Jinên Helebce bi destê xwe yên rengîn hunerê dixilûqînin

Dema mirov dikeve nava parqa ‘Şarê Yarî’ ya Helebce hejmarek kursiyên reng û reng bi nivîsên ku peyama hevsengî, aştî û bi hev re jiyan didin dibînin, ev parq weke pêşangehek ya wêneyan lê hatiye û bi destê jinan ev reng hatine xilûqandin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKEYÎ

Helebce - Projeya çêkirina kursiyan ji bo parqa ‘Şarî Yarî’ ya Helebce ji aliyê rêxistina HDRD û bi beşdariya jinên destrengîn ên Helebce ji bo rengdana baxçe û parka Helebce bi dawî bû. Jinên hunermend ên şêwekar bi firçeyên xwe yên reng û reng parq weke pêşangehan ya wêneyan lê kirine û bi nivîsên xwe peyama aştî, bi hev re jiyan û hevsoziyê belav dikin û bi van rengan ciwaniyek cûda dane parqê.

Şanaz Refîq serpireştiyarê projeya çêkirina kursiyan ji bo parqa ‘Şarî Yarî’ ya Helebce û derbarê karê xwe de wiha got: “Ez xelkê Helebce me û endezyara çandiniyê me. Ev projeya di çarçoveya pirojeya dawî ya rêxistin HDRD de ye ketiye meriyetê. Armanc ew e li hember tundiyê were rawestan û vegerîna aştiyê ji bo civakê pêk bê. Di vê projeyê de çar jinên ciwan cih girtin û bi destên xwe yên rengîn huner xûliqandin.”

Her kursiyek peyamek ya wê heye

Şanaz Refîq da zanî ku hejmarek kursî bi destê jinan hatine rengdan û hejmara wan 10 kursî ye ku her yek ji wan bi rengek cûda û peyamek cûda li ser hatiye nivîsin. Şanaz Refîq got: “Her nivîsek armancên wan diyar in. Çêkirina her yek ji wan sê meh dem pê ve çû û piranî ji aliyê jinên hunermend ve dizayna wan hatiye çêkirin û piranî di çarçoveya aştiyê de ye. Daxwaza min ji jinan ew e ku kêrhatiyên xwe ne veşêrin û ji mal derbikevin. Ji ber hêza jinan zêde ye û bi piştveniya civak û kesûkarên xwe dikarin bigihin hedefên xwe.”