Yasmîn Al-Daya bi wêneyên xwe balê dikşîne pirsgirêkên jinan

Yasmîn Al-Daya ya ji Filistinê ku wênexêziyê dike, balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan û astengiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Yasmîn Al-Daya ya ji Filistinê ku wênexêziyê dike, balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan û astengiyên ku ew pê re rû bi rû dimînin. Yek ji mijarê ku Yasmîn Al- Daya bi tabloyên xwe yê hûnerî hewl dide balê bikşîne ser astengiya nexweşên ku bi nexweşiya Vitilingo ketine ye.

Yasmîn Al-Daya dibêje ku ew derûniya nexweşên Vîtîlingo yê nexweşiyek çerm e hîs kiriye û bi vê awayê dest bi xêzkirina wêneyê jinên ku bi nexweşiyê ketine, kiriye. Yasmîn Al-Daya dibêje ku armanca wê ya xêzkirina tabloyên wê ew e ku balê bikşîne ser derûniya nexweşên Vîtîlîngo û piştrigirya derûnî ya di pêvajoya dermankirinê de ji bo wan jinan bê dayîn.

Yasmîn Al-Daya anî ziman ku di pêkanîna hûnera xwe de ji ber kêmbûna madeyên pêwist ên ji bo wênexêziyê û bihabûna wan destpêkê li ser pelekî xêz dike û paşê bi avabûna ramanê re vediguhezîne li ser tabloyê. Yasmîn Al-Daya li ser tabloya xwe ya li ser zarokek keç a bi bask xêz kiriye wiha got: “Bi vê tabloyê nameya min ew bû ku balê bikşînim li ser girîngiya azadiya jinan û di emrê zarokatiyê de pêwistiya nesînordarkirina wan. Lewra ew bi ruhê azad divê bijîn.”

Wêneya jinek ku salên wê yê dirêj jê hatine dizîn vedibêje 

Bi tabloya xwe ya li ser jinekê ku êş û elemên jiyaye li ser xetê rûyê wê diteyise Yasmîn Al-Daya balê dikşîne rewşa hêjariyê ya ku jinên Xezayê dijîn. Bi vê tabloya xwe ya hûnerî gelek teknîkên wênexêziyê di nav hev de bikar aniye. Di nav tabloyên Yasmîn Al-Daya de wêneya zarokek keç a li pişt têlan bala me dikşîne. Yasmîn Al-Daya şîroveya vê tabloyê wiha dike: “Ev wêne jineke ku salên xwe di zindanê de derbas kiriye vedibêje. Yekane sûcê wê jinê hezkirina li welatê xwe û parastina wê ye. Ev jina ku kirasê çandî ya Filistînî li xwe kiriye pasartina resenî û çanda welatê xwe dike.”

‘Hewil didim rewşa jinên Filistînê biteyisînim’

Yasmîn Al-Daya destnîşan kir ku ew bi tabloyên xwe hewil dide rewşa jinên Filistinî biteyisîne û dixwaze mijarên mirovî û niştimanî tevlîhev bike da ku rengbûnê di xebatê xwe de ava bike. Yasmîn Al-Daya her wiha anî ziman ku ew di rojên pêş de hêvî dike ku beşdarî pêşangehên ji derveyî Filistinê bibe da ku azmûnên xwe yê di vê mijarê de zêdetir bike. Yasmîn Al-Daya li ser tabloyên xwe wiha got: “Ez tabloyê dabeş dikim, her carê beşekî xêz dikim dema kom dibe ez dibim ser kaxezê. Her wiha ez gelek vîdyoyên fêrbûnê der barê çawaniya xêzkirina xetan û tevlîkirina rengan bi hev re û wênekêşiya pispor di portrê de temaşe dikim.”

Di dawiya axaftina xwe de Yasmîn Al-Daya bal kişand li ser astengkirina jinan ji aliyê malbat û civakê ve û got divê jin van sînoran hilweşînin û li pey xeyal û armancên xwe bin.