Mihrîcan bi şanoya "Biborin Mem û Zîn" bi dawî bû

Şanoyên Dûyemîn Mihrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye ku gihişt roja 9’an, bi pêşkêşkirina şanoya "Biborin Mem û Zîn" bi dawî bû.

Kobanê – Dûyemîn Mihrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye ya şano ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tevgera Çand û Hûnera Mezopotamya û Desteya Çandê ya herêma Firatê ve bi dirûşma “Li vir hêvî hene divê bên pêşkeşkirin” hat lidarxistin, di roja îro de şanoyên hatin amdekirin bi dawî bûn.

Di roja 9’an ya mihrîcanê de koma Afirînerên Hêviyê ya ji herêma Efrînê şanoya bi navê "Biborin Mem û Zîn" pêşkêş kirin. Di şanoyê de pirsgirêk û nakokiyên di warê civakî, tebeqiyet û partîbûnê de ku li Kurdistanê rû didin, hatin nîşan dan.

Piştî pêşkêşkirina şanoyê, hemû şanoger, derhêner û hûnermedên beşdarî mihrîcanê bibûn, li gel dayîka têkoşer Arîn Mîrkan berê xwe dan goristana şehîd Dicle û Arîn Mîrkan bibîr anîn.

"Me peyamek siyasî da"

Şanoger Zeyneb Mihemed ku rola Zîn lîst, wiha behsa şanoya xwe kir: "Li gor bernameya mihrîcanê, şanoya herî dawî ya me bû. Navê şanoya me "Biborin Mem û Zîn", me şêwazekî wisa bikar anî ku şanoyek di hundir şanoyekê de bû. Du şanoger hene bi navên Nalîn û Salar, amedekariyên xwe dikin ku şanoyê pêşkêş bikin lê derhêner dibêje ku dewleta Sûriyê qedexekiriye şano were pêşkêşkirin ji ber ku mijar siyasî ye.  Nalîn û Salar difikirin ku mijareke din pêşkêş bikin û wiha şanoya bi navê "Mem û Zîn" hildibijêrin. Ev hemû bi zînevzyon tê nîşan dan, em jî weke lîstikvan li ser dikeyê êdî şanoya "Biborin Mem û Zîn" pêşkêş dikin. Mem û Zîn jî, ne ew çîroka Kurdî ya navdar, me jî xwest em vê yekê nîşan bidin ku li şûna Bekoyê ku em nas dikin, niha pirsgirêk û nakokiyên di nav civakê û partiyên siyasî de nahêlin ku çareserî çêbibe. Ev cara yekemîn e ez tevlî mihrîcanê dibim, gelek xweş û serkeftî jî derbas bû. Lê hêviyên me hene ku sala bê ev mihrîcan li bajarê min Efrîn were çêkirin."

"Bingehê çanda şanogeriyê hat rûnişkandin"

Her wiha endama Tevgera Hilala Zêrîn ya herêma Firatê Necla Bozan wiha axivî: "Di nava gelê Kurd de çanda şanoyê nehatiye rûnişkandin, ev yek jî sedema xwe ji êrîş û qirkirinên çandî ku em pê re rû bi rû man. Ji ber vê lidarxistina mihrîcaneke di vê astê de, dê bi xwe re çanda hezkirina şanoyê jî ava bike. Ev 9 roj in bê navber şanoyên cur be cur hatin pêşandan, her herêmek bi çanda xwe beşdar bû. Ya balkêş jî di tevahî şanoyan de rastiyên ku em niha dijîn hene û peyamên gelek girîng û bi wate jî dihewînin. Şanoya ku ji aliyê koma Afrînerên Hêviyê hat pêşkêş kirin gelek serkeftî û bi wate bû. Ji xwe mihrîcana me siba bi dawî dibe, ji ber vê em gelek kêfxweşin ku me mihrîcana 2022`an di vê astê de derbas kir."