Jinên Tûnisê dixwazin berhemên xwe yên kevneşopî li derve bifiroşin

Gelek jinên Tûnisî tevî şert û mercên dijwar ên ku pê re rû bi rû dimînin jî, ji bo pêşdebirin û nûjenkirina pîşesaziyên kevneşopî dixebitin.

ZİHÛR EL-MEŞRİQÎ

Tûnis- tevî şert û mercên dijwar ku jin li Tûnisê pêre rû bi rû dimîne bi taybet krîza aborî ku Tûnis têre derbas dibe jî jin di nava hewildanên bi şêweyekê xebatên xwe pêşxistinê de ne. Beşeke mezin ji jinên Tûnisê ji bo pêşdebirin û nûjenkirina pîşesaziyên kevneşopî dixebitin û dixwazin berhemên xwe li derveyî Tûnisê bi pêş bixin û bifroşin. Jin bang li rayedaran dikin ku di vê mijarê de baldar bin. 27'ê Adarê jinan li taxên bakurê paytexta Tûnisê, dewreya 38'an a çalakiyên salona nûjeniyê di hunerên destan de bi dawî kirin. Çalakî bi avakirina hejmarek cihên nû bi armanca zêdekirina kapasîteya sektorê û beşdarkirina pêşkeftinê hate destnîşan kirin hat lidarxistin.

Ajansa me bi gelek jinên ku beşdarî çalakiyên Salona Nûjeniyê di Pîşesaziyên Kevneşopî de bûne re hevdîtin kir. Jinan di hevdîtinan de çîrokên xwe yên serkeftî bi projeyên xwe yên biçûk vegotin û bal kişand ser zehmetiyên ku rast hatin, nemaze ku çalakî ji ber rewşa koronayê 2 salan rawestiyabû.

mîrasê bi kar tînin ji bo berhemên hunerî yên nûjen e

Derçûya Enstîtuya Bilind a Hunerên Bedew a Tûnisê Lubana Anan ji ajiansa me re diyar kir ku wê sektora pîşesaziyên kevneşopî hilbijart bi mebesta danasîna hilberînên Tûnisî û bi karanîna mîrata di hilberên hunerî yên nûjen de li gorî rastiya Tûnisî bêtir nas kirin. Lubnan Anan rewşa jinên Tûnisê ku di hunera seramîkê de dixebitin bi dijwarî bi nav kir û da zanîn ku  ev pîşe pêwîstiya wê bi dem, ked û enerjiya bedenî û derûnî heye, lê hezkirina ji vê hunerê dihêle ku ew bi coş û îsrar xebatên xwe bidomîne û wiha pêde çû: "Tevî van şert û mercên zehmet, jinên ku di hunera sêramîkê de dixebitin, ked û afrîneriya xwe didomînin û ji bo danasîna berhemên xwe li derveyî Tûnisê, hêviyeke wan a pir mezin heye û bi vê armancê dixebitin, lê rastiya niha ji ber qeyrana aborî a ku Tûnis têre derbas dibe rê li ber gihandina vê armancê digire, Lêbelê em firsendê bi dest dixin ku pêşangeha navneteweyî li "Al-Karam" li dar bixin û wekî dergehek ji bo me û cîhek ji bo jinên hunermendên destan ji bo danasîna berhema Tûnisî ya ku bi giranî bi resenî û mîrasê ve girêdayî ye."

"Tûnisê ji bo pîşesaziyên kevneşopî tî ne

Lubnan Anan bang li rayedar û Wezareta Malbat û Jinan kir ku zêdetir girîngiyê bidin vê sektorê da ku piştgiriyê bidin jinan û wan teşwîq bikin ku zêdetir û bêtir afirînerî bidin, ji ber ku salane tenê lidarxistina pêşangehekê têrê nake ji bo peydakirina derfetên pêwîst ji bo danasîna xwe û hunera xwe. Lubnan Anan diyar kir ku Tûnisî ji bo pîşesaziyên kevneşopî ku dîroka Tûnisê û mîrasa bav û kalan dişibînin,tî ye û bal kişand ser kirîza di sektora pîşesaziyên kevneşopî de û wiha got: "Piştgirî ji pêkhateyên pêwendîdar ên cihêreng lazim e, rast e ji bo teşwîqkirina esnafan hewildanên piçûk hene, lê ew li gorî hewcedariyên sûk ​​û pîşeyê têrê nakin." Her wiha tekez kir ku krîza Covid-19 bi taybetî bandor li jinan kirye.

çerm ji materyalên xwezayî vedguherîne çenteyên kevneşopî

Sureya El-Weslatî ya ku çerm ji materyalên xwezayî vedguherîne çenteyên kevneşopî yên jin û mêran diyar kir ku ew bi karê xwe balê dikişîne ser danasîna destikên hunerî yên ku ji xweza û mîrasê hatine îlham kirin û wiha domand: "Min berê xwe da bazarên biyanî, wek bazara Îtalyayê, ku li wir çenteyên kevneşopî yên ji çermê xwezayî hatine çêkirin, pir populer bûn. Berhemên min ji Îtalî, Fransî û Siûdiyan ve pir hatin ecibandin." 

"Ez piştgiriya jinan ji bo pêşxistina şarezayiyê dikim"

Berpirsa Yekîtiya Tûnisê ya ji bo Pîşesazî, Bazirganî û Pîşesaziyên Kevneşopî wênesaz Înas El-Cemnî got ku ew hewil dide ku di warên cuda de piştgirî bide jinên afirîner û wan teşwîq bike ku beşdarî pêşangehên herêmî û navneteweyî bibin ji bo danasîna berhema Tûnisê û wiha lê zêde kir: "Weke wênesaz, min xwe spart mîrateya Tûnisê û min dîroka kevnar a welatê xwe teqlîd kir bi tabloyên bi destan ên bi rengên geş xêz kirin. Ez heşt caran li pey hev beşdarî pêşangeha navneteweyî ya li Tûnisê bûm. Zehmetî teşwîqek e ku meriv bêtir pêşkeftinê bi dest bixe. Divê nifşê nû ji nifşê kevn ku pîşeyê hildigire sûdê bigrin ji bo pêşxistina pîşesaziyên kevneşopî. Ez bang li rayedaran dikim ku hewil bidin ku hilberan bişînin derve û wan li ser asta navneteweyî û herêmî bifiroşin, da ku aboriya Tûnisê pêşbikeve."

"Berhemên min di pêşangehê de ji aliyê Tûnisiyan ve hatin ecibandin"

Derbarê mikyacên xwezayî de, rêvebirê Kirrûbirrê yê hilberek xwezayî ku di mikyacên xwezayî de pispor e Îbtîsam Belhada got ku ew di distilandina nebatên derman de pispor e û wiha pê de çû: "Berhemên min di pêşangehê de ji aliyê Tûnisiyan ve gelekî hatin ecibandin. Ez ji saziya ku tê de kar dikim fêrî distilandina rûn ji nebatên derman ji bo çêkirina mikyacên xwezayî, bûm. Piraniya mikyacên xwezayî ji nebata aloe vera têne çêkirin."