Sembola bereket û ronahiyê: Dayika Fatma

Yek ji sembolên girîng ên çanda elewîtiyê ziyareta Dayika Fatma ye, li bajar yek ji ziyaretgehên jinan e. Her sal bi hezaran kes tên ziyaretê û bi vêxistina çirayan dua dikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim- Li Dêrsimê ku yek ji cihên navendî yên baweriya Elewîtiyê ye, xwedî gelek cihên ziyaret û baweriyê ye. Yek ji van ziyaretgehan jî Dayika Fatma ya ku her sal bi hezaran kes serdana wê dikin û bi vêxistina çirayan dua dikin. Dayika Fatma ku li ser Geliyê Mûnzûrê 3 kîlometre dûrî navendê cih digre, yek ji sembolên herî girîng ê çanda elewîtiyê ye, li Dêrsimê yek ziyaretgehên jinan. Tê bawerkirin ku Dayika Fatma ya dayika Hz. Hasan û Huseyîn ê li Kerbelayê hatin qetilkirin e, temsîla bereketê dike.

Ziyaretgeha Dayika Fatma ku li ser riya Dêrsim-Ovacikê cih digre, bi esasî çavkaniyek avê ye. Piştre tirbeyek li ser hatiye çêkirin û her sal ji aliyê hezaran kesî ve tê ziyaretkirin. Li gorî rivayetê; Cebraîl rojekê ji cîhanê re tê şandin. Di her du çûyîna xwe de li cîhanê tiştekî nabîne û Xwedê wî careke din dişîne cîhanê. Dema ku Cebraîl bi bêhêvîtiya ku tiştekî nebîne li derdora xwe dinêre, ronahiyek dibîne û piştre bêhneke distîne ku ew bêhn wî mest dike. Piştre dibîne jineke ku tacek sor li serê wê, guharek sor di guhên wê de û di stûyê wê de madolyanek kesk heye, digrî. Cebraîl wateya vê ji Xwedê dipirse. Xwedê dibêje; ronahiya ku dibîne di kêliya bêhêvîtiyê de derketina ronahiya xwe ye û ew ronahiya Dayika Fatma ye. Bêhn jî bêhna qudretê wê ye. Taca sor Elî ye, madalyona kesk Hesen e û guharê sor jî Huseyîn e. Dayika Fatma ji ber vê yek digrî. Sedema ku li hemû cihên baweriyê û malên cemê yên elewiyan mûm tên vêxistin an jî potên bi rûn, ji ber baweriya ku “Nûra dayika Fatma ye” tê kirin.

Ji bo gelê Dêrsimê weke roj û heyvê ye

Axaftina Mihemed û Elî ku di tesewifa anatoliyê de kurteya hemû vegotina ne, her du nûrên ku wan weke cehwer bi xwe re dihewîne bi Fatmayê re ne. Li gorî tesewufê, Fatma stêrka şivan a ku xala pêxemberî û welîtiyê li hev dicivîne ye. Zehra ya Mihemed Elî ye ku her du ronahiyan dide meyandin. Fatma dema rê nîşanî 'şivanan' dide, di heman demê de ‘rê’ bi xwe ye. Dayika Fatma; ji bo jinên Dêrsimê yek ji fîgurên herî girîng ên baweriyê ye.  Dayikên Dêrsimê dema her sibeh roj diçe ava, vê duayê dikin, "Ya ronahiya Dayika Fatma, tu alîkariya xwe (himmet) ji zarokên me û ji bêgunehên me kêm neke" Dayika Fatma ji bo Dêrsimê carna wek roj, carna jî wek heyvê ye.

Çanda Dayika Fatma piştî mirinê jî tê domandin

Dayika Fatma sembola bereketê ye jî; textê hevîr bi xwe ye, sêl, tîrik û hemû malzemeyên ku ji bo çêkirina nan tên bikaranîn navê wê li wan tê dayîn û bi vê navê wê tê bibîranîn. Nan/loqmeyên ku li vir tên pijandin jî wek 'Loqmeya Dayika Fatma' tê binavkirin. Li Dêrsimê ne tenê li vê cîhanê, fikra li cîhaneke din jî çanda Dayika Fatma hebûna xwe didomîne. Ji ber vê sedemê dema jinek dimire çavên wê bi porê wê tên girtin û bi çarşefek spî tê girêdan ku dema melayiketên lêpirsînê werin jin netirse û melayiket bizanibin ku ew kesê mirî ye jin e û ji şefaeta Dayika Fatma re bi qedr e.