Jinên Filistînê berhemê xwe di pêşangeha Afrîneriya Jiyanê de nîşan didin

Li Xezayê pêşengeha hunerî ji jinên ku ji tundiyê rizgar bûne re hat lidarxsitin ku jinan karîn keda xwe ya hunerî di pêşangehê de nîşan bidin.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza- Komeleyên Bernameyên Jinan a Xezayê bi hevkariya Beşa Alîkarî û Xizmetên Civakî ya Ajansa Alîkariyê ya Navdewletî pêşangeha "Aferîneriya Jinê" ku ji bo rojekê li perava Xezayê lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanî de li dar xist ji bo piştgirîkirina jinên karsaz û berhemdar pêdivî bi pêşangehek wiha hat dîtin. Rêvebira Komeleya Navenda Bernameyê li Nuseyrata Xezayê Samah Ebû Xeyad got ku meyla komeleyên jinan ber bi organîzekirina pêşangehekê derket ji bo pîrozkirina roja jinên cîhanê da ku destkeftiyên jinan û projeyên wan ên biçûk pîroz bikin û bal kişand ser wê yekê ku goşeyên ku di pêşangehê de cih girtine di encama perwerdeyên hunerî de çêbûne.

“Xebatên wiha dibe sedem ku jin xwe bispêrin hêza xwe”

Samah Ebû Xeyad da zanîn ku  gelek perwerdeyên pîşeyî ji jinên ji tundiyê hatine rizgarkirin re hatine dayîn ku bikarin hunerê xwe nîşan bidin. Samah Ebû Xeyad da bilêv kir ku  ew berheman jî bi keda destan vedigerînin û ji bo parastina jîngehê vê giring dibînin. Samah Ebû Xeyad destnîşan kir ku pêşengeh derket pêş  da ku derfetekê bide jinên din ên ku projeyên xwe hene û hewcedariya wan bi bazarê heye. Samah Ebû Xeyad bilêv kir ku pêşangeha wan 36 goşeye, ji neqişên li ser daran, amûrên paqijkirinê heta gelek berhemên din hene û wiha domand: “Bihêzkirina aborî jinan serbixwe dike û dihêle xwe bispêrin hêza xwe. Her wiha pêşî li şidet û îstismarê digire. Herî zêde jî jinên xizan û kêmendam ên ku ji tundiyê rizgar bûne ji bernameyên bi vî rengî sudê digirin.”

“Ji bo parastina ekolojiyê ji tiştên tên avêtin tiştên nû çêdikim”

Ji beşdarên pêşangehê Xolûd Ferecellah ya ji tiştên kevin ên nû hildiberîne jî diyar kir ku wê projeya xwe vekir ku bi rêya wê di guşeyekê de beşdarî pêşangehê bûye û wiha domand: “Ev 11 salin ez beşdarî van xebatan dibim. Hinek jî pispor bûme di amadekirina malzemeyên dawetan û hunerên destan ên li ser zîvirandinê di hilberînê de. Wek amadekirina fenerên Kabe û Remezanê em gelek tiştên cuda çêdikin. Yek ji dijwartirîn zehmetiyên ku rûbirû dibim, bihabûna madeyên xam û nekarîna peyîdakirina hin malzemeyên pêwîst ji bo karê xwe ye. Ji ber biryarên ‘Dagirkeriya Israîlî’ ku derbas nebin em nikarin tiştên dixwazin ji bo karê xwe bigirin.”

Xwediya goşeya Asayel a terzî û xêzkirinê Sana Kasab jî bi gotina "Kincê xwe li xwe bike" dest bi axaftina xwe kir û behsa projeya xwe ya ku beriya 20 salan vekiriye kir ku tevî zehmetiyan heta îro berdewam dike û bal kişand ser wê yekê ku hemû jin hez dikin ku bibin xwediyê xwemalên neqişandî, lê hindik ji wan ji ber buhabûna zêde kirîne qebûl bikin ku nikarin bigirin bi hêviya ku jinên Filistînî her sal bi hêz bimînin û karibin bi zehmetiyan derbas bikin.

Tehrîr Ebû Mistefa, çêkera bukelên amigurumî, piştrast kir ku hunerên destan biha û westayî ne, ji ber vê yekê pîşeya wê bi çengel û têlên taybetî ve girêdayî ye ku bi karanîna fîberê ji bo dagirtinê, paşê hûrguliyên mayî bi riya derzî lê zêde dike, ji ber vê yekê çav têne xêzkirin, ji bo bidestxistina şeklê tê xwestin gelek hewl tê dayîn. Tehrîr Ebû Mistefa destnîşan kir ku ji sala 2017'an ve dest bi xebatê kiriye, li gel ku di wê demê de rêjeya beşdarbûnê qels bû jî bi heskirin li hemberî hemû zoriyan karê xwe domandiye.