Kawthar Hamî a ji Minbicê: Divê tevnkarî derbasî nifşên nû bibe

Kawthar Hamî ku li kantona Minbicê karê xalîçe û tevnkarî ji dayika xwe wergirtiye didomîne, diyar kir ku ew bi motîfên ku dihûne çanda kurdî vedibêje. Kewser Hemê got ku divê tevnkarî derbasî nifşên nû bibe da ku ji holê ranebe.

SÎLVA Al-ÎBRAHÎM

Minbic – Tevnkarî ji dîrokê heya roja me îro di nav hunerên destan de cîhê xwe digire. Tevî makîneyên tevnkariyê yên ku bi pêşketinên teknolojîk hatine çêkirin jî gelek jinên kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku weke mîrateyeke çandî dibînin, tevnkariyê dikin. Yek ji wan jinan jî Kawthar Hamî a 60 sali ye.

‘Motîf behsa çanda Kurdî dike’

Kawthar Hamî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku xalîçe û tevnkirina xalîçeyan di nav Kurda de  çandek kevn e û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Jinan vê çandê ji dayikên xwe fêr bûne û heya roja me îro anîne. Çanda ku dayikên me ji me re hiştine em dixwazin biparêzin.” Kawthar Hamî di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dema tevnkarî dikin motîvên ku li ser xalîçeyan behsa çanda Kurdên heremê  dike û wiha pê de çû: “Berê xaliçeyên ku wek roja me îro bi makneyan dihat çêkirin tinebû. Xalîçe li ser tiliyên jinan di tezgahên tevnkariyê de dihat çêkirin.”

‘Ji bo tezgahên tevnkariyê eleqê kêm bûye’

Kawthar Hamî bal kişand ser karê ku beriya tevnkirina xalîçeyan hatiye kirin û wiha got: “Pêşî hiriya pez dirijînin û tayên zirav jê çêdikin. Dûv re, bi rengan em tayan veguherînin rengên geş û xweşik. Êdî ta ji bo tevndanê amade ne.” Kawthar Hamî diyar kir ku berê li her malekê tezgahên tevnkariyê  hebû û wiha got: “Lê îro eleqeya ji bo tezgahên tevnkariyê kêm bûye. Mirov wek berê amûrên wiha naparêzin. Min ev perçeyên tevnkariyê ji hinek kesan girt û bi baldarî berhev kir. Ez çûm gundên Kobanê. Heya min dît pir ked û hewildan da. Beriya çend rojan min 2 xalîçe xelas kir û dest bi yek din kir.”

‘Ez naxwazim tezgahên tevnê winda bibin’

Kawthar Hamî da zanîn ku ew nifşên nû fêrî tevnkariyê dike û wiha got: "Cîranê min tevnkariyê fêrî neviyên xwe û keçên xwe dike ku ev çand her zindî bimîne. Her wiha dayik dixwazin xalîçeyan diyarî zarokên xwe bikin û wan wekî antîk bigihînin pêşerojê. Em jin hunera destan a ku çanda me temsîl dike hez dikin.”  Kawthar Hamî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku nîfşên nû eleqe nîşanî tevnkariyê nadin û wiha bi dawî kir: “Ez naxwazim çanda hunera destan ji holê rabe. Ji bo ku ji holê ranebe divê em kar bikin. Ji ber vê jî divê dayik di tezgahan de keçên xwe fêrî hunera tevnkariyê bikin.”