Warê kanî, darên zeytûnan û berhemên kevnar: Şiyê

Navçeya Şiyê bi ava kaniyên xwe yên zelal, bi çiyayên xwe yên bilind û bi dar û berên xwe dewlemend e. Her wiha xelkê wê deverê bi çandina baxçeyan, rezên tirî debara xwe dike û berhemên wê bi xweşbûna xwe navdar in.

HESNA MIHEMED

Şehba – Li gorî belgekirina Rêveberiya Şûnwaran a herêma Efrînê di vê nûçeyê xwe de em ê agahî li ser cihên dîrokî û kevnar ên navçeya Şiye bînin ziman her wiha wêrankirina wan cihan piştî dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê ve. Em ê ji xwendekarên xwe re behsa şûnwarên navçeya Şiyê û talankirina wan ji aliyê dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wî ve bikin. Di heman demê de me nêrîna dayikek ji dayikên navçeya Şiyê girtiye ku dîrok, nasname, çand û adetên şêniyên wê deverê bi lêv dike. 

Navçeya Şiyê navçeyek ji navçeyên bajarê Efrînê ye ku dikeve ser xetên sînor ên navbera Efrîn û Tirkiyeyê ve. Ew li aliyê rojavayê herêma Efrînê ye, ji rojhilat navçeya Mabeta ye, ji başûr navçeya Cindirêsê ye û ji bakur ve navçeya Recoyê wê hembêz dikin. Rûbera wê 165.50 km. çargoşe ye. 13 gund û 4 gundikê girêdayî wê ne. Bajaroka Şiyê li quntara rojava ya çiyayê Hes Xidir e û bilindahiya wê ji asta deryayê 324 metre ye. Navçeya Şiyê dikeve aliyê rojavayê nexşeya îdarî ya herêma Efrînê û bi dirêjahiya 28 km. jê dûr e. 

Xwedî dîrokek kevnar

Navê Şiyê ji geliyê Şiyê yê ku dikeve bakurê navçeyê tê. Bi zimanê Kurdî tê wateya cilşûştin û serşûştinê. Ji ber welatiyên navçeyê di demên berê de li ser ava kaniyê cil û seriyên xwe dişûştin lewre nav bû ‘Şiyê.’ Li derdorê bajerokê bingehên avahî, bîr û kanalên avê yên kevin dihate kirin. Li gor tesbîtên arkeolojîk ew vedigerin serdemên berî-Îslamê. Niha jî ev tiştên kevnar di bin xaniyên niştecîhên nû de hatine veşartin. Welatiyên navçeya Şiyê bi giranî bi çandina zeytûnan têne naskirin û çend maçên zeytûnan lê hene, her wiha sebzeyan ku bi ava kaniyê û ava bêr tên avdan jî diçînin. Ji bilî dexlê baranê. Li navenda navçeya Şiyê dikan û kargehên tamîrkirina makîneyên çandiniyê hene. Di demên kevnar de Şiyê gundekî qelebalix bû, keleha wê ya girîng nêzî goristana gund û navçe bû.

Hinek ji arkeolojiya navçeya Şiyê

Şiyê weke tê zanîn li derdora gundewarên wê gelek cihên kevnar û dîrokî hene ku di dîrokê de her yek xwediyê serpêhatiyeke cuda ye. Bîra Qurşînê li nêzî gundê Hebo ye û ji aliyê başûr ve bi qasî 700 metreyan dûrî wê ye her wiha ev bîr bi qasî 25 km ji aliyê bakurê rojava ve dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Li kêleka Bîra Qurşîn, cihê dîrokî yê bi navê Xerabî Raza jî heye ku ev cih dikeve nava sînorê gundê Tormîşa yê navçeya Şiyê û bi qasî 35 km. dikeve rojavayê bajarê Efrînê. Li bakurê gund bermahiyên kevnar ên ku di nav de gor, goristan, dêr, keşîşxane, xaniyên niştecihbûnê û kevnariyên din ên şaristaniyên kevnar, hene. Ev cihê şûnwarî ji aliyê xelkê gund ve bi navê "Xerabî Raza" tê nasîn.

