Ji bajar dûr havînê li qûntarên Çiyayê Andokê dijî

Sebriya Îlbey, bîst sal in bi girtina dibistanan re zarokên xwe digre, diçe mala ku li quntara Çiyayê Andokê çêkiriyê. Bi mehan li wir dimîne. Sebriya hemû pêdiviyên xwe ji xwezayê peyda dike û cereyanê ji enerjiya rojê digire, piraniya dema xwe bi çandina baxçeyê xwe derbas dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Bi jiyana bajarvaniyê re, erd û deverên kesk roj bi roj kêm dibin, jiyan nexweş û bi aloztir dibe. Di vê serdemê de mirovên ku meraq û hezkirina wan ji jiyana xwezayî re heye li gundan ji xwe re xaniyan çêdikin û hewl didin xwe li wan waran bi cih bikin. Sebriya Îlbey yek ji wan kesan e, ew her havînê zarokên xwe dibe çiyayan. Malbat, ji bo ji jiyana bajarvanî dûr bikeve û bi xwezayê re di nava têkiliyê de biminîn, mehên xwe yên havînê bê cereyan li xaniyê dy ode yê li quntara Çiyayê Andokê çêkirin derbas dikin.
"Havîna xwe li çiya derbas dike” 
Sebriya heya demsala zivistanê, li mala xwe ya ku li qûntarên çiyayê bi berf çekiriye dimîne, hemû pêwîstiyên xwe ji xwezayê peyda dike. Sebriya diyar kir ku 20 sal in her havîn bi wî rengî bi zarokên xwe re dijî û wan wiha mezin dike. Li ser jiyana xwe ya li gund dibêje; "Me ev xanî 15 sal berê ava kir. Beriya wê, em 3 salan di konan de man. Em nikarin havînê li bajêr bijîn. Dema dibistan dikeve betlaneyê em tên vir. Dema dibistan vedibe, em neçar dimînin vegerin mala xwe ya li bajêr. Li vir baxçeyek me heye, em diçînin. Xaniyek me ya du odeyî heye. Em cereyana xwe ji panelên enerjiya rojê ku me bi xwe amade kirine, digrin."
"Em nanê xwe li ser sêlê çêdikin" 
Sebriya got ku wan hemû hewcedariyên xwe bi xwe peyda kirine û wan di vê serdemê de lingê xwe neavêtine bajêr û got; "Em di biharê de pincaran kom dikin. Em bi xwe her tiştê xwarinê li vir ji xwe re amade dikin. Di heman demê de em nanê xwe jî li ser sêlê dipijînin. Ji bajêr dûr bi xwarina ku em hildiberînin debara xwe dikin. Hewaya çiya pir paqij e, mirov li bajêr bêzar dibe. Em zivistanê li bajêr in lê wê hîngê jî bêriya vî çiyayî, vê keskahiyê dikin. Ez difikirim ku ev der ji her deverê xweştir e.”
"Divê mirov qedrê xwezayê bizanibe" 
Sebriya dibêje ku di van pêvajoyên dawî de mirov ji bajaran diçin gundan, xwezayê nirxdar û watedar dibînin û gotinên xwe wiha berdewam dike: “Berê mirov ji gund bi ber bi bajar ve diçûn, niha berevajî vê yekê rû dide. Em bi salan e vî karî dikin. Dema ku ez van çiyayan û vê avê dibînim xwe zindî hîs dikim. Ji ber vê yekê me li vir xaniyek kirî. Li vir jî em zirarê nadin xwezayê û ajalan. Li kêleka me koçer hene, ew ji bo heywanên xwe tên lê heywanên me tune ne, em tenê ji bo xwe tên. Divê mirov qedrê xwezaya xwe, darên xwe bizanibin û li gorî wê bijîn.”