Peykarê Baz ê li Kobanê bû şahida berxwedanên mezin

Qada Azadî ya Kobanê yek ji navnîşanên serhildana li hemberî zordarî û berxwedana li dijî terorê ye. Bazê Kobanê yê bi heybet bi gel û şervanên xwe re şahidiya tevahî qonaxên dîrokî kir û bû parçeyek ji jiyana niştecihên wê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Di êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser Kobanê de ku di 15`ê Îlona 2014`an de dest pê kirin, piraniya bajar hilweşiya. Niştecihên Kobanê bi devoka xwe ya herêmî dibêjin; “Kevir li ser kevir nema lê di nava wêranî û xirabûna ku li kolanên Kobanê de pêk hat de hin hêviyên avakirina pêşerojeke azad derketin holê.”

Di şerê Kobanê yê ku weke berxwedana sedsalê ya gelê Kurd tê pênasekirin de, li rex qehremaniya şervanên ku di çeperan de şer kirin û Kobanê parastin, hinek cihên weke avahî, beyker û gir jî bûn parçeyek ji wê berxwedanê. Çawa ku şervan û gelê Kobanê serî li hember êrîşên hov ên DAIŞ`ê netewandin û heta serkeftinê li ber xwe dan, sembolên Kobanê hebûna xwe parastin û piştgirî dan şervanan. Yek ji van nîşanên herî bi nirx, wate û pîroz li cem gel û hezkiriyên Kobanê, Qada Azadî ye.  

Qada Azadî ji dema bicihbûna hêzên Fransayê ve li Sûriyeyê hatiye çêkirin. Peykerê wê teyrê Baz jî ji aliyê kesayeteke Kobanê ve hatiye çêkirin û di 2006`an de ji aliyê şaredariya rejîma Sûriyeyê ve li qadê hatiye bicihkirin û navê wê bûye Qada Êksprêsê. Di wê demê de ciwanên welatparêz ên Kobanê her şev peyker bi rengên kesk, sor û zer boyax dikirin, Rejîma Baasê jî her sibeh rengê wê diguherand û peyker spî dikir. Boyaxkirina peyker di nava ciwanên Kobanê de bûbû çandek û peykerê baz weke semoleke serhildan û azadiyê digirtin dest. Bi destpêkirina pêlên şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re, qada teyrê Baz bibû qibleya gel a ji bo xwepêşandanan. Ji ber vê bi şoreşa Rojava re navê qadê veguherî Qada Azadî, peyker bi rengê xwe yê kesk, sor û zer hat xemilandin û êdî bû navnîşana serhildanê.

Di Îlona 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê bi armanca qirkirin, talan û wêranê êrîşî Kobanê kirin. Êrîşa çeteyan asta hovîtî û terorê derbas kir, hemû cureyên çekan bi kar anîn û hewl dan Kobanê ji sê eniyan ve bigrin. Li hemberî vê êrîşê zarok û şervanên şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo parastina Kobanê xwe kirin mertal û heta kêliya dawî ya serkeftinê şer kirin.

Di berxwedana Kobanê de, Qada Azadî ango Bazê Kobanê careke din xwedî li gelê xwe derket û hebûna xwe ya di axa Kobanê de bi îsrar parast. Hawirdora qadê bi temamî hat rûxandin, hinek gule li peyker ketin lê dîsa jî teyrê baz dest ji berxwedana xwe berneda û neket. Ji bo kesên di hundirê Kobanê de şer dikirin, her wisa ji bo kesên ku berxwedan kêlî bi kêlî dişopandin, Qada Azadî bibû baweriya serkeftinê. Heta dihat gotin; heta tayrê Baz li ser xwe be, wê Kobanê jî nekeve.

Dema mirov li çavên Bazê Kobanê dinêre, weke ku ev peyker xîtabî hestên mirov bike, xuya dike. Weke ku ev baz bibêje; barê min jî gelek giran bû, ji ber ku min ferq kir serkeftina Kobanê di berxwedana min de ye. Ji ber vê min di sekna xwe ya bi heybet de moral da şervanên xwe, min hêvî û bawerî di dil de zindî kir, min enerjiya serkeftinê bi rengê xwe yê rewnaq belav kir û ez ê heta hetayê weke sembola serkeftin, azadî û serfîraziyê bimînim.

Weke encam derdikeve holê ku kevir, dîwar, avahî, peyker, qad, çiya, û xwezaya Kurdistanê xwedî li zarokên xwe derdikevin û bi rêbazên ku mirov dikare weke mucîze bi lêv bike, neqebûlkirina neyaran tînin ziman.