Meryem Ado bi fîlmê "El-Mualaqat" balê dikşîne ser pirsgirêkên jinan

Derhînera Mexribî Meryem Ado ku bi fîlmê xwe yê bi navê "El-Mualaqat" beşdarî festîvala navneteweyî a fîlmê jinan a ku li bajarê Sela hatibû lidarxistin bibû, pişterast kir ku belgefîm xwedî piştgirî û qîmeta fîlma dirêj nîne sedema wê jî ji ber realîzma belgefîlm a tirsnak ku civak gelekî jê bitirse ku pêre rû birû bimîne ne.

HENAN HART
Mexrib - Di kongireyek rojnamegeriyê ya 11'ê Mijdarê di çarçoveya rojnivîska Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên jinan li Sela hatî lidarxistin ku piştevaniya pirsgirêkên jinan dike û sînemaya jinan pêş dixe de derhênera Mexribî Meryem Ado li ser fîma xwe yê binavê "El-Mualaqat" diaxive ku bi vî filmî beşdarî pêşbirka fermî ya bilgefîlmên dirêj dibe. 
Meryem Ado di sempozyûma ku ji aliyê festîvalê ve hatibû organîzekirin de piştî pêşkêşkirina fîlmê xwe ji bo heyeta dadgehê ku li ser wê biaxive, got ku bilgefîlm çîroka 3'ê jinên rewşek bi êş, windayîbûn û bê îstiqrariyê dijîn vedibêje. Ji ber  nebûna navnîşanek taybetî ji bo agahdarkirina mêr dadgehê doza hevberanê nepejirand û red kir. 
Her wiha Meryem diyar kir ku baldariya wê bi mijara hevberdanê bi giştî ji dema ku qanûna malbatê di sala 2003'an de ket meriyetê despêkir, vê yekê hişt ku fikrandinê wê li ser mijarên hevberdana ji ber navkokiyan çêbibe, ji ber ku li Mexribê hevberdana ji ber navkokiyan û tirsa ji ber vê yekê bêrumetkirinê pir lipêşe. 
Meryem Ado pişterast kir ku di dema wê nerînên jinan li dergehên dadgehên Malbatê yên derbarê alozî û pirsgirêkên hevberdanê de digirtin, rastî jinên ku jêre gotine ku ji bilî pirsgirêka hevberdana bi nakok hin pirsgirêkên din jî hene pêwîste were çareserkirin dihat.
“Mijara filîmê min li ser çîroka jiyana sê jina ne”
Meryem got ku ew li gelek bajarê Mexribê geryaye da ku jinên di navbera zewac û hevberdanê de mane bibîne û wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê ez çûm Benî Melal û li wir, li seyrangeha Eyn Esardûn, min sê jin dîtin ku niha ew lîstikevanên sereke yên fîlma min a bi navê "El-Muallaqat" in. Ji bilî lêgerîna çavkaniyên darayî xebata filîm şeş salan dewam kir."
Meryem behsa lîstikvanên sereke yên fîlm kir û wiha axivî: "Demên kişandina fîlm dirêj bû, vê yekê hişt ku têkiliyek bawerî û nêzîkbûn di navbera me û lêstikvanên sereke yên fîlim de ava bibe. Bi vî rengî lîstikvan rehetir li ber kamerayê xuya dibûn û karîbûn bi hêsanî hemî pirsgirêkên xwe yên ku di fîlm de hatine pêşkêş kirin bînin ziman. Me biryar dabû ku em hin dîmenan di hundirê dadgehan de bikşînin, lê ji ber zehmetbûna cîbicîkirina wê û ji ber nebûna dedweriyê di dosyaya van jinan de ku nikarîbûn biryarên dawî yên dadgehê ji bo hevberdanê werbigirin, ev biryar hat paşxistin."
Meryem Ado ku gelek xelatên herêmî û navnereweyî wergirtiye, piştrast kir ku belgefîlma li Mexribê hîn di destpêka xwe de ye û wiha pê de çû: "Tevî ku Mexrib ji bo hilberîna belgefîlman madeyan peyda dike jî hîna zehemtiyên xwe hene. Belgefîlm heman piştgirî û nirxa ku fîlmê dirêj digre, nagire ji ber ku rastiyê îfade dike û gelek kes ditirsin bi rastiyê re rû bi rû bimînin."
Ev fîlm behsa çîroka sê jinên bajarê Benî Melal dike, ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatine hiştin û hevjînê wan ji ber çavan winda bûne. Bêyî ku bizanin cihê wan li ku ye li hember vê rewşê serî li dadweriyê didin û daxwaza hevberdanê dikin. Van jinan piştrast kirin ku prosedura dadrêsîyê pir tevlihev e, ji ber ku rastî gelek zehmetiyan hatin, ya herî girîng ew e ku divê jin nebûna hevjînê xwe îsbat bikin, ev yek jinê neçar dike li hevjînê xwe bigere da ku bikaribe wî agahdar bike û hin şahidan jî bibîne da ku îspat bikin ku jin berî windabûna hevjînê xwe bi hev re dijyan.
Fîlmê "El-Mualaqat" ku berhemeke Mexribî, Frensî û Qeterî ye, li gel çar fîlmên din, ji bo wergirtina xelata fîlma belgeyî di pêşbirkê de ne.
Çalakiyên 14'emîn Mîhrîcana Fîlmên Jin a Navneteweyî ya li Salê wê heta 13’ê Mijdarê bidome.