Pêşangeha “Xewn û Rastî” balê dikşîne ser jiyana jinan

Hunermenda dîtbar Tahani Skaik ku 8'emîn pêşangeha xwe ya bi navê "Xewn û Rastî" li Xezayê vekir diyar kir ku ew dixwaze jiyana ku jinên Filistînî di navbera rastî û hêviyê de dijîn bi tabloyên xwe nîşan bide.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – 8’emîn pêşangeha “Xewn û Rastî” ku hunermenda dîtbar Tahanî Skaik pirsgirêkên jinan bi rismên hunerî yên balkêş vedibêje, hat vekirin. Tahani Skaik di vekirina pêşangeha 7 rojan de axivî û diyar kir ku di tabloyên wî de bi giştî jin û bi taybetî jî pirsgirêkên Filistînê cih digirin û di salên dawî de 7 pêşangehên herêmî û navneteweyî vekirine.

Jiyana di navbera ‘Xewn û Rastiyê’

Tahani Skaik got ku navê pêşangeha xwe kiriye “Xewn û Rastî” û diyar kir ku ew dixwazin jiyana ku jin di navbera rastî û hêviyê de dijîn nîşan bidin. Tahanî Skaik, diyar kir ku jin ji ber dorpêç û şerên li pey hev ên li Filistînê her tim mexdûr dibin û got ku jin di civakê de koma herî mexdûr e. Tahanî Skaik, destnîşan kir ku pîvanên civakî daxwaz û hêviyên jinan tine dikin û mafên jinan ji dest wan distînin, der barê tabloya xwe ya "Mifte" de ev agahî parve kir: "Tabloya min a Mifteyê koçberiya ji cihê xwe û hêviya vegerê ya jinên ku rastî her cure tundiyê mane, vedibêje.”

Tahanî Skaik anî ziman ku jin di warê civakî de zehmetiyan dikişînin, lê jin li hemberî van hemû pirsgirêkan serkeftinên girîng bi dest xistine. Tahani Skaik got ku wî gelek xelat û sernav jî bi dest xistine û beşdarî bi dehan pêşangehên herêmî û navneteweyî bûye. Tahanî Skaikê ku diyar kir ew endamê Yekîtiya Giştî ya Hunermendên Filistînî yên Kuweytê ye, destnîşan kir ku ew li Wezareta Çandê ya Filistînê wek midûr xebitî û çend salan li dibistaneke Kuweyt û Filistînê wek mamosteya hunerê xebitiye.

'Jin di her qadê de afirîner in'

Nivîskar Fatîa Sarsûr ku beşdarî pêşangehê bû got, “Hunermend Tahanî pirsgirêkên civakî yên ku bi taybetî jin pê re rû bi rû dimînin tîne ziman. Jinên Fîlîstînî bi her awayî afirîner in, lê dorpêçkirin û tedbîrên kevneşopî yên civakê li pêşiya serkeftina wan astengên herî mezin in. Tabloyên Tahanî rasterast êş û azarên jinan û şert û mercên ku tê de ne vedibêje.”