Birînek kûr a ji fermana 3’ê Tebaxa 2014’an: Gundê Koço

Fermana li ser Şengalê bû mînakek ji demsalên êşên herî kûr. Gund bi gund, çiya bi çiya, kevir bi kevir bûn şahidê vê qirkirina ku di sedsala em tê de dijîn hat jiyîn. Yek ji gundên ku herî zêde bû şahidê êşên herî kûr a fermana 2014’an gundê Koço ye.

EVÎN ZENDA

Şengal – Gelo di nava 11 rojan de li gundê Koço hewara çend dayikan bilind bû? An çend jinên ciwan keziyên xwe bi hev re girêdan û ji bû ku nekevin destê dijmin dawî li jiyana xwe anîn. Gelo ji xeynî dîwarên malan û xwarina cejinê ya li ser erdê mayî, kî şahidiya wan kêliyan kir..

Li ser fermana 3’ê hêyva 8 a 2014’an ku êş û birînên wê hêj nehatiye pêçandin 8 sal derbas bû. Fermana li ser Şengalê bû mînakek ji demsalên êşên herî kûr. Gund bi gund, çiya bi çiya, kevir bi kevir bûn şahidê vê qirkirina ku di sedsala em tê de dijîn hat jiyîn. Yek ji gundên ku herî zêde bû şahidê êşên herî kûr a fermana 2014’an gundê Koço ye. Gundê Koço ya dikeve Başurê Çiyayê Şengalê beriya fermanê malavahiya hezar û 700 kesên ji eşîra Mendika dikir. Ji wan re bû mal, bû war... Dema ferman rabû 700 kesên ji gundê Koço ango 700 hêviyên ku di nav dilê xwe de hêviyan dihewandin, her sihar û her êvar tavê silav dikirin di nav bîst û çar seatan de hatin qetilkirin. Nêzî hezar kes jî hat revandin. Niha li gundê Koço 5 gorên komî hene û tê texmîn kirin ku nêzî 400 kes di van goran de ne. Êzidiyan di 6’ê Sibata 2021’an de cenazeyê 104 Êzidiyên di fermanê de hatibûn qetil kirin li Koço sipartin axê, lê hîna jî çarenûsa bi sedan gundiyên Koço nayê zanîn.

Hejmareke pir kêm ji şêniyên Koço rizgar bûn û yên rizgar bûyî jî piraniya wan koçî derveyî welat kirin û hejmarek jî niha li qampên Başurê Kurdistanê dijîn û nêzî 10 malbat jî li Şengalê Til Qesebê dijîn. Yek ji wan malbatan, malbata daye Bêzar Bercesê ye ku di fermanê de ji mala wê 8 kes bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin qetil kirin.

“Koço gundekê kevnar e”

Dayê Bêzar a xetên li ser rûyê wê êşa komkujiya Koçoyê vedigot bi van gotinên xwe me ber bi dîroka bi êş a 3’ê Tebaxa 2014’an ve bir: “Ez ji Hatimiyê me, lê li Koço zewicîm û ev 40 sal e li Koço dijîm. Koçoyî bi xwe ji çar-pênç babikan pêk tê û hemû xizm û nasê hev in. Koço gundeke kevnar e. Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de dijî Şengalê êriş pêkanîn, lê di 15’ê mehê de êrişê Koço kirin. Gelek şêniyên gund gotin em jî weke gel bi revin lê hinekan jî digotin na ew ê tiştekê bi me nekin. Piraniya şêniyan di gund de man lê hejmarek bi qasî 20 mal ji gund derketin û yek ji wan malbatan jî malbata me bû. Mêrên malê gotin em gundê xwe bernadin, lê me bi zarokan re şadin aliyê Solax.”

“Qêrîna zarokan digihişt ezman”

Piştî ku dayê Bêzar berê xwe dide Solax, çîroka Koço û şêniyan ji dayê Bêzar cuda dibe, ji ber vê kêm kes rastiya tiştên li Koço tê jiyîn dizanin. Dayê Bêzar di berdewamiya axaftina xwe de bi van gotinan qala nîvê ferdên malbata xwe ya ku berê xwe dane gundê Solax dike: “Em çûn mala dostekê xwe yê li gundê Solaxê, piştî me hinek malbatên din jî hatin. Bi telefonan diketin peywendiyan di gotin tiştekê li me nakin. Piştî çend demjimêran ber bi êvarê ve seyareyên wan hatin û ser me girtin. Mêr hebû ji derve bûn û jin û zarok jî di malan de bûn. Hatin wêneyên me girtin û ji me re hinek tiştan gotin, lê ez nizanim çi digotin. Kurê jintiya min ê temenê wî 18 salî ji tirsan xwe spartibû pişta min û hatin bi zorê ew birin. Germahiyek gelek dijwar hebû, qêrîna zarokan digihişt ezmanan. Hemû mêran li seyarê siwar kirin û birin. Piştrê seyareyek anîn û me hemûyan weke pezan li seyarê siwar kirin. Me hemûyan birin ber dikanên Solax û di demjimêr 4’ê êvarê de seyareyên xwe anîn şerîtên Quranê danîn ser û me jî lê siwar kirin û birin Til Efer.”

