'Çîrokên bajarê min berê min da Komîna Fîlm a Rojava'

Komîna Fîlman a Rojava xebatên xwe ji bo pêşxistina sînemayê û zêdekirina asta çandê li Rojava didomîne. Nejbîr Xanim a ku lîstikvan e behsa xebatên xwe kir û got ku ji ber çîrokên bajarê xwe tevlî Komîna Fîlm a Rojava bûye.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Piştî şoreşa Rojava ku jin bûn pêşengên şoreşê, di gelek waran de cihê xwe girtin. Weke warê siyasî, leşkerî, hunerî, çandî, ragihandin û di gelek warên din de jin dixebitin. Îro jî li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di warê sînemayê de xebatên xwe dimeşînin. Nejbîr Xanim a 27 salî 4 sal in di komîna fîlm a Rojava de, karê sînemayê dike. Di fîlm û rêzefîlman de karê lîstikvaniyê kiriye. Nejbîr Xanim behsa kar û xebatên xwe yên lîstikvaniyê ji ajansa me re kir.  

Di her fîlmê ku beşdar dibû de rola sereke dilîst

Nejbîr Xanim behsa destpêka tevlibûna xwe ya lîstikvaniyê kir û got ku di çend fîlman de beşdar bûye û wiha domand: “4 sal in ez karê lîstikvaniyê dikim ku destpêkê fîlmê Berbû ez tevli bibûm. Fîlmê Berbû li ser şerê Serê Kaniyê bû rola sereke ez dilîstim. Dema şer dest pê kir êrîş û koçberî çêbûn, fîlm jî wateya wê rewşa civakê berî şer û piştî şer nîşan dida. Fîlmê duyem ê Kobanê bû. Fîlmê Kobanê jî li ser şerê Kobanê bû di wê de jî rola sereke lîstim, rola şehîd Asmîn ez lîstim. Tevlî rêzefîlmê Evîna Kurd jî bûm di wî rêzefîlmê de jî rola sereke min girt, ew rêzefîlm jî 15 xelek bûn çîroka fîlm bi giştî li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Du klîb jî ez tê de beşdar bûm, yek ji wan Qamişlo li ber derî û ya din jî klîba mendel, Qamişlo li ber derî çîroka wê li ser çanda Qamişloyê bû, ya mendel li ser çanda aliyê Firatê bû.’’

‘Her fîlmek çîrokên bajarê min bû’

Nejbîr Xanim bal kişand ser zehmetiyên destpêkê û tevlibûna wê ya fîlmên Kurdî û wiha berdewam kir: “Destpêkê weke ezmûn bû ji min re, min xwest ez karê lîstikvaniyê bikim ji zarokatiyê ve min ji karê lîstikvaniyê hez dikir. Her dem di bala min de bû lîstikvanî çi ye? Çawa ye? Her dem bala min dikişand ji ber wê armanca min ew bû bi riya lîstikvaniyê, êş û azara welatê xwe vebêjim. Tevlibûna min a van fîlman ji ber çîrokên bajarê min bûn. Zehmetiyên destpêkê, fîlmê Berbû cara yekem li pêşiya kamerayê min lîstikvaniyê dikir. Li pêşiya ekîba filîmkişandinê min hinek fedî dikir lê bi demê re ew zehmetî kêm bûn.’’

’Di şoreşa Rojava de jin bûn pêşeng’

Nejbîr Xanim diyar kir ku piştî şoreşa Rojava jin bûne pêşengên şoreşê û daxwaza zêdebûna karê sînemayê kir û wiha bi dawî kir: “Destpêkê xwişka min piştgirî da min ji bo ez di karê lîstikvaniyê de xurt bibim û bi pêş bikevim, komîna fîlm a Rojava jî derfet dan min ku ez di çend fîlm û rêzefîlman de beşdar bibim. Piştî Şoreşa Rojava jinan di gelek waran de xwe bi pêş xist, di aliyê siyasî, leşkerî, çandî, aborî û ragihandinê de di gelek milan de jin bûn pêşeng lê di qada sînemayê de kêm bûn. Dixwazim jin di qada sînemayê de jî bi pêş bikevin bêhtir beşdarî karê lîstikvaniyê bibin. Karê sînemayê peyama bajarê me digihîjîne cîhanê. Divê sînema li Rojava bi pêş bikeve û fîlim li vê derê bên çêkirin da ku em bi riya wan fîlman çîrokên bajarê xwe vebêjin.”