Qesra El-Başa nîşaneke arkeolojîk û muzexaneyek e ku gelek şaristaniyan tîne cem hev

Qesra El-Başa ji ber dîrok û cihê xwe yê stratejîk yek ji bîrdariya herî girîng a Xezayê ye û bûye muzexaneyek ku gelek şaristaniyan tîne cem hev.

RAFİF ESLEEM

Xeza - Qesra El-Başa tekane modela mayî ya qesran e li Xezayê, ew nîşanek dîrokî, çandî û arkeolojîk e, ew di serdema Memlûkan de ji heft sedsalên berê ve hatiye damezrandin. Qesra El-Başa hîn jî taybetmendiyên xwe yên sabît ên ku vedigerin serdemên herî girîng ên mîmariya îslamî diparêze. Rûbera qesrê 6 donim e. Ew yekane şahidê mayî yê qesrên ku ji aliyê Memlûkan ve li Xezayê hatine çêkirin e.

"Brîtaniya Qesra El-Başa wekî zindanên ji bo jin û mêran bi kar dianîn"

Lêkolînera dîrok û arkeolojiyê Narîman Xela diyar kir ku dîroka qesrê vedigere dawiya dewleta Memlûkan ango 750 sal berê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Qesr ji bo padîşahan wekî avahiyek îdarî ji bo birêvebirina karûbarên welêt, ne wekî avahiyek niştecihbûnê dihatin avakirin. Divê li nêzî qesrê mizgeft, hemam û bazarek hebe, da ku hemû hewcedarî nêzîkî padîşah bin. Avakirina mîmarî felsefe û karaktera mîmariya îslamî nîşan dide. Di avahiya muzeyê de berhemên arkeolojîk tên pêşandan. Brîtaniya Qesra El-Başa piştî kontrolkirina Xezayê veguherand navendeke polîsan û navê wê kir "El-Diboya" û bû wekî zindanên ji bo jin û mêran. Desthilatdariya Brîtanîyayê wê demê hemû avahî û malên arkeolojîk ên li bajarê kevin bi qestî bombebaran kirin, da ku Filistîn nebe xwedî mîraseke çandî, tevî vê yekê jî gelek avahiyên kevnar heta roja îro mane."

"Di qesrê de xemlên jinan ên ku ji serdema Roma û Bîzansê hene"

Narîman Xela da zanîn ku rûbera qesrê di dema borî de 60 donim bû û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li gorî qonaxên dîrokî yên ku qesr tê re derbas bûye, çend navên wê hene, ji wan 'Qesra Nûnertiyê' di serdema Memlûkan de (1260 - 1517), “Qesra Malbata Radwan” di serdema Osmaniyan de (1517 - 1923) û jê re 'Mala Bextewar an Mala Mezin' jî hate gotin. Piştî parçebûna Filistînê û dema ku Xezayê ket bin desthilatdariya Misrê, qesr veguherandin dibistanekê û navê wê kirin El-Emîra Firyal. Piştî bidawîbûna şoreşa 23’ê Tîrmeha 1952’an navê wê guhertin û kirin Fatima El-Zehra. Qesr heta sala 2000'an wekî dibistaneke ji bo keçan dihat bikaranîn, heta ku desthilatdariya neteweyî ya Filistînê hat û ew xist nava avahiyên arkeolojîk, di sala 2005’an de careke din restorekirin û herî dawî di sala 2010’an de veguherî muzexaneyê. Di nav berhemên di qesrê de xemlên jinan ên ji kevirên giranbiha yên ku ji serdema Roma û Bîzansê vedigerin hene."