“20 jinên ciwan birin”

Dayê Bêzar dema qala wan kêliyan dikir bi hemû rewşa xwe ve diyar bû ku weke careke din ew divê seyarê de ye û dibin qêrîna mirovan de bi sehm û tirse ji bo wê bê ku em wê bibirin em tevhaî gotinên wê bi bêdengî guhdar kir. Dayê Bêzar piştî girtina xwe wiha qala birîna xwe ya Til Eferê kir: “Di demjimêr 10’an de em di seyareyan de bûn. Piştrê me birin dibistanekê tijî ku hemû ji Şengal, Solax, Til Benat, Til Qeseb û Herdanê bûn. Em wê rojê hemû li wê dibistanê de man û me ji hev pirs kirin ku ka çawa hatine girtin. Roja sêyemîn DAIŞ’î hatin, navê jinên ciwan nivîsîn û nêzî 20 jinên ciwan birin. Dayikên wan bi qêrîn û hewar û gotin keçên me nebin. Endamên DAIŞ’ê jî gotin ku li wir ji wê hemûyan re teng e, em ê keçikên wê bibin ciheke hin xweştir. Yek ji wan jinên ciwan ku birin dema digihêje wir ji wan re dibêje kurêk min yê biçuk heye û divê ez biçim. Dema hat gel me, me jê pirs ka çi ji wan jinên ciwan kirine, we birin ku derê. Ew jina ciwan jî wiha got, ‘Me birin mala Şia ya milê din yê Til Eferê û hinekên din birin Musilê’.”

“Me heta payizê bi rewşekî rezîl pez xwedî kir”

“Em 10-15 rojan li wê dibistanê de man û piştre me hemûyan birin girtigeha Badoş. Ew girtîgehek wisa bû ku ajal nikarîbûn di hundurê wê de bijîn. Em hemû di nava gemar û qirêjê de man, piştre endamek yê DAIŞ’ê hat û ji me re got yên temenê wan 50 jor de navên xwe bêjin. Me hemûyan navên xwe got, piştre du koster anîn û me birin. Di rê de DAIŞ’iyê sayiq got ‘emê biçin Helebê,’ piştî demek pir kurt telefonek hat û em vegerandin dibistanekê Til Eferê. Em 10 rojan jî li wir man. Piştî wê girtiyên Badoş ên balafiran li wan dabûn anîn gel me. Piştî heft rojan hinek ji Şengalê anîn û ji wan re gotibûn ku werin ger malbatê we di nav van de hebin wan bigirin û em ê we bibin malan. Tiyê min hat, me girt û me bir gundekê li gel Til Eferê ku navê wan gundan jî Kisrilmehra û kizilqîl ku du gundên Şia bûn. Me li wir bi cih kirin û ji me re gotin, ‘hûnê pezê me xwedî bikin’. Ew pez jî hemû yên Êzidiyan bûn. Me heta payizê bi rewşekî rezîl pez xwedî kir. Piştre em çûn ciheke din, me li vir jî 6 mehan pezê wan xwedî kir.”

“DAIŞ’î me dan pêşmergên PDK’ê”

Dema dayê Bêzar qala serpêhatiya xwe dike, hevkariya PDK’ê û DAIŞ’ê derdikeve pêş. Dayê Bêzar, bi van gotinan vegotina serpêhatiya xwe berdewam dike: “Di werza biharê de navê me hemûyan nivisîn, wêneyên me girtin û ji me re gotin yên bêzewac û bê zarok em ê we bişînin Kurdistanê. Piştre kosterên anîn û me birin Kurdistanê. Me birin asayişa Kerkukê sekinandin. Piştre PDK’ê jî kosterên xwe anî û tenê ew ji kosterên DAIŞ’ê daketin û ketin yên Pêşmergeyan. Em 212 kes bûn, piranî jin û mêr bûn. Hinek ji wan astengdar û hejmareke kêm zarok bûn. Tişta em dizanin me berdêla kerabe anîn Kurdistanê. Em çirokên pêşmergeyan û DAIŞ’ê nizanin, lê diyar e ku hevkar in ji bo wê bi rehetî me anîn.”

