‘Xwendevan her dem heye azweriya xwendinê berdewam dike’

Bijîjk Fatîma Al-Budi ku rêveber û avakerê weşanxaneya Al-Ay ye diyarkir ku li dijî cîhanek ku gel li xulukariyê dixwe, ceribandinek cûdaye û da zanîn ku pirtukên popîler naweşînin û qebulkirina ciwanên jêhatî berdewam dikin.

ASMAA FATHI

Qahîre- Bijîjk Fatîma Al-Budî li zanînageha Ayn Şems şêwirmenda Analizên Tibî, rêveber û avakera weşanxaneya Al-Ay li dijî cîhanek ku gef li xulukkariyê dixwe, ceribandinek cûda dide jiyankirin. Fatîma Al-Budî der barê weşanxaneyê de bersîva pirsên ajansa me da û diyarkir ku berovajî weşanxaneyên din, weşandina pirtukên helbestan berdewam dikin û jêhatiya ciwanan qebul dikin.

*Weşanxaneya Al-Ay bi pêşkêşkirina hişmendî û cudabûnê ji bo xwendevanan bûye saziyek giring. We ev çawa bi serxist?

Di qadek ku mêr hakim de, di aliyê rast xebatkirin de û ji bo gihandina serkeftinê girêdanbûna hinek nirxan, pilanên baş kirin û divê hedef bihata dayîn. Ez her sal bi kevneşopiya weşandina Klasîkên herî giring ên Misrê ve hatim girêdan. Hemû cûrên ku li pirtukxaneyên Ereban nedihat dîtin ji wergerkirina pirtukên zanistî min destpêkir û li ser pêşniyarên cûda em xebitin. Weşanxane, bi nivîskarên mezin û bi kesên nav û deng ên li qadê ve sînordar nebû, xulukkarên ciwan, kêrhatiyên ciwan me qebul kir, ev jî ji bo xwendevanan cûdabûn avakir.

Weşanxane, ji ber teknelojiyê hate guherîn li dijî cîhanek ku gef li jêhatîbûnê dixwe, weke ceribandinek cûda hate avakirin. Em pirtukên popîler naweşînin, em weşandina helbestan berdewam dikin. Gelek weşanxane vê red dikin. Di heman demê de çîrokên kin û nivîsên şîroveker jî em diweşînin. Nivîsa ku nehatî cudakirin û saf xweşiktir e.

*Xebatên we ên zanistî di qada çand û hunerê de bandorek çawa kir?

Xebatên min ên zanistî bû yek ji sedemên herî giring ên cûda û bijartek yê weşanxaneyê. Ji ber fikrê min, tiştên ku hemû kes fêm bikin, tu zorî û zehmetî nekêşin bikarin bixwînin û nivîsên ku dixwînin bi awayek hêsan bikarin xwe bigihîninê ez berê wan didim çanda zanistê. Em tenê bi çanda zanîstê re sînordar nabin, zanîna civakê û cûrên din ên jêhatîbûnê, li qadên ji bo xwe taybet jî digre, em weşanên xwe ên tên qebulkirin berdewam dikin.

‘'Dema ku ez weke jineke bi hêz ketim nava cihana weşangeriyê her kes matmayî ma.'

*Hun bandora darazên civakê li ser pêşeroj û serkeftina jinê çawa dibînin? Ceribandinên we çine?

Jin ber vî karî di astek zêde de dihilgire. Ji ber yê ku destpêkê di hilweşe jine divê tu tavîzan qebûl neke. Ger kêrhatî hebe û bawer bike divê ji bo vê şer bike. Di cihana weşanxaneyê de dema ku cara yekem weke jin ketê, ji ber weke figurek giring, xwedî hêz û hêviyan bûm, Bi hebûna min hemû kes matmayî ma. Lê belê israra min ya divê yekê de, wisa kir ku tişta dixwazim bi dest bixim. Weşandina pirtukan qeyranek ava nake, yan jî ne bi zayendperestiyê ve girêdayî ye, lê belê zehmetiya herî mezin di belavkirinê de ava bû. Ji ber ev bi jinbûnê ve girêdayî bû. Di destpêkê de dibe ku ev rewş di mijara hinek kes bi were bixebitin de wê bi bandor be. Bi demê re ev rewş hate guhertin û êdî gelek jin di weşanxanê de hene. bi serdikevin ji ber berdewamî giring e. 

‘Xwendevan her dem heye, azweriya xwendinê berdewam dike’

*Xelata ‘Şeyh Zayed’ dan weşanxaneyê. Ji bo we xelat wateyek çawa îfade dike? Di demên dawî de nêrînên ku ‘Me xwendevan winda kir’ hat kirin. Hûn van nêrînan çawa dinirxînin?

