Li Beyrûdê yekem pêşangeha Tatiana Bahr

Piştî pênc pêymanan, yekemîn pêşangeha Tatiana Bahr a Rûsî ya wêneyan li Beyrûda peytexta Lubnanê, ji aliyê mala Rûsî ve bi navê "Tatiana Bahr Al-Intilaqa" ve hat pêşandin.

 
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Tatiana Bahr a 55 salî, bi eslê xwe Rûsî-Lubnanî ye. Tatiana Behr a mamosteya dîrokê, sê sal berê bi derketina şewba koronayê re dest bi amadekirina pêşangeha xwe ya yekem a hunerî kiriye. Pirtûk û gotarên wê yên li ser dîroka Rûsya û Lubnanê hene.
Tatiana Bahr a wênesaz wiha behsa hezkirina ya wênesaziyê dike: "Min her dem wêneyan xêz dikir, lê min digot qey ez tenê dikarim bi rengê reş û spî wêneyan xêz bikim. Yek ji pirtûka min jî ji wan wêneyên ku min xêz kirine pêk tê. Dema ku min pirtûkên xwe dinivîsand, du hilbijartin li pêşberî min bûn. An ez ê li wênesazek bigeriyama da ku li ser pirtûkên min wêneyan xêz bike, yan jî min ê bi xwe xêz bikira. Di dawiyê de min biryar da ku ez bi xwe wêneyên xwe xêz bikim.”
Tatiana Bahr a piştî pêvajoya koronayê dest bi xêzkirina wêneyan kiriye ji bo pêvajoya destpêkirinê wiha got: "Fikra min a pêşangehê gav bi gav bi pêş ket. Di destpêkê de mirov ji xwe re hin tabloyan çêdike, piştre jî biryar dide ku vê yekê berfirehtir bike. Min fêm kir ku bi vê re hestên mirov mezin dibin û jêhatîbûn mîna her beşa zanist û hunerê bi pratîkê re xurt dibe. Mînak, dema ku mirov fêrî siwarbûna bisiklêtê dibe, bêguman ew ê destpêkê bikeve. Lê piştî ku ew ji carekê zêdetir lê sûwar bibe, dibe profesyonel. Piştî pêvajoya koronayê û karantînayê ez bi tena serê xwe li malê mam û min dest bi xêzkirina wêneyan kir. Wê demê min rojane dest bi xêzkirinê kir û min bi riya înternetê hin atolyeyên perwerdeyê şopandin. Dema ku jiyan hinekî veguherî rewşa asayî, ez çûm San Petersburgê û min li wir çend hunermendên profesyonel nas kir, ev ji bo min kêfxweşiyek mezin bû. Di dawiyê de min gelek tablo xêz kirin û dema ku hejmara tabloyên min zêde bûn û wên min li malê kom bûn, dema ku min ji bo çend hevalên xwe dest bi diyarîkirina van tabloyan kir; wê demê fikra ku ez ji van wêneyan çi bikim destpêkir. Lê di vê mijarê de hilbijartina min pêşengeh bû."
Di navbera huner û dîrokê de
Tatiana Bahr bal kişand ser zehmetiyên ku pê re rû bi rû maye û wiha got: "Min ew zehmetiyên ku pê re rû bi rû mam derbas dikir. Wek nimûne, ger di temamkirina tabloyekî de ez rastî pirsgirêkekê hatibam, min dev jê berda û dest bi xêzkirina tabloyeke din dikir. Lê paşê dîsa vedigeriyam tabloyê da ku bi başî temam bikim."
Tatiana destnîşan dike ku ew ji wêneyê Olga Limansky bandor bûye û wiha dibêje: "Ez li Lubnanê ne yekem û ne jî ya dawîn jinek Rûs im ku di temenekî mezin de dest bi şêwekariyê kiriye. Şêwekara herî navdar Olga Limansky e. Olga li Rûsyayê ji dayik bû, paşê bi artêşa EL-Qeysarî re koçî Stenbolê, paşê Şamê, Beyrûdê kir, li wir li sefareta Fransa ya li Beyrûdê sekreterî kir.
"
Tatiana Bahr anî ziman ku dema ew pêncî û pênc salî bû ku dest bi xêzkirinê kir û wiha berdewam kir: "Destpêkê deqên neviyên xwe bikar anîn û paşê dest bi organîzekirina pêşangehên ku ji mala xwe dest pê kiribûn kir û niha berhemên wê li gelek mûzexaneyên navneteweyî têne parastin. Di bîranîna 100 saliya wê de, zanîngeha Emerîkî ya Beyrûdê pêşangehek ji bo rêzgirtina wê saz kir û ji ber wê jî tiştekî normal e ku her kes di temenekî mezin de dest bi vedîtina jêhatîyekê bike û di warê hunerî û şêwekariyê de bixebite." 
"Şert û mercên zehmet alîkariya jinan kir ku behremendiyên xwe keşif bikin"
Svetlana Safa rêvebera xebatên çandî li Mala Rûsî ya li Beyrûdê, derbarê pêşengehê de ji ajansa me re axivî û got:  "Tatyana Bahr xwe weke şêwekareke ciwan dibîne, lê belê ew di temenê pêncî û pênc salî de ye û kariye bi israr li ber xwe bide, bi riya çalakiyeke xurt ku pêşengeha xwe ya yekem saz bike."
Svetlana Safa kêfxweşiya xwe bi vê pêşengehê tîne ziman û dibêje: "Em kêfxweş in ku vê pêşangehê li ber ronahiya şert û mercên dijwar ên ku em li Lubnanê tê de dijîn saz dikin. Ji ber ku hejmarek jinan karîn xwe keşif bikin. Mînak Tatiana mamosteya dîrokê ye, lê karîbû xwe di warê şêwekarî û hunerê de bibîne û em pê serbilind in. Tatiana li ser Rûsên ku sed sal berê li Lubnanê dijiyan gelek pirtûk nivîsandine û ev mijar ji bo me pir girîng e. Tatiana biryar da ku pêşangehê bi pîrozbahiya ‘Roja Tatiana’ saz bike, ku ji hêla xwendekarên zanîngehên Rûsyayê ve her sal di 25’ê Çileyê de tê pîroz kirin."