Hêjmara 13’an ya Kovara Jin derket

Hejmara 13’an ya Kovara Jin bi manşeta ‘Bendemayîna bê demborî; kuştinên kiryar ne diyar’ vê hefteyê derket pêşberî xwînerên xwe.

Navenda Nûçeyan – Kovara Jinê ya webê ku her Yekşemê derdikeve, bi manşeta ‘Bendemayîna bê demborî; kuştinên kiryar ne diyar’ vê hefteyê derket pêşberî xwînerên xwe.

Di hejmara 13’an a Kovara Jinê de Ezgî Sîla Demîr di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Jinên hatin windakirin, jiyana hatî windakirin’ jinên hatine windakirin girt dest. Esma Kaya Ceylan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Ban’ de behsa bîrên mirinê yên JÎTEM'ê dike.

Salîha Ayata bi nivîsa xwe ya bi sernavê ‘tişta baş û xweşik hunerî ye’ têgihiştina jinên Kurd a çandê girt dest. Sorgul Şêxo jî di nivîsa bi senavê ‘Jin di zindanên Serêkaniye ya dagirkirî de çi dijîn?" Balê dikişîne ser serpêhatiyên jinên Serêkaniyê. Bruna Provazî bi gotara xwe ya ‘Li Morîstana Moriyan Temaşe Bikin: Şoreşa Rojane ya Jinan’ balê dikişîne ser têkoşîna jinan a li Brezîlyayê.

Ji bo xwendina gotarên di hejmara nû de hun dikarin xwe bigihînin: http://jindergi.com/anasayfa/