Di heman demê de girên dîrokî û kevnar li deverên navçeya Şiyê hene. Girê gundê Erendê yê arkeolojîk, ev gund dikeve aliyê rojavayê bajarê Efrînê û 30 km. dûrî wê ye û girêdayî navçeya Şiyê ye. Ev gir ji aliyê rojava ve li kêleka gund e. Li ser gir darên zeytûnan hene û gelek jî rezên tirî yên kevnar hene. Girê gundê Merwaniya Jêrîn jî gireke kevnar û şûnwarî ye, dikeve başûrê gundê Merwaniyê Jêrîn û li nêzî sînorên Tirkiyeyê ye. Bi qasî 30 km. dûrî navenda Efrînê ye û dikeve başûrê rojavayê bajêr. Li ser gir û derdora wê gelek darên zeytûnan hene.

Piştî dagirkeriyê şûnwarên Şiyê

Piştî ku herêma Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayê wê ve hat dagirkirin navçeya Şiyê jî rastî talankirinê hat. Bi taybetî cihên wê yên  pîroz, kevnar û dîrokî hatin talankirin, darên wê yên zeytûnan ên ku bi hezaran salan gel ji berhemên wan sûdê digre hatin birandin û şewitandin. Li gorî belgeyên Rêveberiya Şûnwaran a herêma Efrînê, Bîra Qurşîn hat talankirin û kolandin ji aliyê çeteyan ve her wiha darên zeytûnan ên li dora bîrê hatin çêkirin û qutkirin. Li cihê Xerabî Reza tabloyek mozayîk hat dîtin û dewleta tirk wê tabloyê dizî. Girê Erendê û Merwaniya Jêrîn jî para xwe ji van kiryaran girt.

Kaniya Şiyê jêdera aborî ya navçeyê bû

Emîna Dingilî ku ji welatiyên navçeya Şiyê ye di destpêka axaftina xwe de qala kaniya navçeyê kir û wiha got: "Şiyê bi av û kaniyên xwe tê nasîn. Ev kanî gelek kevnar e ji demên Romayan ve heye. Kanî ji 4 cihan diherikî û gelek xurt bû avê wê. Şêniyên wê gelek sûd ji ava kaniyê girtibûn, pê baxçe dihatin çandin û bi ava wê dihatin avdan. Rojê baxçeyek bi ava kaniyê dihat avdan. Bi ava vê kaniyê debara malbatan dihat kirin. Di wan baxçeyan de cureyên sebzeyên havînê dihatin çandin û dibûn jêdereke aborî ji gel re. Di zivistanê de jî welatiyan bi ava kaniyê darên zeytûnan av didan. Berhemên kaniya Şiyê gelek dewlemend bûn. Şiyê bi xweza û çandiniyê tê nasîn. Di demên kevnar de gel bi destan an lawiran avê ji kaniyê dikişand û debara malê dikirin. Piranî jin bi vê karê re mijûl dibûn û av datanîn ser serê xwe. Şiyê çar parçe ye gundê Jorîn, gundê Jêrîn, Şikaka û gundê Hacê. Ev kanî weke projeyek aborî bû ji gel re."

Şiyê bi çandiniyê navdar e

Emîna Dingilî taybetmendiyên navçeya Şiyê anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Gelê navçeya Şiyê bi çandina rezên tirî navdar e, niha dema berhevkirina pelê mêwên tirî ye. Rojane jin li nav erdan bûn û xizmeta berhemên xwe dikirin. Li deştê nîsk, nok, genim, ceh û sebze dihatin çandin. Li çiyayan jî malbatan bi dermanên xwezayê ku di nava çiyayan derdikevin debara xwe dikirin. Her wiha jinan ji gihayê sûrik melkis çêdikirin. Hem ji bo pêdiviyên malê dibirin hem jî difirotin û debara xwe dikirin.”

Çiyayê Hesê Xidir dibû şahida agirê Newrozê

Emîna Dingilî wiha axaftina xwe bidawî kir: “Çiyayê Hesê Xidir gelek di Şiyê de navdar e û her sal gel li pîrozbahiyên Newrozê li dar dixist. Bi agirê Newrozê ew çiya dihat xemilandin ji ber bilind û mezin bû. Hin malbat hebûn bi destên xwe sabûn çêdikirin. Her wiha jinan bi tevnê ferş dikirin. Bi çêkirina teşiyê dezî derdixistin. Gund giştî weke malbatek dijiyan bi hev re. Li ber kaniyê hewzek hebû malbatan tê de dexlê xwe dişûştin û zuha dikirin. Navçeya me bi navê Şiyê tê nasîn ji ber ku gel hefteyê carekê li ber kaniya avê cilên xwe û serê xwe dişûştin ew jî tê wateya Şiyê."