Batizma Êzidiyan: Deryaya felsefeyê, yekitiya dijberan û çerxa demê

Cejna Batîzmê ya ku Çelka pîroz dikin ji aliyê hemû Êzidiyan ve wekî cejna herî pîroz tê binavkirin.

ROJBÎN DENÎZ

Di Êzidayetiyê de cejn, hînkerên felsefeya Êzidîtiyê ne. Zanîn weke deryayek e di vê baweriyê de. Her sal tu misqalek jê hîn dibî, temenê te bi hînbûnê derbas dibe. Di Êzidîtiyê de dawiya zanîn û felsefeyê tune ye. Divê tu kuantomîk bifikirî. Wekî enerjiya herikbar, tu ber bi deryaya zanînê ve diherikî. Li wê derê tu avabûna cîhan û gerdûnê dibînî. Dem, mirov, xweza, yekbûna xweza-mirov e. Di gelek cejnên Êzidiyan û merasîmên wan ên pîroz de, tiştên tên gotin tiştên tên kirin û gotin wateya wan a kûr û felsefîk baş nayên zanîn. Ev yek trajediya civakî ya rastiya Êzidayetiyê ye, ji ber fermanan wisa bi cih bûye.

Me behsa dilpakiya zanînî kir. Sala borî di van deman de, me dosyayek li ser cejna Batîzmê ya Bîrê Arî amade kiribû. Salek di ser re derbas bû, me hinek agahiyên din jî li ser Batîzmê berhev kir û vê yekê me ber bi agahiyên felsefîk ên nû ve bir. Cejna herî pîroz û kevin a Êzidiyan Batîzm-Pîrê Arî ye. Me wateya vê cejnê, ji dayika Cemed û gelek dayikên din pirsî û nivîsî.

Wateya Batîzm an jî Pîrê Arî; wekî cejna kesên ku ji qewmê roj û agir in tê zanîn. Ji bo vê yekê dibêjin cejna Arî. Li ser avabûna cîhanê ya di nava demê de. Her wiha li gorî vê baweriyê cîhan, bi yekbûna dijberan bûye xwedî hêza wateyê. Di nava Êzdiyan de eşîra Çelka vê cejnê pîroz dike. Baş nayê zanîn ku ev cejn ji kengê ve tê pîrozkirin. Li gorî Êzidiyan cejna herî kevn e. Çelka di civaka Ezidî de ji pîran pêk tên. Di rastiyê de ew xwe weke tebeqe nabînin, xwe wekî xizmetkarên baweriya Êzidayetiyê pênase dikin. Di Êzidayetiyê de tebeqe di demên dawiyê de çêbûne yanî şêx, feqîr û mirîd dawiyê bi pêş ketin. Berê hemû Êzidî wekhev bûn, ango tebeqe tunebûn, tenê pîr hebûn, ew jî tebeqe nebûn, di xizmeta di xizmeta Êzidayetiyê de. Cejna Batîzmê ya ku Çelka pîroz dikin ji aliyê hemû Êzidiyan ve wekî cejna herî pîroz tê binavkirin. Çelka li herêmên Xerzan û Botan ên bakurê Kurdistanê jiyane û dûre ji ber fermanan berê xwe dane çiyayê Şengalê. Vê cejnê 7 roj didome.

Roja yekemîn; Roja paqijiye ye. Tê gotin ku divê mirov bi bedena paqij, mal, bexçe û ya herî girîng bi ruhê paqij dest bi pîrozkirinê bike. Cejn roja yekşemê dest pê dike û destpêka wê paqijî ye. Piştî paqijiya roja yekşemê, heft rojên cejnê paqijî nayê kirin ango mirov cilên xwe naguherînin, xwe naşûn û divê bedena xwe şil nekin.

Roja duyemîn û sêyemîn; rojî tê girtin.

