Wergera Fransî ya pirtûka ‘Min dilê xwe li çiyayan neqişand’ hat danasîn

Wergera rojnivîska rojnamgera şoreşger Gurbetellî Ersoz a bi navê “Min dilê xwe li çiyayan neqişand” li Swîsreyê hat danasîn.

Navenda Nûçeyan – Pirtûka gerînendeya yekemîn a jin li Tirkiyeyê, Gurbetellî Ersoz a di navbera salên 1995-1997’an de hatibû nivîsandin û bi navê “Min dilê xwe li çiyayan neqişand” hatibû çapkirin, ji aliyê Les Éditions d’en Bas ve li zimanê Fransî hat wergerandin.

Ji bo danasîna pirtûkê li bajarê Lozan ê Swîsreyê Vidy Théâtre, Salle de la Pavillon, hat hilbijartin. Axaftina vebûnê, dîrektorê Vidy Théâtre, Vincent Baudriller, diyar kir ku piştî pirtûkê xwendiye ji serpêhatiya Gurbetellî Ersoz bi bandor bûye.

Nûnerê weşanxaneyê Jean Richard, behsa pêvajoya wergera pirtûkê li zimanê Fransî kir. Rîchard, got ku wî gelek tevgerên şoreşger lêkolîn kirine û diyar kir ku yek ji wan jî tevgera Kurd e. Richard, diyar kir ku di her rûpela pirtûkê de ew rastî rojnameger, rewşenbîr, helbestvan, wejevan û serpêhatiya bi bandor a jineke milîtan hatiye.

Di çalakiya danasînê de Paskal Kottîn ji wergera Fransî, xwişka Gurbetellî Ersoz Zubeyde Ersoz jî ji ya Tirkî çend beş xwendin.