Studyoya Şehîd Mizgîn xwedî li mîrateya çandî derdikeve

Bi xebatên xwe yên li studyoya Şehîd Mizgîn xwedî li çand û mîrateyê derdikevin. Rêvebera syudyoyê Zeyneb Mensûr têkildarî xebatên xwe axivî û got ku ew bi xebatên xwe xwedî li mîrateya ku di qada çand û hûnerê de hatiye avakirin derdikevin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo- Li Qamişloya ku deng bi xewnan re tevlîhev dibin, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê studyoyeke stranbêjiyê bi taybetî  ji bo jinan vekiriye. Ev cihekî bêhempa ye ku jin dikarin deng û nasnameyên xwe yên hunerî bê sînor îfade bikin. Li vê Studyoyê ne tenê deng tê tomarkirin, hebûna jinan di qada muzîk û hunerê de tê afirandin, li hemberî jibîrkirinê li ber xwe didin û dengê têkoşîn û jiyanê vediguherînin bîranînê. 

Endam û rêvebera Studyoya Mizgîn, Zeyneb Mensûr der barê kar û xebatên studyoyê de ji ajansa me re axivî.

Ji 3 kesan ber bi sazîbûnê ve

Zeyneb Mensûr behsa despêka vekirina studyoyê kir û wiha anî ziman: “Di destpêka damezrandina studyoyê  de hejmara 3 kes bûn. Heya cihekî me perwerde dît û kar û xebatên xwe bi alîkariya mamosteyên xwe  di du odeyan de dan meşandin. Piştî demek me hewl da em perwerdeya studyoyê bidin avakirin. Destpêkê me 4 endam girtin ji bo perwerdeyê,  ji ber ku xebata me bi komî be ne weke xebata ku kesek tenê bide meşandin lewre hestên xebatên komî cuda ne.”

‘Studyoya me li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye’

Zeyneb Mensûr li ser guhertina studyoyê û kar û xebatên sînemaya jinan wiha got: “Di hundirê saziyek de me du xebatên cuda û perwerde dan meşandin. Destpêkê me zehmetî kişand ji aliyê perwerdeyê ve, ji ber ku gava me ji bo jinan gaveke nû bû. Piştî encama perwerdeyê her 4 endamên ku hatibûn hinek sîstemên studyoyê dan naskirin. Me xwest em berheman çêbikin ew kesên ku fêr bûn hinek muzîkê ji bo bernameyan çêkirin. Stydyoya me ne tenê li ser asta Cizîrê ye li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ger were xwestin ji derveyî Rojava em hinek karên din didin meşandin wekî karên xweser, karên girêdayî zarokan an karên giştî bin em destek didin derdorê jî.”

‘Me xwest em wê xewnê pêk bînin’

Zeyneb Mensûr diyar kir ku 2 sal in li ser kar û xebatên studyoyê avakirina cihekî, endam û xebatên nû dixebitin û wiha got: “Dema herî dawî jî me berhemek bi navê “Tol” çêkir, me hewl da di vê berhemê de hemû tişt bi destên jinan werin kirin. Ev ji bo me ne xewnek bû, me xwest em wê xewnê pêk bînin, helbestkar, malodiyên wê, amûrjenên wê, derhêner û kameramanên wê jin bûn. Di Rojavaya ku warê Şoreşê ye di heman demê de perçeyek biçûk e di nav Kurdistanê de, bi van gavan  me nîşan da ku li beşek biçûk jî çi dikare were kirin. Li ser gelek şert û mercên zehmet me hewldanên xwe domand da ku em hinek gavan bavêjin.”

‘Bi resenî nûjenkirina folklorê  barekî giran e’

Zeyneb Mensûr da zanîn ku ew hewl didin dengbêjiyên kevneşopî yên herêma Rojava nûjen bikin û wiha pê de çû: “Xebatekî bi nirx e ji ber ku tiştekî guhan ji bîr kiribe tê nûjen bikî û bidî guhdarîkirin pir zehmet e û pêwist e,  ji bo wê planên pir baş dayne. Ji ber ku resenkirina folklorekî  barekî giran e hewldanên me hene ku em wan tiştan tomar bikin. Kar û xebatên me yên heta îro bi hêviya ku em li Rojava gavên pêşve bavêjin bûn. Em hewl didin derfetan çêkin ku jin di xebatên studyoyê de cihê xwe bigrin. Ji bilî karê me yên studyoyê di nava Keziyê Sor de jî me cihê xwe girt weke stranbêj û lîstikvan.”

‘Divê jin cihê xwe di vê karê de bigirin’

Zeyneb Mensûr ji bo projeyên ku dixwazin di pêşerojê de bidin meşandin jî got: “Kar û xebat berdewam dikin li pêşiya me perwerdeyek heye. Ji bo studyo hinek jinên din bigrin nava xebatê di vî alî de em zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku jin zû bi zû xwe li karê studyoyê nagirin. Ji ber ku dibînin studyo tenê mafê zilam tên dîtin û bi destên wan hatine tomarkirin, cihê xwe tê de nabînin lê em hêvî dikin ku ev nêrîn biguhere lewre pêwist e jin cihê xwe di her warî de bigrin.”