Li ser têlên ûdê newayên qedîm asoyên nû

Hebûna Omayma El-Harim lêdera ûdê û lêkolînera aboriyê rêgehek a jinên Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn ên ku hunerê weke amûrek derbirînê pejirandine, nîşan dide.

HENAN HERÊT

Mexrib – Di serdemeke rîtmên bilez û guherîna çêjên muzîkê de, ezmûnên takekesî derdikevin holê ku riya rast ronî dikin û prestîja hunerên mîrateya kevnar vedigerînin. Di nava van ezmûnan de çîroka jina ciwan a Mexribî, Omayma El-Harim derdikeve pêş ku riyek ne kevneşopî hilbijartiye, ûdê bi hemû sembolîzma wê ya hunerî û dîrokî hilgirt. Ew sînoran red dike û bawer dike ku muzîk ne qada taybet a zayend an nifşek e lê zimanê giyanê ye ku ji hêla kesên dilsoz ve tê fêrkirin.

Tiliyên jinan li ser têlên dijwariyê lêdidin

Li gorî melodiyên stranbêjiya klasîk a Erebî, Omayma El-Harim a Mexribî biryar da ku sînoran bişkîne û ûdê amûrek ku demek dirêj bi mêran ve girêdayî ye, hilde. Ew bêdeng rûdinê ûda xwe weke ku dirêjkirina giyanê wê be hembêz dike, bi tiliyên xwe yên nazik li têlên wê dide. Di bêdengiya di navbera noteyek û ya din de, kenek li ser rûyê wê belav dibe dema ku ew dibêje: "Ûd hevalê min e û bi riya wê ez hestên xwe diyar dikim."

Rêwîtiya hunerî ya Omayma

Rêwîtiya Omayma El-Harim bi ûdê re bi hewesa wê ya kûr ji bo muzîka Erebî dest pê kir ku rastbûna Mexribî bi melodiyên rojhilatî yên balkêş re dike yek. Omayma got: "Muzîka Erebî her gav bi ûdê ve girêdayî ye û melodiyên wê min matmayî kirin ji ber ku ew li dil dixin û bi giyan re diaxivin. Ji ber vê min biryar da ku hînî lêdana wê bibim."

Rêwîtiya wê ya hunerî li Konservatuara Muzîkê dest pê kir, li wir wê perwerdeya akademîk girt ku tê de xwendina solfej, teknîkên lêdana ûdê û têgihîştina pêlên deng hebûn. Bi saya îsrar û coşa wê, hewldanên wê bi girtina xelata neteweyî ya yekem ji bo lêdana ûdê gihîştin lûtkeyê. Omayma El-Harim bi vê serkeftinê nesekinî, riya xwe ya akademîk berdewam kir da ku bawernameyeke profesyonel di mamostehiya perwerdeya muzîkê de bi dest bixe. Omayma wiha axivî: "Vê perwerdeyê bandorek girîng li ser pêşxistina jêhatiyên min kir ne tenê di lêxistinê de di mamostehî û çavdêriya hunerî de jî."

Projeya xwe ya hunerî da destpêkirin

Di sala 2018'an de, Omayma El-Harim bi damezrandina koma "Qatar Al Nada ji bo Muzîka Erebî" projeya xwe ya hunerî da destpêkirin, komeke muzîkê ku ji komeke elît a muzîkjenên jin û mêr her wiha koroyekê pêk tê.

Huner ji bo Omayma parastina bîra muzîkê ye

Ev kom hewldanên xwe dide ji bo vejandina stranên terab ên resen ji stranên klasîk bigre heya xezîneyên mîrateya Mexribî û Rojhilat. Ji bo Omayma El-Harim, ev proje ji sînorên hunerê derbas dibe; ew weke qadeke jiyanê ji bo parastina bîra muzîkê û vejandina wê bi şêwazeke hemdem ku rabirdûyê bi niha ve girêdide, xizmet dike.

Li kêleka hunerê di warê aborî de jî dixebite

Tevî evîna Omayma El-Harim ji bo muzîkê, ew bi cureyek din ê dijwariyan re rûbirû ye. Omayma niha xwendina xwe ya masterê weke lêkolînera doktorayê di warê aborî de didomîne, dûrî riya hunerî ya ku wê bi dilê xwe hilbijartibû. Omayma El-Harim dibêje: "Lêdana ûdê rêwîtiyek dirêj e ku hewceyî hewldan, sebir û berdewamiyê ye. Ev yek lihevhatina armancên min ên hunerî bi riya min a akademîk re ji bo min kir dijwariyek rastîn."

'Muzîk hewceyê hewes û afirîneriyê ye'

Li gel sînorê ku demek dirêj e ûd weke qadeke ku ji hêla mêran ve serdest e dorpêç kiriye, Omayma El-Harim bawer dike ku hebûna jinan di vê şêweya hunerî de pêşketinek berbiçav dibîne û wiha li gotinên xwe zêde dike: "Bi saya ezmûna min weke jinek ku ûdê lê dide, min ji mamosteyên xwe û hawirdora ku tê de dijîm piştgiriyek mezin girtiye. Ji ber vê bawer nakim ku lêdana ûdê tenê bi mêran ve sînordar e. Muzîk zayendê nas nake; ew hewceyê hewes û afirîneriyê ye, taybetmendiyên ku kesek xwediyê yekdestdariya wan nîn e."

'Rêwîtiyek dirêj a hewldan û sebrê ye'

Di dawiya axaftina xwe de, Omayma El-Harim peyamek da ciwan û jinên ciwan ku dixwazin bikevin cîhana muzîkê û tekez kir ku pêdiviya vi riyê bi pabendbûn, sebir û berdewamiyê heye. Her wiha pêdivî bi parastina hevsengiyek di navbera xwendina akademîk û hewesa ji bo muzîkê de heye.