Qesra keçikan

Bajarê Reqayê ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye di nava xwe de pir cihên kevnar ên dîrokî dihewîne. Ev yek jî şopa şaristaniyên ku li ser vê axê bûne nîşan dide. Yek ji wan cihên kevnar jî "Qesra keçikan e."

XUFRAN EL-HİSÊN
 Reqa- Li bajarê Reqayê "Qesra Keçikan" di dema Ebasiyan de hatiye avakirin, navê Qesra Keçikan di demên dawî de li hatiye kirin da ku venagere ser kokên taybet ên dîrokî. 
Qesra Keçikan ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû kolandin û talankirin, di demên berî niha de di şer de wekî baregehan bû di demên aştiyê de jî wekî bîmaristan û hedîq e û niha jî dîsa tê tamîrkirin. 
Qesra Keçikan dikeve başûr rojhilatê bajarê Reqayê, bi 400 metreyî li bakurê Deriyê Bexdayê û rojavayê Sûriyeyê ye. Her wiha endama komîteya çand û kevnareyan a meclisa sivîl a bajarê Reqayê Nesîba El-Xelef dibêje: "Qesra Keçikan weke hemû deverên arkeolojîk ên li bajarê Reqayê, rastî xerakirin û kolandinê hatiye ji hêla kesên çekdar ên ku bajarê Reqayê kontrol kiribûn ve."
Avakirin û nûkirina Qesra Keçikan
Her wiha Qesr di sedsala 772’an de ji aliyê xelîfeyê Ebasiyan Ebû Cafer El-Mensûr ve bi madeya El-Acir a weke kelpîçan e, hatiye çêkirin. Ji ber ku ev made li hemberî germahî û sermayê li ber xwe dide, gelek xelkên bajarê Reqayê heya niha jî vê madeyê ji bo avakirina xaniyan bi kar tînin her wiha Xelîfe Harûn Reşîd avakirina qesrê berdewam kiriye û 12 salan domiyaye. Nûkirina avakirina wê di sedsala yazdehan de bi hin guherînên di binesaziyê de hatiye çêkirin. 
Her wiha Nesîba El-Xelef dibêje: "Di qesrê de çar ode hene li miqabilî hev in û berê wan li hewşa navîn e ya çargoşe û hinek ode hene, li aliyê başûrê deriyê sereke ne."
Di sedsala borî de, kolandinên qesrê ji hêla mîsyonek Sûriyeyê ku hinekî tamîr kirin, niha bi wî rengî maye.
Tê gotin ku di demên şer de qesr wekî baregehan bûye, di demên aştiyê de jî wekî cihê seyranê bûye her wiha li gorî Nesîba El-Xelef ku li bîmaristan (nexweşxane) di demên Nûr El- Dîn El-Zankî de nexweşên derûnî lê dihatin dermankirin.
Her wiha dirêjbûna qesrê 10 metre ye û di demên berê de li serê wê stûn hebûn, bi şeklê mar, ji ber ku ew semboleke dermanxaneyê bû her wiha Nûr El-Dîn El-Zankî di qesrê de du dibistan vekirin yek a şafiiyan û ya din ya Henîfiyan bû. 
Ketibû destên komên çekdar
Nesîba El-Xelef destnîşan kir ku di despêka sala 2013'an de û bi ketina komên çekdar a bajarê Reqayê qesr hatiye dagirkirin û rastî xerakirinê hatiye heta sala 1014'an û got: "Di demên ku qesr di bin kontrola DAIŞ'ê de bû, rastî talan û wêrankirinê hat. DAIŞ’ê destûrnameyek ji bo kolandina wê dabû, bikaranîna hejmarek alavên taybet ji bo dîtina madeyan û berhemên kevnar, di bin çavdêriya ofîsa Al-Rikaz de têkildarî şopandina kevnar û şûnwarên arkeolojîk de dikir."
Her wiha der barê projeyên ku Komîteya Çand û Kevnareyan di Civata Sivîl a Reqayê de ji bo parastina vê şûnwara arkeolojîk pêk tîne, Nesîba El-Xelef da xuyakirin ku Yekser piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞ'ê, wan dest bi xebata veguherandina qesrê kirine û hatiye paqijkirin û wiha domand: “Me du dîwarên parastinê yên li başûrê rojhilatê qesrê ku li ber hilweşînê bûn di demên krîza Sûriyeyê de, di bin çavdêriya hejmarek pispor û pisporên vî warî de, kir me dît ku ziyanek pir mezin dîtiye." 
Her wiha komîte ji bo vegerandina parastina derveyî ya qesrê kar dike da ku destdirêjiya li ser tê kirin bi sînor bike. Endama Komîteya Çand û Kevnareyan, Nesîba El-Xelef bang li xelkê bajêr û gundewarên Reqayê kir ku çanda pîr û kalên xwe biparêzin, ji ber ku mîrateyeke çandî ye û dîroka dûr û dirêj a Reqayê vedibêje.