Li ser vî warî mîna keziyê jinekê qût bûn xerîbî

Wer xuya ye ku şopên fermana 74’an li ser civaka Êzidî hate kirin, wê salên dûr û dirêj neyê jibîrkirin. Dayika Şemê ya li cihê ferman pêk hatî dilorîne, êş û janên di dil û hinavên xwe de dike qîrîn, hewar û fîxan…

SITÎ ROZ

Şengal – Gelo çîroka lorînek çi ye? Ango çîroka loriya ku li pişt kesê çûye çawa tê nivîsandin, ez qet nizanim. Lorî, ew tişt e ku êş di nav de dema xwe digre, trajediyên ku dema xwe girtine diherike li ser gotin û melodiyê. Nexwe ev hest divê çawa bê nivîsandin? Gelo divê bi hîskirina êşa kesê ku loriyan dibêje ango li ser êşên xwe zêdekirina êşên ew kesê ku loriyan vedibêje bê hîskirine? Wê demê di her kêliyên fermana ku li ser civaka Êzidî rabû, gelo me êşên xwe dît, gelo di bin hişê me de ew dîroka zindî vejîn bû? Em hemû jî di hevbeşbûna dîroka fermanan de hene. Tevahî erdnigariya Mezopotamyayê qirkirina ku li ser Êzidiyan û Kurdan hat pêkanîn, li ser çiya û deştên xwe xêz kir. Ew wêneya di hişên me hemûyan de veşartî ye, gelo ew, ew wêneya ku bi rengê fermanê hatiye xêzkirin e? Hemû xet bi rengê jinên wenda, êş, hêrs, serhildan, şer û talanê hat xêzkirin. Lewra ne gengaz e ku mirov dema ew tiştên hatine jiyîn ên veguheriye lorînan, melodiyên ku penaberiya kevir, ax û rêyan jiyaye guhdar dike êşê û ew lorîna ku tê gotin hîs neke.

Li warê ku ferman lê rabûye lorînên ku bilind dibe

Ji bo em loriyên ku bi fermanan şêwe girtiye ji dayê Şemê guhdar bikin, em wê dibin warê ku li wê derê fermanê jiyaye ango gundê Sîba Şêx Xidir. Dema ku em digihin ew girê biçûk a mîna navenda Sîba tê binavkirin, dayê Şemê di bin çavan de bi awayeke ku ew kêliyên jiyana xwe û ew canên ku bi fermanê re ji destdaye bibîr bîne, axîniyek dikşîne û dest bi lorînê dike...

“Hey dilê min, ez dizanim tu nikarî tevî êşan razêy û rabe bi min re hevaltî bike

Binêre em îro hatin Sîba Şêx Xidir, warê ku ferman lê rabû

Xwezî em vegerin roja fermanê û cara dawiyê bigrin destê wendayên xwe,

bêhna wan bikşînin hundirê xwe...

Axxx xerîbo, xwezî em di nav tarîtiyek de biçin

Li navenda Sîbayê bi hezaran jin anîn, anîn vê derê

û paşê, paşê wan laşan yek bi yek mîna cihek bi agir fecirandin

Li pişt wan hestiyên wan jî nema...

Axx axxx dinyaya dilpêşewat, tu derdên me dibihîzî...

Dilê min niha şahidiya laşên ku ket ser vê axê ranake.

Niha tenê dengê qêrîna we tê guhê min.

Navên we yên ku tevlî qêrînên we bûye, li ser teraziya wijdanê heman e.

Oy hewar ew roj gelek qehreman ketin ser vê axê,

qêrînên jinan û xwêdana egîdan ket nav hev.

Laşên ku ketin ser axê bi kefenê nehat pêçandin,

Me li ser serê lorînan negot.

Bayê zilmkar lê bide jî, heya em dijîn emê ti car we jibîr nekin.”

