Ben û Sen piştî hilweşandinê bû cihê îstîsmarkarî û diziyê
Jinên ku bertek nîşanî biryara hilweşandinê ya li Taxa Ben û Sena Sûrê didin, ji aliyekê ve gazin ji diz û tacîzkaran dikin, li aliyê din ve bi fikar dibêjin ku ger malên wan bên hilweşandin dê çi bikin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Navçeya Ben û Senê ku di nav sînorên taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê de cih digre, par di çarçoveya xebatên restorasyonê yên li Sûrê dest pê kiribûn de, hat gelemperîkirin. Dema ku xebata restorasyonê ya ku li ser Sûrên dîrokî yên di sala 2015’an da di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCO’yê da cih girtibûn dest pê kir, salek li pey xwe hişt. Di çarçoveya xebatan da bi sedan xaniyên ku li binê Sûrê cih digirtin hatin hilweşandin. Di çarçoveya projeya ku bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn de, tê payîn ku di nava vê salê de xaniyên li navçeyê saxlem mane jî bên hilweşandin. Şêniyên taxê yên di binê xaniyên wêranbûyî de dijîn destnîşan kirin ku ji ber dizî û tacîzê aramiya wan nemaye û bal kişandin ku piştî hilweşînê li taxê têkiliyên civakî yên kevin nemane.
Piştî hilweşînê li taxê tacîzkar û diz zêde bûn!
Di çarçoveya xebatên restorasyonê de dê qada parkê ya ku ji taxê heta baxçeyê giştî dirêj dibe bê çêkirin. Welatiyên li taxa ku bi sedan xanî hatine hilweşandin û tê payîn ku bi qasî wê jî bên hilweşandin di nava fikaran de dijîn, diyar kirin ku piştî xaniyên hilweşiyan jiyana wan bi tevahî guheriye. Jinên ku anîn ziman bi xaniyên hilweşiyane re hejmara xaniyên vala û xerabûyî zêde bûne bal kişandin ku rêjeya diziyê li gorî berê 3-4 qat zêde bûye. Jinên ku diyar kirin bi diziyê re tacîz û bikaranîna madeyên hişbir bi heman rêjeyê zêde bûye, gotin ku ji jiyana wan a berê tiştek nemaye.
“Ji jiyana me ya berê tu şopek nema”
Sureya Uslu ya ku ev 40 sal in li Ben û Senê dijî diyar kir ku piştî hilweşandinê ji ber tirsê seatên êvarê nikarin derkevin derve. Sureya Uslu bandora biryara gelemperîkirinê ya li ser wan bi van gotinan vegot: “Ev der beriya ku were hilweşandin xweş bû, qelebalix bû, diz dîsa hebûn lê wê demê ne wiha bû. Niha ji ber ku diz pir in, em nikarin tiştekî li ber malên xwe jî bihêlin. Niha li taxê tiştên xerabtir diqewimin. Li şûna mala me bila tiştekî bidin me da ku aramiya me hebe. Ger xaniyên me werin hilweşandin em ê çi bikin û li ku bimînin? Berê her tişt zêdetir xweş bû, cîranên me hebûn, me ji wan hez dikir. Lê niha her tişt hatiye talankirin, her tişt hat hilweşandin. Hemû xanî hatin valakirin, kes nema, ji min pê ve kes nemaye.”
“Em ji ber dizan nikarin ji mala xwe dûr bikevin”
Hava Uslu jî diyar kir ku li taxên wan li gorî berê qet aramî nemaye û da zanîn ku ji ber bûyerên dizî û tacîzê nikarin ji malên xwe dûr bikevin, wiha got: “Xaniyên me neyên xerakirin baş e, ger xira bikin, pêwîst e xaniyek bidin me. Ger ew hem hilweşînin hem jî me bê xanî bihêlin em ê çi bikin? Piştî ku ev xanî hatin hilweşandin, em zêdetir dixwazin ji vir herin. Ji ber ku êdî nabe, diz û kesên alkolê vedixwon zêde bûn. Em nikarin deriyên xwe kilît bikin û herin cihekî. Berê em baş bûn, me ji hev hez dikir, bi vê werankirinê re her kes çû cihekî, em li rastê man û niha em nizanin çi bikin. Xaniyên me xirab nekin dê baş be lê ger bikin jî, pêwîst e aramiya me hebe. Em gelek hatin mexdûrkirin. Em ji ber pirsgirêkên dizî û kesên tacîzkar nikarin tiştekî bikin."
“Li şûna ku xaniyên me hilweşînin bila restore bikin”
Nezahat Uslu jî diyar kir ku divê li şûna hilweşandinê malên wan bên tamîrkirin. Nezahat Uslu, diyar kir ku ew li jiyana xwe ya aram a berê digerîn û got; “Bi hilweşandina van xaniyan re em tazî man. An bila tiştekî wek mirovan çêbikin an jî ger hilweşînin bila hêjayî tiştekî be. Bila xaniyên me ji destên me negirin û me neavêjin kolanan. Bi xwe tiştekî min tune ye, ger xaniyê min hilweşe ez ê biçim ku dere? Berê dema tu diçûyî ber derî, her der tijî mirov bûn, niha gava ez li pişt xwe dinêrim, cam û pencereyên mirovan tên dizîn. Cîranên min çûn û di cih de deriyê wan hatin dizin. Bila ji me re çareseriyek bibînin. Ger ew werin çêbikin, bila xaniyên me tamîr bikin, em li vir bijîn. Jixwe em nebêjin şert e em herin Dîclekentê yan ji Gazîleran, bila têne aramiya me hebe.”