Gund bi xweza û çanda xwe civakê li ser lingan digirin
Jinên gundan her tim şêwaza jiyana xwe ji ya bajêr ku li wir hawîrdorek ne tendurist û têkiliyên civakî yên nelihevhatî hene, çêtir dibînin. Jiyana gundan kevneşopiyên civakê diparêze û zindî dihêle.

NÛR EL-EHEMED
Reqa – Jiyana gundan li ser şêwazên jiyana kevneşopî û kevnar ava bûye. Ew li deverên nêzî çeman, ji bo dahata xwe bi çandinî, xwedîkirina ajalan û masîgiriyê ve girêdayî ne. Ji ber ku ew hawîrdorek xwezayî û saxlem de mezin dibin. Jiyana wan ji ya bajêr cuda xuya dike ku piraniya nifûsê li wir bi bazirganî û pîşesaziyê ve girêdayî ye. Bajar bi qerebalix û nifûseke zêde ye, ev jî atmosferê deng dike û dihêle ku niştecihên gundan şêwaza jiyana xwe tevî zehmetî û xebata dijwar a li ser erdên çandiniyê, tercîh bikin.
Jiyana gundan sade û xwezayî ye
Radîna Mihemed a 50 salî û dayîka 10 zarokên 3 jê zarokên keç in, şêwazên jiyana gundewarî û bajarî berawird dike. Radîna destnîşan kir ku jiyana li gundan aram û sade ye, ev yek wê ji jiyana li bajarê qerebalix cuda dike. Radîna wiha got:“Tevî xwezaya dijwar a kar û zehmetiyan, şêwaza jiyana me nêzî xwezayê ye ku ev yek hiştiye em bi xweza û zehmetiyên wê re wek beşek yekgirtî ya jiyana xwe bi hev re bijîn û xwe biguncînin. Ev jî aliyekî giyanî dide wê ku me bi hawîrdora wê ve girê dide. Jiyana berê ji ber nebûna wesayît û amûrên çandiniyê, her wiha berpirsyariya malê û malbatê li ser milê jinan bû û bi xwedîkirina ajalan, karên çandinî û anîna avê li ser piya, gelek dijwar bû. Me erzaqên malê jî amade dikir. Heta niha ev kar xwe didomîne û jin berpirsyariya mezin dike, lê bi hebûna amûrên nûjen hinek ev bar ser jinan siviktir bûye.”
‘Jiyana li gundan adetên civakê diparêze’
Fatimê Îbrahîm jî behsa urf û adetên li gundan kir ku di nav de hevgirtin û ahenga di navbera niştecîhan de heye û wiha axivî: “Hevgirtina civakî li gundan hê jî heye û ew yek ji urf û adetên me yên baş e. Ev hevgirtin çi kêfxweş be çi xemgîn be, xwe diyar dike. Em hê jî cilên xwe yên kevneşopî û gelêrî di boneyên xwe diparêzin û beşek ji wan paşguh nakin. Ji ber ku ew dema lixwekirinê hevdu temam dikin, wek habarî û serbend. Di şahiyên xwe de jî em bi amûrên muzîkê yên kevnar ve girêdayî ne. Ev, amûrên wek tembûr, bilûr, stran, stranên gelêrî û girtina xelekên govendê bi hevdu re ne. Di mebestên xemgînî de jî şêwra şînê sê rojan tê lidarxistin, xizm û cîran dicivin da ku dilê malbata mirî xweş bikin û berpirsyariya amadekirina xwarinê û belavkirina qehwe û çayê hildigrin.”
‘Mêvanxane cihê çareseriya pirsgirêkan e’
Fatimê Îbrahîm balkişand ser mêvanxaneyên ku di nav gundan de bi nav û deng in û wiha dawî li axaftina xwe anî:“Li her gundek, mêvanxaneyek heye ku gundî lê dicivin da ku pirsgirêk û nakokiyên xwe çareser bikin. Mêvanxane ji hêla şêxê eşîrê ve tê birêvebirin ku dema pirsgirêkan tên cem wî da ku bi dadperwerî tevbigerin, nakokiyan çareser bikin û aştiyê pêk bînin. Em li gundan mezin bûne û tu car nikarin dev ji xwezaya wê berdin. Xelkê bajêr bi taybetî jin, diçin gundan da ku li ser şêwaza jiyanê ya li wir fêr bibin û ji atmosfera wê ya sade û aram, dûrî deng û qerebalixiya bajêr, kêfê bistînin.”