Jiyana nivîskar Fathiya Sarsour di navbera Salona Noon û cîhana wêjeyê de

Ji jinên nivîskarên Filistînê Fathiya Sarsour a xwediyê 32 berheman da zanîn ku jinên nivîskar dibiniya salona çandî ya Noon de li hev kom dibin û li ser berhemên xwe nîqaş dikin.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza- Dîroka wêjeya Filistînê bi jinên nivîskarên ji kuraniya dil di qada hunerê de berhemên dewlemend derxistîn dagirtiye.  Hezkirina wan ji edebiyatê re hiştiye ku komel û salonên çandî ava bikin. Yek ji wan jî xwediyê ramana vekirina Salona Çandî ya Xezayê Noon yê nivîskar Mai Ziada ye. Nivîskara Filistînî Mai Ziada sala 1886’an li bajarê Nisretê hatiye dinê, li dibistana Eyn Tora ya Lubnan xwendiye û piştre bi malbatî li Misrê bicîh bûne. Nivîskar Mai Nayef û Fathiya Sarsour jî salonên çandî li Xezayê ji nû ve vejandin.

“Dema me master dixwend em li ser xebata salona çandî fikirîn”

Fathiya Sarsour dibêje ku fikr sala 2002'an di dema xwendina masterê de ket serê wan, dema ku wê û hevkara xwe Mai Nayef dît li Xezayê salona çandî ya edebî tune ye, ew jî piştî rêwîtiyek lêkolîn û lêpirsînê  pê ewle bibin ku ramana salona Noon ê li gelemperyta Filistînê yekem e. Fathiya Sarsour amaje bi wê yekê kir ku nîqaşên li ser vekirina salonê biryar û îradeya wan ji bo temamkirina kar zêde kir û roja sêşema, serê her mehê, wek roja rûniştinek salonê li dar xistin.

Pitûka “Çîrokên Filistînê”

Ji nava 32 berhemên Fathiya Soarsour pitûkên “Çîrokên Filistînê” û “Rêzeya çîrokên dapîr û bapîran ji bo zarokan” bala xwêneran dibe ser xwe. Fathiya Sarsour ya naveroka pirtûkên wê li ser jin, jînge û jiyana civakî ne li ser dîrok û mîrata Filistînê û naveroka pirtûka xwe ya bi navê "Elf weyle û weyle" ku binpêkirinên li dijî Filistîniyan û koçberkirina wan ji axa wan belge kiriye axivî.

Fathiya Sarsour bal kişand ser wê yekê ku salon her nîvê mehê rûniştinekê vediqetîne ji bo ronîkirina afirîneriya jinên Filistînî di warê wêjeyê de, çi çîrok be, çi helbest be, çi roman be û wiha domand: "Salonê di rûniştinên xwe de, çend mijarên wekî sînemaya Filistînî û çawaniya windakirina wê xist rojeva nivîskar û wêjevanan. Di hema demê de li ser mijara dema ku Lubnan di sala 1982'an de ji hêla Îsraîl ve hate dagirkirin jî nîqaş çêbûn. Her wiha dosyaya hunera plastîk ji bo axaftinê li ser wê û li ser mîrateya Filistînê hat vekirin.”

“Israra nivîskar Fadwa Toukan a nivîsê bandorek mezin li min kiriye”

Fathiya Sarsour di bin bandora nivîskara Filistînî Fadwa Toukan de maye, ku berhemên wê yên edebî dengvedaneke xwe ya berfireh hebû û wiha got: "Fadwa Toukan di pola pêncem a dibistana seretayî de malbat wê ji dibistanê dike. Fadwa ji bo pêşxistina kesayeta xwe xebata kesanî berdewam kir, paşê li cem birayê xwe, helbestvanê mezin ê Filistînî Îbrahîm Toukan, xwend. Birayê wê dema meyîla xwişka xwe ya wêjevaniyê dît wê ber bi nivîsandina helbestê ve bir. Her wiha ew teşwîq kir ku di gelek rojnameyên erebî de biweşîne. Ev hewildanên wê bandor li min kir ku ez jî dikarim weke wê bi derfetên kêm pêşketinên mezin di wêjeyê de bidim çêkirin."