Roja çaremîn; yanî çarşemê heta nîvroyê rojê tê girtin û bi xwarina nîvroyê rojî tê şikandin. Bi vî awayî du roj û nîv  rojî tê girtin. Roja çarşemê piştî nîvroyê amadekariya cejnê tê kirin. Ji bo cejnê divê her tişt tam be, ango avabûna cîhanê di zeman de çema temam dibe divê amadekarî jî li wî gorî bin. Pez tên serjêkirin û divê ew pez nexweş nebe, aliyê pez ê rastê dikin heft perçe. Ji vê yekê re dibêjin 7 parî. Li ser navê 7 melaîketan tê parçekirin û dest nadin wan parçeyan. Bi taybetî aliyê çaqê yê pez divê dest nedinê, didin ber tavê heta roja dawî. Êvara şeva çarşemê xewreya beratka tê çêkirin. Xizmetkarên qubeya eşîra Çelkayê nanê xewre çêdikin. Hevîrê ku ji bo xewreyê tê çêkirin, bi gûzê tê havênkirin. Tê gotin ku gûzan ji bakurê Kurdistanê tînin. Sê xewre tên çêkirin. Wateya xewreyê girêdana bi rojê re, pîrozdîtina wê ye. Ji bo xewreyê şevberatka tê çêkirin. Tevahiya şevê şiyar dimînin û bi pîrozbahiyan mucawir xewreyê li ser sêlê bi aliyê rastê ve diqelibîne, di agirê daran ê kêm de divê biqelîne. Ev yek heta hilatina rojê didome lewre li gorî vê baweriyê cîhan bi şev hatiye avakirin. Di dema çêkirina xewreyê de kişandina wêneyan guneh e. Kesên ku xewreyê çêdikin, divê sê salan li ser hev vê yekê bikin.

Ew kes divê niyeta wan pak be. Êzidî wisa ji vê yekê bawer dikin ku dibêjin, dema xewre çêdibe, kesek xirab bikeve hundir, xewre bi sêlê ve dizeliqe, ranabe. Ji bo vê yekê ji kesên li hundir tê xwestin derkevin derve. Di vir de behsa bihevrebûna başî û xirabiya di dema avabûna cîhanê de tê kirin. Bi vê yekê tê diyarkirin ku mirov gihîştiye merheleya cudakirina başî û xirabiyê. Bi çêkirina xewre dikeve roja pêncan.

Roja pêncan; Sembola cejnê xewre hatiye çekirin û li benda xwediyên xwe ye. Her malbata di eşîreta Çelka de, piştî nîvroyê diçe xewreyê digre. Kesê/a ku ji bo xewreyê bîne diçe, li gorî hejmara kesên malbatê mewîjan (serê her mirov kîloyek mewîj dibe) 7 perçeyên sax ên peza ku hatiye serjêkirin, di nava qumaşek spî de tê pêşandin, dibin mala ku 7 çira lê hatine vêxistin û 7 sevka xewre lê hatiye amadekirin. Pariyên ku dibin, dixin nava hev û dûre mucawir pariyan li nava hev dixin û ji bo her malbatê pariyek tê dayîn. Kesê/a diçe navê hemû kesên di malbata xwe de dibêje û pariyan digre. Ger navê nasek were jibîrkirin û parî ji bo wê neyê girtin, ew kes di nava wê salê de dimre. Di heman demê de pitika di zikê jinên ducanî de jî tê hesabkirin. Xewre bi destan di nava çenteyek ku bi destan hatiye neqişkirin de bi mewîjan dibin malê. Ji bo pêşwazîkirina xewreyê jî hemû kesên malbatê li nava derê disekinin, yek bi yek çenteyê ku xewre di navê de ye radimûsin, dua dikin û sala nû pîroz dikin. Pariya xewreyê datînin koşeya serê odeyê û dixin nava boxçeyê. Ew roj ango piştî xewre tîni, çira tên vêxistin. Çira li gorî xwestina kesan tê vêxistin lê divê ew roj vêxistî bimînin. Heta serê sibehê pîrozbahî tên kirin. Ew şev ciwan û jin kom dibin heta serê sibehê dilîzin, zûgotinokan dibêjin û li ber def û zirneyê govendê digerînin.

Pariyên ku tînin malê jî didin kesên ku tên serdana cejnê. Di nava pariyan de çira û mewîj hene. Xewreya ku tê çêkirin nayê xwarin, tê hilanîn. Yek ji pariyan li malê tê hilanîn lê yên din tên belavkirin. Pariya ku li malê tê hilanîn, di nava boxçeyê de yan jî di tûrikê ku li seriya jor a odeyê ya jê re dibêjin Xelat daliqandiye, bi rengê kesk sor zer xemilandiye û di nava qumaşên hundirê wê de tê veşartin. Di nava pariya ku tê veşartin xewre jî heye. Salek ji bo nexweşan dibe daxwaza şîfayê. Li ber boxçeya ku parî dê navê de ye tevahiya salê dua tên kirin. Ji pîrozbahiyên wê şevê re dibêjin şevberatka. 

Roja şeşan; Di roja şeşan a cejnê roja razanê ye. Ji ber bi di tevahiya şevê de beden westiya ye ew roj heta nîvroyê bi xewê derbas dibe. Piştî nîvroyê serdanên cejnê pêk tên.

