Li Hesekê werza komkirina zêrê spî "Pembû"
Bi hatina her demsalê re li herêma Bakur Rojhilate Sûriyeyê karên di nava zeviyan de dest pê dikin. Yek ji herêmên ku xebatên çandiniyê lê heye, bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ye, jinên li gundên Hesekê dest bi çinîna pembû kirin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Li ber tava payîzê ya zelal û bi bayê hênik ê ku bi xwe re bêhna axê tîne; jinên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi komkirina pembû kirin.
Jinên ku li gundê Til Necma yê girêdayî Hesekê dixebitin, bi awayekî komînal pembû kom dikin, jinan xwestin ava Çemê Xabûrê were berdan û diyar kirin ku ji ber qutkirina ava Xabûrê çandiniya pembû zehmet bûye vê rewşê bi gotinen; “Ji dema ku ava Xabûrê kêm bûye ve heta niha, xêr û bereketa herêmê kêm bûye" tînin ziman.
Pembûyê ku li herêmê weke “Zêrê spî” tê binavkirin, yek ji berhemên herî girîng ên çandinî û aborî ye. Lê qutkirina ava Çemê Xabûrê rewşa çandiniya pembû zehmet kiriye. Jinên gundê Til Necma yên bi hev re di nava zeviyan de dixebitin, ji ajansa me re rewşa xwe nirxandin.
‘Jinên li gundan dijîn bi çandiniyê debara xwe dikin’
Nûra Elî Seyîd jineke karker e, diyar kir ku ew ji sibehê ve heta êvarê di bin germahiyê de dixebitin ji bo debara malbatên xwe bikin û wiha dibêje: “Jinên li gundan xwe bi çandiniyê didin jiyandin. Weke mînak çinîna pembû lê di salên dawî de, ji ber kêmbûna avê û qutkirina Çemê Xabûrê, çandiniya pembû kêm bûye. Ev yek bandoreke neyînî li ser karê me dike. Li vê herêmê pembû bi avdana bîran tê çandin lê bîr jî ziwa dibin. Ev jî dibe sedem ku cotkar di salên pêş de nikaribin pembû biçînin. Em ava Xabûrê dixwazin, ji ber ku dema Xabûr ziwa bû, herêma me bêber bû, xweşiya wê winda bû.”
Nûra tekez kir ku ew ji sibehê ve heta êvarê li çolan dixebitin û daxwaz kir ku heqê keda wan bi awayekî adil û li gorî xebata wan bê dayîn.
‘Bêyî jinan çandinî nabe’
Asiya Al-Atwî ya 53 salî ye ji zarokatiya xwe ve di karên çinîna pembû de dixebite. Li ser karê dike wiha got: “Çandinî bi destên jinan, hat keşfkirin. Bê jinan ev kar baş nabe. Kêmbûna ava Çemê Xabûrê dibe sedema kêmkirina çandiniya pembû û ev bandoreke neyînî li ser hêza kar dike.”
‘Xabûr ji bo berjewendiyên dewleta Tirk tê bikaranîn’
Asiya Al-Atwî diyar kir ku pembû ji bo çêkirina cil û bergan, rûn û zeytê gelekî girîng e û wiha axivî: “Pembû xwedî gelek feydeyan e, ji ber vê divê em çandiniya wê biparêzin û piştgirî ji cotkaran re bê dayîn. Em dixwazin pembû bi bihayekî baş bê firotin da ku cotkar û karker jê sûdê bigrin.”
Her wiha Asiya destnîşan kir ku sedema kêmbûna ava herêmê dewleta Tirk a dagirker e ku di sala 2015’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Til Temirê kirin, ava Çemê Xabûrê ji bo çeteyan hatiye berdan û da zanîn ku di wê demê de çeteyan gelek jinên Aşûrî revandine.