“Hestên min têkelbûna dilgermî, hewes û dilxweşiyê ne”

Wid Qeys dibêje “Ez dudil bûm ji ber ku ditirsiyam tişta ku ez pêşkêş bikim ne li gorî asta tê xwestin be yan jî tiştek bê sûd be. Tevî hezkirina min a ji nivîsandinê re jî dîsa ez ji tecrubeyeke nû bi tirs bûm.

 
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Wid Qeys dibêje ku gelek behremendî hene tu piştgirî bo wan nayê dayîn, min di 13 saliya xwe de dest bi nîvsê kir lê tiştên ku min dinivisî li gel xwe min nîşe nedigirt..
Wid Qeys ya 33 salî, beşa endezyariya enerjiyê xwendiye, heta niha bi behremendiya xwe ve  girêdayî ye. Di axaftina ji ajansa me re wiha dibêje; “Destpêkê ez ji vegotina objektîv a civaknasê yekem Dr. Elî El-Werdî yê li Îraqê bi bandor bûm..
Divê piştgirî were dayîn
Wid Qeys a ku wekî nivîskara çîrok û xwedan kesaytek bi bandor, li ser malperên tora civakî tê naskirin piştrast dike ku gelek behremendiyên ciwanan hene hewceyî dîtinê ne, gelek nivîsakarên behremend hene lê hewceyî destekdayîn û piştgiriyê ne divê ku tiştê di hundirê xwe de belav bikin û ramanên xwe bi awayekî zelal derbirînin..
Wid wiha dibêje; “Bi qasî ku piştgirî ji medyaya sanal ku hewl dide bedena jinan teşhîr bike re tê dayîn, ji behremendiyên ciwanan re nayê dayîn. Em êdî dibînin ku nifşek ciwan ji jinan heye ku nikarin parastina xwe bikin ev yek jî jinan biçûk dike û rola wan di nava civakê de lawaz dihêle.”
Ditirsim ku tişta pêşkêş bikim ne li gorî asta tê xwestin be
Der barê belavbûna tiştên ku nivîsîne û romana xwe ya bi nav "Lefefet Uqid" de wiha dibêje; “Ez dudilî bûm ji ber ku ditirsiyam tişta ku ez pêşkêş bikim ne li gorî asta tê xwestin be yan jî tiştek bê sûd be. Tevî hezkirina min a ji nivîsandinê re jî dîsa ez ji tecrubeyeke nû bi tirs bûm lê parvekirina min ji her tiştê ku ez dinivîsim re ji vegotina ramanên me di malperên tora civakî cuda ye.”
Der barê cesareta di dozên civakî yên cuda de Wid Qeys dibêje; “Cesareteke min a têrker tune ye ku ez êşa jin di civakê de dikşînin nîqaş bikim lê bi qasî dikarim hewl didim rastî û çîroka ku li pêş çavên min derbas dibe yan dibihîzim, ragihînim.”.
Başî û xirabî” mijara romana min a "Lefefet Uqide"
Wid Qeys dibêje; “Hestên min têkelbûnek dilgermî, hewes û dilxweşiyê ne. Ji ber gelek sedeman min sînorê dudiliyê şikand û tiştên di dilê xwe de zelal kir.” .
Wid Qeys diyar dike ku wê xwestiye rastiya dozek ji dozên civakê ronî bike lewre civak êşê dikşîne ev yek jî ji ber pirsgirêka başî û xirabiyê ye û wiha axaftina xwe domand; “Em wekî mirov têkelbûneke başî û xirabiyê ne, rewş û gelek faktor kesayeta me ava dikin. Her pirsgirêka ku em pê re rû bi rû dimînin divê em li sedem û dermanê wê bigerin ji ber ku tenê dermankirina wan dikare me ji pirsgirêkên pêşerojê diparêze.”.   
Wid diyar dike ku ew ji pirsgirêka jinan dûr neketiye, pevçûna başî û xirabiyê wê bi çîroka jinekê di romana xwe de vehewandiye û wiha didomîne; “Ez di nivîsên xwe de, digel behsa jinan dikim, bi hevalên xwe û jinên nêz re jî diaxivim, mîna ku ez dixwazim tiştên min ji wan re nivîsandine û asta hestiyariya wan bi bûyeran re hîs dikim.”.
Der barê vebijarka xwe ya berga romanê de jî wiha dibêje; "Vebijarka min a bergê, li ser bingeha çîrokê ye û kî wê bixwîne dê sedema hilbijartina min fam bike. Berg û naverok yek ji wan navnîşanan e.” 
Di dawiya axaftina xwe de Wid Qeys got; “Ez hêvî dikim ku pirtûka min serkeftî be lewre ew nameyeke derbirînê ye û baweriya bi behremendiyê ye.”.