“Bi ruhê parastina doza Kurd hatim perwerdekirin”

Caziya Hisên a 33 sal in xebatên rêxistinkirina jinên Êzidî li Kurdistan û Ewropayê dide meşandin, têkildarî jiyana xwe wiha dibêje: “Min çavên xwe di nav şoreşan de vekiriye û jiyana min li ser esasê hezkirin, fêmkirin û wekheviyê derbas bûye.”

ROJ HOZAN

Qamişlo- Mînakên qehremaniya dayikan her dem derketina pêş a jinên bi hêz û xwedî zanist aniye. Dayika Êzidî Caziya Hisên bi temenê xwe 65 salî ye li gundê Otilce yê girêdayî navçeya Tirbespiyê li Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bûye. Caziya di nav malbateke welatparêz de bi naskirina ruhê şoreşê mezin bûye û deriyê mala wê her dem ji şoreşên Kurdan re vekirî bû. Axaftin, têkoşîn û şîroveyên bavê wê bingeheke xurt jê re ava kir û ruhê têkoşînê di hundirê wê de pejirand. Bi derketina şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistanê re Caziya weke jineke Êzidî zêdetir wate da mafên xwe, weke jinek xwe nas kir. Ji ber ku di nêrîna wê de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cudatir bû ji fikrên ku li ser hîn bûbû. Caziya tevî temenê xwe heya niha pirtûkan dixwîne ji kaniya fikrên azad xwe û jinên derdora xwe li Kurdistan û Ewropayê perwerde dike. Caziya dibêje ew dema pirtûka bavê xwe jî li ser şoreşan dixwîne ji xwe re kêliyek diçe nava serhildanên Kurdan û di hundirê xwe de wî ruhê qehremaniyê hîs dike û mezin dike. Bi hêza pênûsa bavê xwe kelecaneke xurt digire û pirtûka wî di hembêza xwe de radike da her ew gotinên wî di bîra wê de bin. Niha dayika Caziya Hisên xebatên xwe di navbera Rojavayê Kurdistan û Ewropayê de dabeş kiriye û cihê xwe di Rêveberiya Sîwana Meclisa Jinên Êzidî li Ewropayê, welatê Almanyayê û di Meclisa Jinên Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê de digre. Têkildarî jiyan û xebatên xwe Caziya Hisên ji me re axivî.

“Bavê min bi ruhê welatparêzî û parastina doza Kurd ez perwerde kirim”

Caziya Hisên behsa kurtejiyana xwe ya di malbatê de kir her wiha bandora malbata xwe bi şoreşên Kurdan re anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di nava malbateke welatparêz de ez mezin bûme, deriyê me her dem ji şoreşên Kurdan re vekirîbû. Malbata me beşdarî sê şoreşên Kurdan bûye, bavê min berê pêşmerge bû bi qasî 14 salan di nava şoreşê de cih girt. Piştî şoreşa Barzanî 20 salan bi şoreşa Celal Talabanî re ma heya derketina şoreşa Tevgera Azadiyê ev 33 sal in em bi şoreşa Tevgera Azadiyê re dixebitin. Bi ruhê welatparêziyê û parastina doza Kurd bavê min ez perwerde kirim. Jiyana min jî li ser esasê hezkirin, fêmkirin û wekheviyê derbas bûye. Di dema min de tu kes ji zarokên gund nediçûn dibistanê bavê min ez şandim dibistanê. Ez li gundê Til Xatûnê diçûm dibistanê wê demê şêniyên gund keçên xwe nedişandin dibistana min bi tenê di gundê xwe de dibistan xwendiye. Di sala 1972’an de ez bi kurmamê xwe re zewicîm û 7 zarokên min hene. Weke her dayikek têkoşer min zarokên xwe jî bi ruhê têkoşîn û berxwedana ku bavê min hînî min kiribû, mezinkirin. Yanî min çavên xwe di nav şoreşan de vekir, her tim civîn, kombûn, behsa Kurdistanê û kela şoreşê ji mala me derdiket. Pir caran em zarok bûn bavê me pêşiya çavên me ji aliyê dewletê ve dihat girtin û îşkencekirin lê her dem me doza xwe diparast û ji xwe re digot Kurdistan bûka porsor e di nav destên dijmin de ye û pêwîst e rizgar bibe.”

“Bi derketina Tevgera Azadiyê re min zêdetir mafên xwe nas kir”

Caziya Hisên qala têkçûna mafê xwe weke Kurdên Êzidî li Sûriyeyê kir her wiha girêdanên xwe bi doza têkoşînê re şîrove kir û wiha domand: “Weke hemû gelê Kurd em jî rastî gelek zordariya dewletê hatine, weke Kurdên Êzidî zordariya me duqat bû. Em li gundan bûn mal û milkên me hebûn rejîmê hemû erdên me ji me girtin û dan erebên xemer ev yek di salên 1960’î de bûn wê demê temenê min 4 sal bû. Min dît çi zilmek li ser me tê kirin hingê min fêm kir çima ewqas bavê min bi şoreşên Kurdan ve girêdayî ye. Berê jinan cihê xwe di şoreşan de nedigirt lê ew axaftinên bavê min, têkoşîn û şîroveyên wî bingeheke xurt di mêjiyê me de ava kir. Ez her dibêjim mal dibistana yekemîn e li ser kîjan esasî zarok rabin wê ew bi wan re bimîne. Bi derketina şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistanê re ez weke jineke Êzidî zêdetir min watedariya mafê xwe weke jin nas kir, ji ber fikrên Rêber Apo cudatir bûn ji fikrên ku em li ser hîn bûbûn. Şoreşên me nas dikir xala jin jê kêm bûn ji bo wê nedigihîştin serî. Bi derketin felsefeya Rêber Apo re me zêdetir ruhê şoreşê di hundirê xwe de da rûniştandin. Di oxira şoreşa Tevgera Azadiyê de birayê min şehîd bûye, em pir kêfxweş bûn me berê xwe da vê şoreşê.  Malbata min rêk û doza birayê min ê şehîd Sebrî meşandin û heya niha em domdar in.”

