afirîner Newal El-Sadawî semîner da û beşdarbûna me bi Baweriya Sûrî ( El-Emana El-Sûriya) ya ji bo pêşketina semîneran çêbû."
Der barê rêbazên xebatê de jî dibêje: "Karê Nadî (klûbê) li ser bingeha ramana dilwaziyê ye û ji ber ku projeyên darayî tune ne, di bin siya wezareta çandê de ye."
Her wiha parêzer Ensar El-Aysmî got: "Ev fikir ne nû ne lê em ji zû ve hewldanên wê dikin,  jinan di karê min de cihê yekem digirtin lê ji min re dem hewce bû ku çalakî û karûbarên ez pêşkêş bikim têxim nav çarçoveyên ku li gorî armancên dixwazim mezin bikim û pêşgiriyê bidim jinan."
Gelek jin daxwaza mîratê nakin
Der barê semînera ku Ensar El-Aysmî li ser mîrat dabû fr Ensar El-Aysmî dibêje: "Yekem semînera me li ser mafê mîratê ya jinan bû, di semînerê de min bal kişand ser teşwîqkirina jinan ku mafê xwe yê rewa yê mîratê daxwaz bikin bêyî ku bitirsin û bikevin nava nelihevkirinê, bi endamên malê yên din re. Gelek jin hene ku hewl nadin û daxwaza mafên xwe nakin sedem ew e ku dibêjin: "Ez naxwazim bi birayê xwe re li dadgehê rû bi rû bimînim û naxwazim birayê xwe winda bikim."
Jinên Sûriyeyê xwe îsbat kirine
Ensar El-Aysmî li axaftinê xwe zêde dike û dibêje: "Hevkarî bingeha kar e, bi taybetî jina Sûriyeyê ku xwe di jiyanê de îsbat kiriye piştî êşeke mezin kişand di demên ku welat di bûyerên zehmet re derbas dibû de, têkoşîn da meşandin. Ji bo aramiya malbata xwe vê yekê pêwîst dibîne em ê li gel wê bisekinin û piştgiriya wê bikin."  
Di dawiya axaftinê xwe de got: "Piraniya kesên ku navê nadî (klûb) bihîstine ji jinên ku di warê karê xwe de bi bandor in, amade bûn ku alîkariya me bikin û bi me re bixebitin ji ber ku zanîn wan û hişyariya wan ji rastiyê re pir zêde bû."