 “Tenê yek çîroka lorînan heye”

Dema ku dayê Şemê navberek dide lorîna xwe em dikevin navberê û jê dipirsin; gelo çîroka ew lorîna te çi ye? Bi yek gotinê wiha dibêje: “Tenê yek çîroka lorîna min û ya tevahî dayîkan heye ew jî ‘Ferman’ e”. Fermanên ku di 50 salan an jî sedsalekê carekê li ser civaka Êzidî rabûye veneguheriye dîrokek nivîskî, lê bi lorînên dayîkan heya roja me ya îro mîna dîrokek zindî hatine. Nav û warên ku di lorînan de derbas dibe, zilmê padîşahan fermanên ku wê demê hatine jiyîn ji me re vedibêje. Em ji dayê Şemê pênaseya Xerîbî ya di Ezdatiyê de qala wê tê kirin, dipirsin û dayê Şemê dest bi qalkirinê dike.

 “Ez êşên ku di nav dilê min de kombûne diqîrim”

“Heya niha min qet xerîbiyê negotibû. Dema ferman rabû min di wê fermanê de birayê xwe, hevjîna birayê xwe û zarokên wê, di heman demê de gelek mirovên xwe wenda kir. Hemu ketin destê DAIŞ’ê. Min jî ji ber hêrsa xwe ya li hemberî vê û êşa ku ew di dilê min de hiştiye bi rêya xerîbiyê herikand. Ez ne ew kes im ku xerîbiyê dibêjin. Lê kesên xerîbiyê dibêjin heman demê helbestvan û ew kes in ku êşên civakê bi gotinên herî rast kom dikin. Li gel me ji lorînan re ‘Zîreqî’ tê gotin. Min jî piştî êşên ku jiyaye tiştên ku ji dilê min derbas bûn herikand lorînan. Ya rast ji tişta ku ez dibêjim re lorîn jî nayê gotin. Ez tenê li vê derê ji bo miriyên me yên tenê hatine hiştin û wendahiyên me yên rastî bîrkirinê mane êşên ji dilê xwe diqîrim. Weke jin ji dîrokê heya niha me bi vê awayê êşên di dilê me de kombûne anî ser ziman. Mijarên xerîbiyên ku em dibêjin, şehît, qehremanên gelê xwe û fermanên ku rabûne ye.”

Heman êş in

Dayê Şemê dema ku bi kurtasî pênaseya xeribî ango lorînên ku di nav civaka Êzidî de pir tê gotin vedibêje, di kêliyek de tiştên ku jiyaye hat bîra wê û rondik ji çavên wê herikîn, tevî rondikên çavan re xerîbiyên ku pênaseya êşên vê sedsalê vedibêjin jî herikîn... Ev wêneyek wisa bû ku yek ji me jî jê ne xerîb bû. Gelek caran me ji dayîk ango dapîrên xwe vê tiştê dîtibû. Dibe ku ferman zirarê dabe baweriyên me lê çand, girêdanbûna bi çanda xwe re, girêdanbûna bi mirov û warên xwe re ne guhartibû. Lorînên ku tên vegotin û êşên tên hîskirin heman in.

Û dayê Şemê lorîna xwe didomîne...

 “Xwezî ez di çûyîna we hemuyan da bama,

Di her êşa ku hûn dijîn de, ez bikaribim birînên we bigrim,

Ez bikaribim ew rihên we yên li erdê dirêj bûye bigrim,

Bi çarika xwe ya spî şopên guleyan bipêçim,

Kefên nav destê xwe ji we re bikim balgîf, bidim pişta xwe.

Dibêjin ku kesên dimirin dikevin ser birînên xwe,

Lêvên wan dicirife û cara dawiyê li tiştên ku dihêlin kûr û dûr temaşe dikin,

Ji ber wê çavên wan kûr dinihêre.

Axx, min her keziyekê xwe li ber riya we rijand.

Ji bo hûn necemidin keziyêk jiyan bihist bihist qût bû.

Oyy xerîbê, axx agirê di dilê min de dişewite, şahîtiya tavê tû me bi tenê nehêle.”

Dayê Şemê bi vê xerîbiyê re ew agirê ku bi fermana dawiyê re kete ser dilê dayîkan vegot. Xeribiya fermanên ku nayê nivîsîn, ev xerîbiyên nû yên li ser ên kevin zêde dibin, ev trajediya ku li ser vê warê tê jiyîn radixe ber çavan.