Di jiyana xwe de em pir rehet negihîştin vê astê me berdêlên pir bi nirx dan”

Caziya Hisên bal kişand ser fermanên ku bi serê Kurdên Êzidî de hatine û şahidiya malbata xwe ji van fermanan re wiha bil êv kir: “Bavê min bûye şahidê çend fermanên Êzidiyan lê ez bi xwe şahida fermana herî hov bûm fermana çeteyên DAIŞ’ê. Heya ez bijîm ez fermana DAIŞ’ê ya li Şengalê ji bîr nakim. Şoreşên ku bavê min tevli bûyî û fermanên ku bi çavên xwe dîtine hemû kirine pirtûk û heya niha pirtûka bavê min li gel min e û ji xwe re jê hîn dibim. Di jiyana xwe de em pir rehet negihîştine vê astê me bedêlên pir bi nirx dane û bavê min ev hemû di pirtûka xwe de aniye ziman. Dema ez pirtûka bavê xwe dixwînim ji xwe re kêliyek diçim nava serhildanên Kurdan û di hundirê xwe de wî ruhê qehremaniyê hîs dikim û mezin dikim. Ji hêza pênûsa bavê xwe ez kelecaneke xurt digrim û pirtûka wî di hembêza xwe de radikim da her ew gotinên wî di bîra min de bin.”

Kar û xebatên rêxistinî yên Caziya li Ewropa û Kurdistanê

Caziya Hisên kar û xebatên xwe yên rêxistinî li Ewropa û Kurdistanê anî ziman û wiha pêde çû: “Jixwe ev 17 sal in ez li Ewropa û Kurdistanê dijîm. Di nav xebatên giştî de min cihê xwe digirt û li welatê Almanyayê min jinên Êzidî bi rêxistin dikir. Di sala 2014’an de Sîwana Meclisa Jinên Êzidî li Ewropayê hat avakirin min cihê xwe di asta rêveberiya wê de girt. Di nava ewqas salan de min li sê parçeyên Kurdistanê xebat kiriye li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jinên Êzidî birêxistin kirine. Her wiha li gelek welatên Ewropayê weke Danîmarka, Holanda, Fransa, Belçîka û Siwêdê min xebatên jinên Kurd û Êzidî meşandine. Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo min pir caran grevên biçîbûnê girtiye û tevli meşên dirêj di navbera welatan de bûme. Li Ewropayê min gelek malên welatparêzan vekiriye û jin perwerde kirine. Li Rojavayê Kurdistanê jî ez cihê xwe di nava Meclisa jinên Êzidî de digrim. Min xebatên xwe 6 mehan li Rojavayê Kurdistan û 6 mehan li Ewropayê dabeş kiriye. Li Rojavayê Kurdistan û Şengalê ji bo xizmeta jinên Êzidî min gelek alîkariya madî û manewî pêşkêş kiriye û tevli xebatên jinên Êzidî li Şengal, Şehba û Efrîn bûme. Ez di hemû konferans û perwerdeyên wan de beşdar bûme. Bi qasî vî temenê xwe min jin birêxistin kirine. Helbet di oxira wê de ez rastî gelek astengiyan ji aliyê dijmin ve hatime bi taybetî li Ewropayê lê qet nikaribûn agirê têkoşîna di dilê min de vemirînin. Ji ber ku tu şoreşan xwe nedaye pişta Êzidiyan ji şoreşa Rêber Apo pê ve, tenê me weke Êzidî xwe di nav de dîtiye. Rêber Apo em weke ruknê esasî dîtin û Êzidî weke koka Kurdan pênase kir. Tişta herî min kêfxweş dike dema ez li Kurdistanê digerim, tenê min Rojhilatê Kurdistanê nedîtiye û xeyala min e ez wir jî bibînim.”

“Keda şoreşa me berhem da”

Caziya Hisên hêviyên xwe bi dîtina welatekî azad anî ziman û wiha bi dawî kir: “Kurdistan cih û warê me ye welatê me pir xweş e, tu welat nabin welatê me. Îro dema ez pêşketinên dayikên Êzidî li Şengalê dibînim pir kêfxweş dibim û dibêjim bi rastî keda vê şoreşê berhem da. Hêviya min a dawî ew e ku ez welatekî azad û Kurdistanek serbixwe bibînim û Rêber Apo azad di navbera me de pêşwazî bikim. Bi hêviya ku dijmin ji ser axa me xelas bibin û gelê me di nava aramiyê de bijî. Silavên min ji Rojavayê Kurdistanê heya Îmraliyê ji Rêber Apo re hene. Silav û rêz ji girtiyên zindanan re û ji şervanên me yên azadiyê li çiyayên azad re her wiha silavên min ên germ ji hemû Kurdên me yên Êzidî û welatparêzên Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê re hene. Serkeftin dê her para gelê têkoşer be.”