Tama mayînde ya zivistanên Kurdistanê: Terxîne
Dema ku li Kurdistanê, bi hatina payîzê re zivistan li derî dide, jinên Kurd bi kevneşopiyek domdar xwarinên zivistanê amade dikin. Terxîne jî yek ji wan xwarinan e li Kurdistanê di rojên bi sir û seqem ên zivistanê de, tê çêkirin.

ŞEHLA EHMEDÎ
Rûwansar- Çiyayên Kurdistanê, bi hatina zivistanê re bi berfa spî dixemilin û şêniyên gundên di hembêza çiyayan de xwe ji rojên dijwar re amade dikin. Jinên Kurd ên ku ji zimanê xwezayê baş fam dikin û li riyên ji bo çareseriyê digerin, ji bo werza bi ser û seqem a zivistanê xwarinên çanda Kurdî ya xwedî kevneşopiyeke demdirêj amade dikin.
Yek ji xwarên ji bo germkirina rojên sar ‘Terxîne’ ye. Ev xwarin hem bêhna ocaxên berê, hem jî beriya ku befir bibare, ji aliyê jinên kedkar ve tê amadekirin. Terxîne, ne tenê xwarinek e, dilsoziya mirovan a bi demên berê re ye. Bêhna axê û werza zivistanê tîne malan û kevneşopiya dapîran didomîne.
Bi terxîne re keşk jî ji vê mîrasê para xwe digre, sembola spîtiyê, sibehên zivistanê ye, bi nanê germ tê ser sifrê û malbatê li ser sifreyek sade û samîmî kom dike.
Ev kevneşopiya qedîm, hê li gelek gundan didome. Jin di werza payîzê de her dem terxîne û keşkê ji bo zivistanê amade dikin. Ev ne tenê xwarin, parçeyek ji nasname, bîr û jiyana mirovan e.
‘Terxîne kevneşopiyek e ji nifşan digihîje nifşên din’
Şevket jinek 70 salî ye, terxîne bi baldarî û bi qasî hev li serbanê mala xwe belav dike û wiha dibêje: “Cara destpêkê dayîka min çêkirina terxîne fêrî min kir. Wê demê ez 10 salî bûm, hê zarok bûm lê hêdî hêdî fêr bûm. Tê bîra mîn her sal dayîka min terxîne çêdikir. Wê demê ne weke niha bû, cureyên xwarinan kêm bûn. Ji ber wê dayîka min gelek terxîne çêdikir. Niha min jî ev xwarin fêrî bûk û keçên xwe kiriye. Ew her sal dew ji ba min dibin. Min hemû qonaxên wê fêrî wan kiriye. Di dawiya havînê de tên gund û ji bo zivistanê terxîne amade dikin.”
‘Hemû jin alîkariya hev dikin’
Şevket der barê çêkirina terxîne de wiha got: “Destpêkê em genim dikelînin, li ber tavê hişk dikin. Piştre em savarê çêdikin û em 10 rojan di nava dew de dihêlin. Piştî wê jî em libên terxîne li serbanê malê radixin. Gelemperî em li ser giyayên nû, nene, yan jî giyayên biyanî datînin da ku bêhn û tama xwe bigrin. Du rojan tav jê re bes e, ji ber ger zêde bimîne wê zêde hişk bibe. Di vê qonaxê de jinên gund hemû alîkariya hev dikin. Kes bi tena serê xwe nikare çêke.”
‘Çêkirina terxîne zehmet e’
Şevket bi rûyê bi ken wiha didomîne: “Helbet rêbazeke din a me heye, em jê re dibêjin ‘terxîne buranî. Bi vê rêbazê em savarê çend saetan di nava dew de dikelînin û piştre ji wê hevîrê dabeşî parçeyan dikin û girover dikin. Hinek caran li gorî daxwazan şêlim an jî nene lê zêde dikin. Piştre wan topan hişk dikin û di tenûrên taybet de hişk dikin, ew terxîneya ku em ji bo zivistanê amade dikin wisa çêdibe. Bi gelemperî çêkirina terxîne karek bi zehmet û dem jê re pêwîst e. Jinên li gundên Kurdistanê, her sal vê zoriyê didin ber çavan, da ku zivistanê di sifreya wan de xwarinek germ û bi tendurist hebe.”
‘Terxîne hem xwarine, hem dermane’
Şevket wiha didomîne: “Terxîne herî zêde bi awayê şorbe yan jî xwarinê di rojên sar ên zivistanê de tê kelandin. Ji berê ve tê bawerkirin ku bi saya malzemeyên di nav de weke antîbiyotîkek xwezayî ye û ji bo êşa gewriyê her wiha sermagirtinê gelek bi sûd e. Dema em nexweş dikevin îsto û sîr dixin navê dikelînin, bi rastî ji dermanan gelek bi bandortir e. Kelandina wê ne zor e, çend parçe terxîne dixin nava avê û hinek pîvaza qelandî lê zêde dikin, ger bixwazin beqliyat û giya jî dixin navê. Bi kelê re terxîne vedibe, savar û dew bi avê re dibin yek.”
‘Her sal bi kelecan têm gund’
Şîno jinek e ciwan e û bi malbata xwe re ji bo hişkkirina terxîne hatiye gund û bi kelecan wiha got: “Her sal dema dibe wexta çêkirina terxîne, ji bo ez bi dayîka xwe re bim û ji pirîka xwe fêrî çêkirinê bibim bi kelecan têm. Ez gelek ji xwarinên gelerî hez dikim. Terxîne ji bo min ne tenê xwarinek e, hinek caran em li ber xwarinê jî dixwîn. Parçeyên req dema mirov dixe devê xwe tirşbûna wê ziman dişewitîne, tama wê ji fêkiyên hişkirî xweştir e. Hinek caran hê baş hişk nebûye em dixin sarînê, da ku zivistanê weke xwarin û vexwarinê bixwin. Îro tevî ewqas xwarin hene, terxîne cihê xwe yê di sifreyan de diparêze. Di her parçeyek wê de ez keda jinên Kurd û pirîkên xwe dibînim. Ev mîras bi eşqa ji nifşan gihîştiye nifşan.”
Tarxîne ne tenê xwarin e çanda gelê Kurd e, di heman demê de hêmana piştevaniya jinan û aboriya malê ye. Berê derfet sînordar bûn, ev xwarin ji bo malbatan gelek baş bûn. Dibe ku terxîne di çanda Kurd û Lorî de yekem xwarina amade be. Wisa ye ku di wêjeya gel a gotinî de jî cih girtiye, li ser wê gelan helbest jî gotine.