‘Jin li Xezayê di xebatên çandiniyê de xwedî ked û sebrê ne’

Endezyar Tesnîm El-Louh, di warê şînahî û parastinê di pispor e, di aşlekirina şînahiyan de kar dike û ji bo dahata malbata xwe di şertên dijwar de dixebite.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Endezyar Tesnîm El-Louh teqez dike ku xebat jinên Filistînî di warê çandiniyê de xurt dike, rola wan di warê aborî û hêza nava civakê de xurt dike. Jin di warê çandiniyê de herî baş in ji ber ku ew ji giyayan baş fêm dikin.

Endezyara şînahiyan û parastina wan, Tesnîm El-Louh di nava şitilgeheke çandiniyê de li ser kursiya xwe rûnişite, şitlan kom dike û di pêvajoyên hesas de amade dike. Ev jî teknîkên nûjen ên herî girîng in ji bo pêşxistina kalîteya berhemên çandiniyê û şînahî li pêş guherînên kêşehewayê baştir li ber xwe bidin.

Der barê projeya aşlekirina şînahiyan de Tesnîm El-Louh a 30 salî dibêje: “Di bin şert û mercên dijwar ên roja me de, her dem em beşên zanistî li gorî rewşa heyî û pêwîst di bazarê de hildibjêrin. Ji bo derfetên kar hebin û barê aborî sivik bike û rêjeya bêkariyê ya li Xezayê belavbûyî kêm bibe.”

‘Divê ku şînahî ji kurmikan werin parastin’

Tesnîm El-Louh wiha dibêje: “Em niha di warê aşlekirina tovên zebeşan de kar dikin ji ber ku di dema dawî de gelek pirsgirêk di berheman de ji ber nexweşiyên axê weke nîmatoda kurmikan derketin, gelek pêşniyarên me hebûn. Ji bo vê tişta herî baş aşlekirina şînahiyê bû ji bo berhem zêde bibin, mesref kêm bibe û dahat baş bibe.”

‘Aşlekirina nebatan ji bo parastinê gelek girîng e’

Der barê aşlekirina şênkahiyan de dibêje: “Me dît ku aşlekirina şênkahiyan riya herî bi hêz e ji bo parastina axê ji nexweşiyên metirsîdar ku berheman nexweş dixe. Her wiha berhemek zêde bide bi mesrefek kêm.” Ew balê dikşîne ku armanca sereke ew e derfetên kar ji bo gelek kesên bêkar beyda bike û rêjeya bêkariyê kêm bibe.

‘Jin di karên çandiniyê de rastî astengiyan tên’

Karê jinê di vî warî de, bi taybetî rol û hêza wan di civakê de xurt dike, ji bo debara xwe û malbata xwe bikin, jin di warê çandiniyê de yên herî baş in ji ber ku ew ji mêran bileztir in û zextên kar tehemul dikin.

Diyar dike ku hin di karên çandiniyê de rastî gelek astengiyan tên. Di serî de ew bi saetên dirêj bi qasî 9 saetan dixebitin, dûrî malbata xwe dimînin û dibêje: “Hê jî jin li hemberî civakeke xwedî hişmendiya mêr girtî û sînordar in. Civak tevgerên jinan kontrol dike. Jin sembola berxwedanî û sebrê ne dikarin di nava malê de û derve jî kar bikin.”

‘Divê jin afrînerî û enerjiya xwe derxînin holê’

Endezyara berhemên şînahî û parastinê Tesnîm El-Louh wiha bi dawî dike: “Divê hişyarî bi girîngiya jinan û rola wan zêde bibe. Qada ku têrî wan dike hebe ji bo afrînerî û enerjiya xwe derxin, li şûna sînor û astengiyên li ser jinan ferz dikin divê derfet werin avakirin. Jin hemû barên jiyanê li ser milên xwe digrin, xwe di hemû waran de îsbat dikin.”