 “Bi sedan kes hat darvekirin”

“Li naverasta gelek gundan sêdare çêkirin. Êzdatiyê mîna gûnehek dîtin û fermana mirinê dan. Ev dişibiya fermana padîşaxan. Li sêdaran bi sedan kez hatin darvekirin. Kesên ku li ber dîwaran rêz kirin, gulebaran kirin. Warê wan li naverasta gund disekine. Rûxmê ku 8 sal li ser derbasbûye, ew sêdare hê li naverasta gund disekine. Ew tayê ku daleqandine, mîna tekane şahîdê wan kêliyan û wan mirinan li wir disekine...

 “Xerîbî ango lorîn qala fermanan dikin”

Lorînên dayîkan paşê veguherî dengbêjiyan. Li cihê ku mirî lê hene Lavinc tê gotin, dayîk Lavincê mîna lorînek dibêjin, mêr jî mîna dengbêjiyek dibêjin. Lavinc ew şeva ku mirî tên veşartin tê gotin. Di nav rojê de gotin gunehek mezin e. Lewra li gor baweriyê di nav rojê de gotina Lavincê bi xwe re mirinê tîne. Qawilbêjan dema ku li ser miriyan qawilê xwe dixwînin dayîk jî Lavinca dibêjin. Ji ber ku em heman demê Lavincê mîna Qewlekî ku li pişt mirî tê gotin dibînin û ev Qewlek e ku divê dayîk bibêjin. Ya rast dema ku bingehê dengbêjiyên wan ji dengbêjan tê pirsîn, dibêjin ku me ji lorînên dayîkan girtiye. Ango helbesta ku vediguhere dengbêjiyê, di esasê xwe de lorîn e. Mijarên lorînên kevin şer, serhildan, war û çiya bûn. Lorîn ew fermanên ku em dijîn ji me re qal dikin.

 “Lorîn mîna dîrokek zindî ne”

Fermana Hafid Paşe, Mîrê Kor û fermanên gelek paşeyên Osmanî yên li ser me pêkanîne mijarê lorînên dayîkan e. Lorînên me mîna dîrokek zindî ne. Qeydê lorînên ji demên kevin nîne. Bi gotinê heya roja me hatin. Tenê qeyda lorînên fermana ku herî dawî rabû û ya li ser ciwanên ku di şerê Iraq û Îranê de wan birin û carek din venegeriyan hene. Li mala her Êzidiyek qeyda wan lorînan hebû. Lê qeydê wan hebe nebe lorînên me yên bi gotinê heya roja me ya îro hatine hê li cihê şînê ango piştî fermanê tên gotin. Me gelek ji wan neparast, hatin jibîrkirin û çûn. Ango çiqas hatin parastin mirov nikare wê bizanibe. Lê ez dizanim êdî gelek ji wan nayê zanîn. Kesên lorînan dibêjin, bi taybetî lorînan nabêjin. Ger êşên ku di dilê mirov de kombûne wan lorînan bi mirov dide gotin, yên ku di vê civakê de lorînan dibêjin jin in. Jin li her cihê ku diçe wisa tê nasîn.”

Li wê gira ku gundê Sîba Şêx Xidir ji her alî ve dibîne dema ku axaftina me bi dayê Şemê re berdewam dike lawê dayê Şemê Elî jî beşdarî me dibe. Me ji Elî xwest ku şêweyê dengbêjiya Lavincê ya ku dayê Şemê dibê ew ji me re bêje. Baş e ku me neşikand û Elî ew Lavincê mîna dengbêjiyê ji me re got. Rûxmê ku di nav rojê de Lavincan gotin gûneh e, weke dengbêjî gotina wê sînorek wisa nayê dayîn. Piştî Lavinca Elî em tevî dayê Şemê daketin gund, ber bi sêdare û gorên komî meşiyan. Dayê Şemê bê rawestan lorînan got. Li ber têlên ku li derdora gorên komî hatiye dayîn lorînan vegot.