Bi hingivê xwe dibin derman ji nexweşiyan re

Sebha El-Xerbî û hevjînê xwe nêzî 30 salan e bi hev re mêşên hingiv xwedî dikin. Li ser karê ku dikin destnîşan kirin ku xwedîkirina mêşên hingiv karekî zehmet e lê xweş e û gotin ku hingiv ji bo gelek nexweşiyan derman e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Hingiv, yek ji xwarinên bi tendurist û sûdwar e. Di dermankirina gelek nexweşiyan de tê bikaranîn. Ji ber wê projeya xwedîkirina mêşên hingiv serkeftî ye û qezenca wê baş e lê her kes nikare mêşên hingiv xwedî bike. Sebha El-Xerbî û hevjînê wê Mihemed Sebrî, xwediyên mêşên hingiv in ji şêniyên gundê Til Necma yê girêdayî navçeya Til Temirê ne. 30 sal berê bi hev re dest bi vê projeyê kirine û heya roja îro berdewam dikin. Sebha El-Xerbî û hevjînê wê ji 3 kewaran dest bi vî karî kirine û bi demê re kewar zêde bûne, niha 52 kewarên wan hene.

‘Xwedîkirina mêşên hingiv ked û hesasiyetê dixwaze’

Sebha El-Xerbî diyar kir ku xwedîkirina mêşên hingiv ne hesan e û ev tişt anî ziman: “Ji bo em bikaribin mêşên hingiv xwedî bikin kedek û hesasiyetek ji vî karî re pêwist dike. Ji dema ku me dest bi vê projeyê kiriye ve heta niha me derman ji wan re dikirî û her dem em cihê wan diguherînin da ku xwarinê bixwin. Li ku derê bexçe hebin, di demsala zebeşan de me wan dixist erebeyek û li wir bi cih dikir da ku bikaribin baş bixwin û hingiv çêkin. Di salê de hingiv du caran tê derxistin; yek di meha 6'an de, ya din di dawiya meha 8'an de. Niha li gel me 4 kewar hene ji bo xwezêdekirinê lê yên din hemû ji bo hingiv in. Dema em hingiv derdixin yan jî wan derman dikin em cilên taybet li xwe dikin û ez û hevjînê xwe bi hev re dibin alîkar.”

Ji 3 kewaran bû 52 kewarên mêşên hingiv’

Sebha El-Xerbî di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Mirov ji hingiv sûdê digre bi taybetî di aliyê nexweşiyan de. Hingivê me, xwezayî ye ji bo nexweşiya şekir jî derman e. Em mêşan xwedî dikin da ku ji wan sûdê bigrin û bibe dermanê nexweşiyan. Kesên ku em dibînin nikarin bikirin û ji bo nexweşiyan ji bo wî pêwîst e em dibin alîkar. Ez wekî jinek pir ji xwedîkirina wan hez dikim û ji wan fam dikim bi hesasiyet ez li wan miqate me û wan xwedî dikim.”

‘Hingiv ji bo her nexweşiyê derman e’

Mihemed Sebrî jî da zanîn ku projeya mêşên hingiv serkeftî ye lê zehmetiyê di firotina wî de dibînin û wiha got: “Ruxmî şert û mercên dijwar ên ku herêm tê re derbas dibe jî em ji dev karê xwe bernadin û gelek cureyên mêşan xwedî dikin. Ji wan ên herî navdar mêşên Îtalî, Sûrî, hemewî û hwd. in. Ruxmî ku hingiv dermanê her nexweşiyê ye lê kes piştgirî nade xwedîkirina mêşên hingiv. Em zehmetiyê di peydakirina dermanan û firotina hingiv de dişînin. Gere cihekî taybet ji bo kirîna hingiv were çêkirin. Xwedîkirina wan jî ne hesan e em ked û mesrefê jî li wan dikin.”