Li Helebceyê navenda dirûtina cil û bergên Kurdî

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji aliyê komek jinên destrengîn ên Helebceyê ve navenda dirûtina cil û bergên Kurdî hat vekirin.

Helebce - Duh êvarê ji aliyê komek jinan ku Şanaz Refîq serperştiyariya wê dike, li Helebceyê navenda dirûtina cil û bergên gelerî yê Kurdî hat vekirin. Li navenda ku cilûbergên gelerî yên Kurdî tên çêkirin, 12 jin dixebitin. 

Şanaz Refîq a serperştiyariya navenda dirûtina cil û bergên Kurdî yê li Helebceyê dike anî ziman ku vekirina vê beşê ji bo mezinkirina kar û peydakirina derfetên kar e ji bo jinan.

‘Em dixwazin projeya xwe berfirehtir bikin’

Şanaz Refîq der barê projeyê de wiha got: “Me îro navenda dirûtina cil û bergên Kurdî vekir, ev du sal in dirûnxaneya min heye. Ez fikirîm ku karê xwe mezin bikim û niha li gel 12 jinên destrengîn em bi hev re karê dirûtin û dîzaynê dikin. Em dixwazin çanda xwe bi bîneran bidin nasîn. Her wiha em karên dest, nexş û dîzaynê dikin. Em dixwazin projeya xwe berfirehtir bikin û jinên jêhatî bînin cihê kar. Banga min ji bo jinên destrengîn ew e ku karê xwe berdewam bikin û kêrhatiyên xwe veneşêrin. Da ku bikaribin bibin xwediyên aboriya xwe ya serbixwe.”