Xelata ku di gelek astan de, di encama xebatek ê çaryek sedsalê de berdewam dike û ji vê ez çiqas kêfxweş bibim jî piştre encama ku berpirsyartiyek were li ser mine. Di weşanan de cudabûn û ji weşanê nirx bi destxistin feyde kirina hedef e, ev jî giringiya me ya di xebatê de û rêbazên em dide nişandan berdewam bikin. Nirx, serkeftina ku nivîskar û weşnaxane heq dike bi hevre bi destbixin. Em ji bi esasî, yê ku xîtabî aqil dikin, cudakirina metnên ku tê weşandin çi dibe bila bibe xebatên ku derdixwe holê û em hewl didin xebatên dilxwazî ên şoreşgerî pêkbînin. Bi nivîskî vekiriye û ev banga fikirandin û niqaşkirinê ye. 

Ger em werin ser xwendevanan; Ew ji xwe heye, ji ber nirxê zêde yê kaxezan, bivê ve girêdayî pirtûk, nûçe, matbaa û li ruxmê zehmetiyan gihandinê azweriya xwendinê berdewam dike. Destpêkê metn tê, li ser metne redektorek ya ziman di xebite, yek edîtor, yek koordînator û piştî devgirek ku hunermendekê çêkirî, metin dibe matbaa û ji wê derê diçe depo û herî dawî ji tê dayîna belavkirinê. Hemû ev gav ji aboriya xwecihî û kureyî nerênî bandor dibe.  

 ‘Di hişmendiya mêr de pêwîstiya ronîkbirinê heye’

Gelek nîvîskar li ser pirskirêkê jin dicive hûn vê çawa dibinin. Bendawariya we ji pêşengeha pirtûkan çiye?

Ji statûya jin gazinçkirin cihê şermê ye, taybetî jî ger di sedsala 21’emîn de tê jiyîn. Ji roja  ku Hoda Şaarawi û Siza Nabraw biryara hîcabê derxistinê dan û ji ber rewşa jin serî rakirin tevgerek heye. Di kargehan de kar dikirin, xebatên civakî lidardixistin û di navbera jin û mêr de wekheviyek hebû. Lê di salên dawî de ev dîmen paş de ket û hêdî hêdî hat guhertin. Ez di wê baweriyê deme ku di hişmendiya mêr de pêwîstiya şoreş û ronîkbirinê heye. Hemû parêzvanên ronakbîrî qiymetê didin statûya jinan û li gel vê pêşketinê, rewş hatiye ku ji bo vegerandina mafan xebateke zêdetir pêwîste û niha dem hatiye. Jinên afîrîner hîn bi hêztirin, hîn bêhtir di ferqa mafê xwe dene û nahêlin ku mafê wan ji destê wan were girtin. Di beşa pirtûkan de jî rewş pir ne cuda ye. Em li her deverê dikarin welatî bi şopînîn û em dibinin ku ji ber rewşa aborî nikarin pirtûk bikirin. Ji bo vê pêşengeha pirtûkan ewqas girîng e. ji bo xwendevanan divê em fiyetê pirtûkan daxînin.

*Pêşketina bilez a teknolojiyê û karanîna înternetê heta çi radeyê bandorê li weşanxaneyan dike?

Têkîlî birastî jî tevlîheve ez wisa difikirim ku bi zekaya çêkirî hîn bêhtir tevlîhev bibe. Daxuyaniyek heye ku ji bo pêşangeha pirtûkan destnivîs têne qebûlkirin û tê gotin "Nivîsên xwe ji me re bişînin da ku li Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Qahîreyê were weşandin" Bi rastî pêkanîna wê zehmet e ji ber ku ew ê dem û destwerdanên din ên ku hewcedarê hebûna hukûmetê ye ji bo parastina nivîskar û organîzatoran bigire. Yên ku di weşangeriyê de dixebitin li hember dewletê xwedî erk in, bi taybetî jî ji aliyê bacê. Di mijara bandora weşanê de hevkarî û hişyarî divê hebe. Ji ber ku şekil dide vîjdanê welat. Welatan dest bi vê yekê kirin û îmkanan dan weşanxaneyan. Di mijara Pirsgirêka zekaya çêkirî de ji ber nîqaşên li ser nivîs û mafên milkiyetê wê tevlihev e, ez bawer dikim ku ezmûn di vî warî de diyarker e. Pêşketin çiqasî ber bi pêş ve biçe jî wê tiştekî bi xwe re neyne.