Roja heftan; Di roja heftan a cejnê de; taştiya Pîrê Arî tê xwarin û pîrozkirin. Roja çarşemê du perçe ji heft perpeyên peza ku hatiye serjêkirin ango çaqên wê heta roja dawiya cejnê didin ber tavê. Ji pariyên ku anîne malê jî û ya ku tê hilanîn jî didin ba wê goştê. Goştê ku beriya roj derbikeve tê veşartin dikin heft perçe, hûr dikin û dûre dipijînin. Pîvajên tûj jî dixin nava goşt, dibêjin ku, jiyan tehl e divê mirov bi pîvaja tûj vê yekê hîs bike her wiha hinek tirşahiyê jî dixin navê. Vê yekê jina mezina malê dike. Beriya hilatina rojê hemû kesên malbatê ji xew tên şiyarkirin, xwarin bi 5 sevokan tê çêkirin. Ji vê re pariya serê salê ya Pîrê Arî tê gotin. Bi vê yekê çerxa cîhanê ya bi demê re temam dibe. Ew roj weke ya jinan tê zanîn. Hemû serdan jin dikin. Hemû lîstik bi pêşengiya jinan tên kirin. Jinên ku heft rojan ked dane, wê rojê ji aliyê hevjîn, bav û birayên xwe ve pîroz tên dîtin û ji bo keda ku dane ji jinan re spasî tê kirin. Wekî lîstik jî mêrên zewicandî hevjînên xwe didin pişta xwe û sê tûr li nava bexçe davêjin.

Di cejnan de ji derveyî sê rojan sevka tê kirin.

Sevka nanên bi rûn ên ku ji aliyê xizmetkarên jin ve hatine çêkirin in. Li ser sêlê tên çêkirin. Tên watea malên ava û hatina ba hev. Felsefeya sevkayan parvekirin e û tên wateya civakîbûyînê. Li ser sevkayan salnameya cîhanê tê neqşkirin.

Li ser sevkayan 365 roj tên neqşkirin. Di motîfên wan de demsal, hefte û roj hene. Ji bo hemû kesên ku tên cejnê tên îkramkirin û di nava salê de ji derveyî cejna Batîzmê nayê çêkirin.

Mewîj; Şirînahiya xewreyê ye. Tê gotin ku piştî avabûna cîhanê, destpêkê di xwezayê de mêw hêşîn bûne. Ji ber vê yekê di pariya cejna Pîrê Arî de cihê xwe digre. Hinek jî dibêjin ku piştî tofana Hz. Nûh dara ku cara yekem şîn bûye mêwa tirî ye.

Dezik- Basımbar; Benên sor û spî ne di hev de hatine derbaskirin. Dibêjin ku cîhan ji du rengan pêk tê. Di heman demê de li gorî baweriyê cîhan ji yekbûna dijberan ava bûye. Xwedî nêrînek kuantomîk in. Xwîna sor û spî ya di bedena mirov de wekî jiyana ku ji yekitiya dijberan çêbûye tê pênasekirin.

Tê gotin ku cîhan ji du rengan pêk tê. Ev reng jî sor û spî ne. Du dijber-wekhev bingeha felsefeya ezdatiyê ava dikin. Basimbar ve felsefeyê temsîl dike. Di tevahiya cejna Batîzme de basimbarên ku ji aliyê dayika malbatê ve, bi teşiyê hatine çêkirin, bi ava pariyan tên morkirin û kî bixwaze li mil, stû û binê çengê xwe girê dide.

Simat; Ji genim tê çêkirin û yek ji xwarinên Êzidiyan ên herî kevn e. Genim û nok bi hev re tên pehtin. Li gorî hinek baweriyan Êzidî goşt naxwin ji ber wê ji bo kesên ku tên pîrozbahiya cejnê simat tê îkramkirin. Kesên ku nizanibin simatê çêbikin mehîrê çêdikin. Dema ku mirov li bengeha wê binêre dibîne ku kevneşopiya herî kevn a cejna Pîrê Arî çêkirina simatê ye.

Di cejna Pîrê Arî de şîn nayê girtin, girîn nabe. Ger ku beriya cejnê yan jî di rojên cejnê de kes bimre, şînê dihêlin piştî cejnê. Tevî kesê/a mirî jî coşa cejnê didome. Di rojên cejnê de divê her kes bextewar û di nava aştiyê de be. Di van rojan de şer, gotinên xirab, şîn û xeyd nabe û bi taybetî yên xwedî vê cejnê ne vê yekê napejirînin.

Van rîtuelan hemû feslefeya cejna Batîzmê yanî ya Pîrê Arî ne.

Êzidî bawer dikin ku bi ve cejnê hemû alem hînê felsefeya jiyan û demê tên kirin