Li Kobanê gundek kevnar: Boraz

Her gundek bi navê jinan hatiye binavkirin, xwedî dîrok, çîrok û çandeke, gundê Boraz jî yek ji wan gundan e ku ji ber polîtîkayên dagirkeriyê beriya salan gûnd di bin av de maye.

NORŞAN EBDÎ

Kobanê – Gundê Boraz a dikeve robara çemê Firatê li kantona Firatê li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê, di herêmê de yek ji gundên kevnar e bi nav û deng e, her wiha navê gund li ser navê jinekê ye, ew Boraz Oglî ye.

Kantona Kobanê li herêma Firat li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê di gelek pêvajoyên dîrokî re derbas bûye, navên gundên Kobanê jî bi navê kesayet û bûyerên li wan gundan qewimîne ne. Lewma gelek gundên Kobanê jî ji sed salan ve bi navê jinan hatine binavkirin heya roja îro. Ji wan gundan: Boraz, Dîk Madaş, Aşiqan, Til Xezal, Xan Mamed û Xanik, her gundek ji wan çîrok û dîroka xwe heye, çîroka jinek di wî gundî de jiyan kirî vedibêje ku ta roja me dîrok û çanda gund parastiye.

Gundê Boraz

Gundê Boraz 40 km rojavayî kantona Kobanê li ser çemê Firatê ye. Tê gotin ku malbata Mihemed Axa Fincan Bûk, tevî malbata xwe ji Osmaniyan reviyan û hatin bajarê Kobanê, li wir hin eşîrên Kobanê naskirin û wan rûberek erd rojavayî bajêr li ser çema Firatê danê. Tê gotin ku ruxmê ev ax ji bo çandiniyê ne baş bû, lê Boraz Oglî û malbata xwe li ser wî erdî jiyan kirin û gund bi navê wê hate binavkirin.

‘Gundê me di nav avê de ma’

Gulê Ehmed aji niştecihên gund e, der barê navê gund de wiha dibêje: “Dema em zarok bûn, me ji dê û bavê xwe jêdera navê gund dipirsîn, digotin ji sed salî ve keçek bi dê û bavê xwe re ji ber zordariya Osmaniyan koçî gundên li ser sînorê Sûriyê kirin. Dema eşîrên herêmê erd dane wê jinê ew li wir zewicî û ma, ji wê demê ve navê gund bi navê Boraz Oglî ma. Gulê Gundê Boraz li ser çemê Firatê ye, ji deh salan ve tê de nêzî 200 mal û malbat hebûn, wan bi hezikirin bi kevneşopên xwe bi hev re jiyan dikirin, lê piştî peymana dabeşkirina ava Firatê di navbera herdu dewletên Tirkiyê û Sûriyê de, gundî bi zorê ji gund derxistin û gundê Borazê di bin avê de ma, xelkê gund jî penaberî bajarê Kobanê, Minbic, Heleb û Şamê bûn.”

Gelek malbatên gund malên nû nêzî gundê berê ava kirin, ew jî bi navê Boraz e ku ji bingeha çand û kelepûra gund e.

Jinên gund çanda xwe diparêzin

Kewser Xelîl a li gûndê Boraz dijî û tevî emrê xwe yê nîv sedsalan li ser xetên rûyê xwe jiyanekê têr û tijÎ vedibêje, li ser jiayan gûnd û têkiliyê wê yê bi jinê re wiha got: “Her gundek xwedî kevneşopên cuda ne, jêderên karên xwe jî cuda ne, lê gundê Boraz bi çandina genim, ceh, kuncî û baxçeyan tê naskirin, li gel xwedîkirina sawalan, mange û pez jî. Ji kevneşopên gund jî ku ew pêşwaziya her kesî tê gund dikin. Jinên gund çanda gundê xwe bi riya ziman, cil û berg û kevneşopên xwe diparêzin.”