Li Beyrûdê Newal Sawadî bi çalakiyên hunerî hat bîranîn

Heyat Hala Murşid der barê amadekariyên dibiniya "Silavek hezkirin ji Beyrûdê ji Newal Sadawî" re hatîn amadekirin wiha dibêje; “Me xwest em silavek tijî hezkirin ji Newal Sadawî re bişînin ji ber ku wê bi riya azadkirina hişmendî û pêşxistina şoreşa me ji qeyd û bendan, bandora xwe li ser jinan çêkir”

KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd - Bi boneya derbasbûna mehekê di ser wefata nivîskar û aktivîsta jin Newal El Sadawî re, nivîskar û rojnemevana Lubnanê Cûmana Hadad, bi hevkariya çalakvan û rojnamevana femînîst Heyat Murşid, şahiyek di bin navê "Silavek hezkirinê ji Beyrûdê ji Newal El Sadawî" re, organîze kir ku tê de cureyên hunerê ji muzîk û nîgaran hat pêşkêşkirin her wiha nivîsên Newal EL-Sedawî ji hêla Cûmana Hadad ve hatin xwendin. 
“Ji ber ku Newal Sadawî dişibe min ez jê bandor bûm”
Cûmana Hedad ji Ajansa me re wiha dibêje; “Bi boneya derbasbûna mehekê li ser wefata nivîskar û têkoşera jin Newal Sadawî re me xwest ku ji Beyrûdê silavek tijî hezkirin jê re bişînin da ku em jê re bêjin tu yê her bimînî îlhama me. Rast e me ew di jiyanê de winda kir lê ramanên wê dê her tim bi me re bin.”  
Cûmana Hedad dibêje ku şahiyê gelek cureyên hunerê girtiye nava xwe, di wir de Rûla Ebûd ji Newal re nîgerek xêz kir zêdebarî stranên ku hunermenda operayê Lar Coxdar gotin bi vî rengî min û Heyat Murşid biryar da ku em Newal Sadawî ku wekî dayikeke xwedî hişmendî û giyanî ye ji bo me xelat bikin.   
Cûmana Hadad di şahiyê de nivîsên ku wek çîrok dikare vebêje hilbijart, ew bêtir girîngî dide wan karên ku di zarokatiyê de bala wê kişandibûn û bûne çavkaniya ramanên wê. Cûmana dibêje ku ew ji mêj ve Newal Sadawî nas dike û ji ber ku Newal Sadawî dişibe wê, ew pê bi bandor bûye.
Silavek tejî heskirin
Heyat Hala Murşid der barê "Silavek hezkirin ji Beyrûdê ji Newal Sadawî " re wiha dibêje; “Me xwest em silavek tijî hezkirin ji Newal Sadawî re bişînin ji ber ku wê di riya azadkirina hişmendî û pêşxistina şoreşa me ji qeyd û bendan bandora xwe li ser her jinê çêkir. Ew di warê fizîkî de dûrî me ye lê fikir û ramanên wê her dem di nav ser û dilê me de zindî ne. Ji bo ku em jê re bêjin tu her di dilê me de yî û em ji te hez dikin îro em li vir kom bûn. Ez dizanim ku Newal Sadawî bandorê li gelek jinan kiriye her cara ku min jinek didît bêguman behsa bandora Newal Sadawî ya li ser kesayeta wan xwe dikirin. Bandora Newal a ku li ser jinan kiriye ez gelekî bextewar kirim.”
Heyat Murşid behsa wan kesên ku bi neyînî Newal El-Sadawî dixwînin kir û got ku Newal digot: "Bi hêrs û şoreşger be, şoreş bi veşartî çênabin. Ez dizanim ku di civakeke desthilatdar de tu dengê xwe bilind bikî ne hêsan e ji ber ku rojane jin ji ber sedemên biçûk rastî şîdet û kuştinê tên lê em hemî li rex her jin û keçekê ne, bi hevgirtin û piştgirî em dikarin meşrûiyetê ji bo armancên xwe biafirînin û dengê xwe bi azadî bilind bikin.”
“Dema ku Newal El Sadawî behsa sinetkirina jinan kir min şoreş hîs kir”
Di şahiyê de gelek kesên ku Newal Sedawî rolek di jiyana wan de lîstiye amade bûn, yek ji wan mamosteya zanîngehê ya koleja ragihandinê li zanîngeha Lubnanê Mey Maron bû. Wê got; “Dema  ku ez ciwan bûm gelekî ji Newal Sadawî bi bandor bûm dema ku Newal behsa sinetkirina jinan kir di hundirê xwe de ez bi şoreşekê hesiyam. Jixwe nêzî 80 milyon jin li Efrîqa, Misir, Sûdan û Esyobiyayê rastî sinetkirinê hatine. Her xeletiyek dikare van jinan di dema welidînê de bi mirinê re rû bi rû bihêle.”  
Mey Maron got ku Newal El-Sadawî avêtine zindanê ji ber ku fikrên wê yên wisa komunîst û tundraw didîtin, ew jî ji ber Newal digot namûs ne di kalîteya cilên ku jin li xwe dikin de ye, namûs û rûmet ew e ku mirov rast bifikire û rast û durist be.