‘Min hemû astengiyan derbas kir û niha bi hêztir im’

Parvaneh Amirî, bêyî ku destek bigre tecrubeya xwe bi pêş xist, berhemên wê di pêşangeha ku vekir de ji aliyê gelek kesan ve hatin ecibandin. Parvaneh Amirî got: “Ez kêmendam hatim cîhanê lê vê yekê li pêşiya min nebû astengî, ez niha bihêztir im.”

JUAN KERAMÎ

Kirmanşah- Parvaneh Amirî, ya ku kêmendam ji dayik bûye, berhemên ku ji dîzik, çîngo û seramîkê çêkirine, di pêşangeha ku li Kompleksa Gulistan Tîcaret vekiriye de pêşkêş kir. Berhemên ku pêşkêş kir, encam û keda xebata wê ya heşt salan bûn. Parvaneh Amirî, ya ku xwendina zanîngehê jî didomîne, ji ajansa me re behsa serkeftina xwe kir.

Parvaneh Amirî diyar kir ku nêzî 7-8 sal in bi hunera çîngo re têkildar dibe û got: “Divê huner her dem bidome ji bo ku zindî bimîne. Ez difikirim ku mirov pir girîngî nadin vê beşê. Gelek jinên ku li malên xwe bi hunerê re têkildar dibin hene, min ji wan îlham girt û dest pê kir. Xebatên hunerî, hem ji aliyê derûnî ve hem jî fizîkî ve mirov rehet dike. Her wiha hûn jî qezenc jî dikin. Ez kêmendam hatin cîhanê lê vê rewşê pêşiya min negirt û bi awayekî ez bi hêz bûm, dikarim li ser lingên xwe bisekinim.”

Tu piştgiriyê nedît

Parvaneh Amirî, bal kişand ku ji aliyê saziyan ve destek nedîtiye û wiha domand: “Lê bi îsrara xwe min van berheman hemû bi destên xwe çêkir. Ji bo ku berhemên min zêdetir werin dîtin, pêdiviya min bi piştgiriyê heye. Ji bo ku ji kesên kêmendam re perwerdeya bê pere were dayîn, min serî li Saziya Alîkariya Civakî û Ofîsa Mîrasa Çandî da. Mixabin ji bo ku ez berhemên xwe pêşkêş bikim û bidim nasîn piştgirî nedan min lê bi saya îsrara xwe min hemû berheman bi destên xwe çêkir.”

Berhemên keda 7-8 salan

Parvaneh Amirî, got ku wê pêşangehê bi pereyê xwe vekiriye û wiha domand: “Ev berhemên keda 7-8 salan in. Ji bo ku ez karê xwe bi pêş bixim, malbata min alîkarî da. Hûn dibînin, çîngo heye û ez dîzikan bi destên xwe amade dikim, bi boyaxê dinexşînim. Niha jî dixwazim li ser çînî û seramîk çîngo çêbikim, yek ji hunera ku ez dikim jî çêkirina wêneyan li ser dîzikê ye.”

‘Ger piştgirî bihata dayîn min ê atolyeyek mezin vekira’

Parvaneh Amirî, herî dawî behsa zehmetiyên ku dikşîne kir û wiha got: “Ez li ser dîzikan wêne çêdikim û divê bikevin firinê. Ger nekevin firinê pir nikarî bi kar bînî lewre piştî tên boyaxkirin divê bikevin firinê û heta nekevin firinê baş nabin. Lê piştî ku dikevin firinê û tê de çêdibin êdî mirov dikare bi kar bîne û dema ku hûn li hundirê wan dinêrin dibînin ku bi temamî çêbûne û dibiriqin. Mixabin firina min tune ye û ez van hemû amûran di mercên pir zehmet de hildigrim, dikirim û difroşim. Firin pir pêwîst e û ger piştgirî bihatadayîn, min ê ji bo jinan atoleyeyek mezin çêbikira. Bi vê yekê dê ji bo jinên Îranê bûbûya piştgirî, hem dahat hebûya hem jî ruhê wan pê zindî bûya.”