Rojên Fîlm a Beyrûdê piştî sê salan car din vedigere

Festîvala Rojên Fîlm a Beyrûdê yazdehemîn lidarxistina xwe pêşwazî dike. Festîvala ku dû salan carekê tê lidarxistin, ji ber aloziyên Lubnan û welatên ereban dijîn nedihat lidarxistin, piştî sê salan car din vedigere.

CAROLINE BAZZI

 Beyrûd – Piştî sê salên ku Festîvala Fîlm a Beyrûdê nedihat lidar xistin, ji 10’ê Hezîranê de heyanî 19 Hezîranê bi fîlmên cûr be cûr ên beriya şerê navxweyî rewşa Lubnanê bibîr tîne û li ser çîroka zaokên keç ên zewaca temenê biçûk jiyane, dê car din bê lidarxistin. 

“Festîval ji sê beşan pêk tê”

Derhenêra hûnerê ya festîvalê Rîham Assî derbarê Rojên Fîlm a Beyrûdê de ji ajansa me re axifî û wiha got: “Em niha lidarxistina yazdehemîn a festîvalê pêşwazî dikin û piştî sê salên ku festîval nedihat lidarxistin, car din vedigerin. Di sala 2020’an de me bernameyekê online saz kir, lê ji ber ku di vê pêvajoyê de me bêrîkirina sînemayê hîs kir li wê derê me biryar da ku em festîvalê lidar bixin û ev yekemîn festîval e ku komaleya çandê saz dike.”

Rîham Assî destnîşan kir ku rûniştina yazdehemîn a festîvalê ji hemû rûniştinên din ên hatine lidarxistin cûdatir e û da zanîn ku sedema vê yekê ew e ku rûniştina yazdehemîn a festîvalê ji sê beşan pêk tê. Reham Assi da zanîn ku di her beşekî festîvalê de wê fîlmên li gor mijar û kategoriyên cûda bên pêşandan.

“Bêrîkirinek mezin li hemberî sînemayê heye”

Rîham Assî derbarê kîtleya ku ji bo festîlavê tê armanckirin de wiha got: “Li hemberî sînemayê bêrîkirinek mezin heye. Ji ber sedemên aloziya aborî û bihaya zêde ya kartên sînemayê, dê seansên 11’emîn a Rojên Fîlm a Beyrûdê de wê kartên sînemayê bê pere be û dê her kesek bikaribe jê sûdê bigre. Lê ji ber şewba Coronayê di nav organîzasyonê de rezervasyona online heye ango festîval ji bo hemû koman bê pere ye. Hemû kesên ku ji sînemayê hez dikin di nav deh rojan de dikarin beşdar bibin.”

Yekemîn fîlma ku bê temaşekirin “Farha”

Di Festîvala Rojên Fîlm a Beyrûdê de weke fîlma yekemîn a vekirinê dê “Farha” a derhênertiya wê Darine Sallam dike bê temaşekirin. Fîlm mijarên girêdayî jinan bidest digre û çîroka keçeke biçûk a bi navê Farha vedibêje ku ew li pêy temamkirina xeyalên xwe ye. Farha a bi mezinbûnê re, di nav tûndiya civakê ya ferzkirinên zewacê û xeyala xwe ya temamkirina perwerdeya xwe de dimîne. Bûyerên ku di fîlmê de tê vegotin di sala 1948’an de ango di sala Nakba de tê jiyîn û lewra jî hemû xeyalên wê yên ew dixwaze bidest bixe ji ber rastiyên ku bi Nakba ya Filistinê re derdikeve holê tê guhartin û ji hev cûda dibe.

Di festîvalê de bernameyên hûnerî yên cûda jÎ cih digre

Rîham Assî da zanîn ku li gel fîlm û belgefîlman di çarçoveya Rojên Fîlm a Beyrûdê de wê pêşangeh jî di nav de gelek xebatên girêdayî hûnerê bên pêşandan û wiha got: “Li gel fîlmên ku bên temaşekirin, wêneyên Beyrûdê yên beriya şer jî heye. Di festîvalê de li gel fîlmên ‘Şerên Biçûk’ dê li Dar El-Nimerê pêşangeha wêneyên wênekêş Nabil Ismail jî cih bigre. Ji sînemayê heyanî hûnerên cûda wê bernameyên cûr be cûr bên pêşandan.”