Li Marakeşê merasîma kevneşopî ya derxistina ava gulan dest pê kir

Jinên Mexribê her sal bi hatina werza biharê re dest bi merasîma ‘dawerivandina gulan’ ji bo ku ava gulan derbixin dikin. Vê xebatê weke mîraseke çandî dibînin, di çarçoveya rîtuela ku wê sê rojan berdewam bike de, konser tên dayîn û helbest tên xwendin.

RAJA KHAYRAT

Marakeş- Jinên ji bajarê Mêrakeşê yê Mexribê, dest bi rîtuela ‘dawerivandina gulan’ ku weke mîraseke çandî, heta roja îro hatiye kirin. Her sal bi vekirina kulîlka portaqalê çalakiyên ku dest pê dikin, îsal cara 12’emîn bi organîzasyona komeleya Minya ji bo parastina mîras tê lidarxistin.

Bi vekirina kulîlkên Porteqalan re merasîm dest pê dike

Endama Komeleya Minya ya ji bo parastina mîrasê Malîka Al-Abadî der barê rîtulea dawerivandina gulan de agahî da ajansa me. Malîka Al-Abadî da zanîn ku merasîma dawerivandina kulîlkan, dema kulîlkên porteqalê vedikin dest pê dike û got: “Çar hefte vekirina kulîlkan berdewam dike. Herî dawî di 21’ê Adarê de kulîlk tam digihîjin. Jin jî gulan ji baxçeyên fêkiyan ên ji bajar dûr, berhev dikin û kar û barê dawerivandinê dest pê dike. Jinên Marakeşê yên ji her temenî tên ba hev dest bi rîtuela dawerivandina gulan dikin. Gulên bêhna wan xweş, bi bêhna xwe ruhê mirov geş dikin.”

‘Dayik sira dawerivandina gulan bi keçên xwe re parve dikin’

Malika Al-Abadî diyar kir ku jin rîtuela dawerivandina gulan ji demên berê ve dikin û got: “Jin her sal vê rîtuelê, zindî dikin û fêrî nifşên nû dikin, ji tunebûnê rizgar dikin. Dayik sira dawerivandina gulan ji keçên xwe re dibêjin. Ev kevneşopî ji nifşan digihîje nifşên din. Rîtuela dawerivandina gulan ji aliyê UNESCO’yê ve wek ‘mîrasek ku nehatiye diyarkirin’ hatiye qebûlkirin.” Malika Al-Abadî bal kişand ser amadekariyên destpêkê yên dawerivandina gulan û got: “Jin weke amadekarî, destpêkê malên xwe paqij dikin û piştre serê xwe dişûn. Serşûkirin, karê dawerivandina gulan wateya wê ya sembolik heye. Piştre xeftanên xwe yên gelerî li xwe dikin û beşdar dibin.”

‘Ji kîloyeke gul lîtreyek ava gulan çêdibe’

Malika Al-Abadî der barê kar û barê dawerivandina gulan de ev tişt anî ziman: “Gulên ku ji baxçeyan tên komkirin, piştî ku tên paqijkirin, li ser paçeke spî 3 rojan tên raxistin ji bo ku hişk bibin. Piştre dixin qabên ku ji 3 parçeyan pêk tên. Ji qaba binî re dibêjin ‘tanjer’ di vê beşê de kêmek ava kelandî dixinê û piştre di beşa duyem de ku jê re dibêjin ‘Kuskus’ ev beş qabek kun e, du musluxên wê hene. Yek jê ji bo ava germ were valakirin, ya din jî ji bo komkirina ava sar tê bikaranîn. Ew kunik di beşa xwarê de bihara ku bilind dibe digihîjîne gulan û dema digihîje beşa sar hêdî hêdî gulên ku tên dawerivandin dibe av. Kar û barê dawerivandinê zêdeyî 4 saetan berdewam dike. Her kîloyek gul zêdeyî litreyek û nîv ava gulan jê çêdibe.”

‘Gulên ku tên dawerivandin di xwarinên gelerî de tên bikaranîn’

Melîka Al-Abadî destnîşan kir ku gulên hatine dawerivandin di xwarinên gelerî de, di hinek hevîrên şîrînahiyan de û di malzemeyên lênêrîna cild de tên bikaranîn û got: “Divê li cihê hênik bin. Dema  ku reng diguhere tama wê xirab dibe û nayê bikaranîn.” Malika Al-Abadî da zanîn ku jinên ciwan ên tên komeleya wan ji bo nasîna rîtuelê û fêrbûna hunera wê, karê dawerivandina gulan li cihên cuda yên çandî dikin û wiha got: “Rîtuel wê 3 rojan berdewam bike. Di çarçoveya çalakiyan de di heman demê de wê komên muzîkê yên Endulus Tara konser bidin. Wê helbest jî werin gotin.”