“Li ser wan Misilmantiyê ferz kirin”

Ji derveyî çend birîndaran ji Koço kesek xelas nebû û yên xelas buyîn jî li derveyî welat in. Ji bilî agahiyên ku gel li ser telefonan dane hev, bi hemû detayên wê ve nayê zanîn ku di 12 roja de li Koço çi hatiye jiyîn. Dayê Bêzar ji me ra qala wan agahiyan kir û got: “Em bi xwe di Koço de neman lê li gor agahiyên ku me girtî dibêjin gelê Koço nexwestin gundên xwe berdin. Piştre wan xapandin û gotin kesek tiştekê li we nake. Piştre DAIŞ’ê hefteyek wext da şêniyan û ji wan re gotin bibin Misilman, lê gel ev yek nepejirandin. Ji bo wê hatin dora gund girtin û her kesê birin dibistana Koço. Di 11 rojan de gelek tişt anîn serê wan, li gor gotinan bi zorê nimêj bi wan dane kirin û zextên mezin li wan kirine. Destpêkê tevahî pere û zêrên wan ji wan distînin û piştre telefonên wan kom dikin. Ji xwe jin û mêr ji despêkê de ji hev hatine cudakirin û digotin her car dengê guleyên çekan dihat. Bi vî awayî hemû mêr û xortan qetil kirin.”

“Koço hat xapandin”

Dayê Bêzar wiha qala sedemê li gund mayîna şêniyên gundê Koçoyê kir: “Gundên dora me hemû reviyan lê Koço nereviya ji ber bawer dikirin ku wê tiştek ji wan nekin. Ya din jî Koço durî çiya bû, ger bireviyana enceq çend ciwanan karîbûn bi şev birevin. Lê ji ber her der çete bûn û malbatên hemûyan hatibûn girtin, kes nereviya û di nava destên wan de man. Di 14’ê mehê de mêr, kal û pir tev hatin qetil kirin, zarokên biçuk ji bo ji xwe re xwedî bikin dan Til Eferiyan û jinên ciwan jî hemû birin Suriyê firotin û qetil kirin. Niha jî gel behs dikin ku milê Til Efer bîrek heye û ew bîr tijî cenazeyên Êzidî û Misilmanan e. Lê heta niha jî rêyek nedîtine ku wan derbixin.”

“Ji mala min 8 kes qetil kirin”

Dayê Bêzar dema qala rewşa niha yê Koço dikir bi qirika xwe ya tejî girî got: “Koço wêran kirin û hema ji 50 malên di Koço de yek kes jî jê xelas nebûn. Kesek êdî nedikariya tê de bijî, ji mala min bi xwe du kurên min xelas bûn. Hevjînê min Mîrzayê Silêman, birayên wî Usivê Silêman, Siudê Silêman, Newafê Silêman û kurên tiyê min Şamilê Mirza Mehsinê Mirza Hemut û Seban hatin qetilkirin.”

“Em ji parastina hêzên Iraqê ne bawer in”

Dayê Bêzar qala rewşa niha kir û got: “Niha leşkerên Iraqê li wir in, ji derveyî gorên komî û malên xerabe tiştek li Koço nema, kî wê çi jê bike. Me ferman jiyan kir lê niha jî em ne rehet in. Ji xwe Koço tev hate qetil kirin. Berî fermanê jî hêzên Iraqê û pêşmerge hebûn. Piştî ewqas şehîdan ger niha me li vir bikujin jî ji bo me ne girîng e. Lê niha li vir me bikujin jî em ji vir naçin.”

Dayê Bêzar rexneyên xwe yên ji bo Êzidiyên ku diçin derveyî welat bi van gotinan anî ziman: “Niha gelek diçin ji derveyî welat ew jî ne çareseriye ji ber ger em ji axa xwe qut bibin dê ferman werin ji bîr kirin. Niha em nêzî 10 malan li Til Qesep dimînin. Berê em li qampan bûn, lê li wir jî me nedikarî bijîn. Ji ber karek tune bû û derûniya me hemû xera bû wan konan bêtir me difetisandin. Bawerî û çandê me tên armanc kirin, dê em jî xwedî li axa xwe derbikevin û divê hemû Êzidî jî wiha bi fikirin.”

“Di vê em xwedî li şehîdên xwe derkevin”

Dayê Bêzar a ku xwedî vê çîroka giran ya fermanê bû, ruxmê hemû êşan jî bi van gotinan daxwaz û banga xwe kir: “Em dixwazin civaka me bibe yek, em ji bo xwe kar û xebat bikin. Ez dixwazim Êzidî xwe biparêzin, ew bi xwe parastina xwe bikin. heya niha tiştekê me di destê me de nîne, divê mafên me jî bidin me û bihêlin ku civaka me jî ji bo xwe hîn tiştan bike. Niha gelek gelê me li kampan û li derveyî welat in, ev gelek şaş e. Divê werin Şengalê xwedî li şehît û destkeftiyên xwe derkevin û yekîtiya xwe ava bikin.”