Festîvala În Silêmanî dê heya 20’ Adarê berdewam bike

Li Silêmanî bi boneya nêzbûna cejna Newrozê festîvalek ji bo jin û xedîkaran ji bo nîşadana berheman hat lidarxistin û bi çend çalakiyên cur be cur wê heta 20’ê Adarê berdewam bike.

Silêmanî- Roja 17’ê Adarê li parka Azadî ya bajarê Silêmanî festîvala bi navê “În Silêmanî” bi pêşangeha karên destan ên jinan dest pê kir. Festîval rojane di saet 2.00’ê piştî nîvroyê heta 10:00’ê şevê berdewam dike û wê heta 20’ê Adarê bi çalakiyên cur be cur li bajarê Silêmaniyê berdewam bike.

Pêşnageha karên dest û nexş, xwarin û lîstokên Kurdewarî li parka Azadî tên nîşandan. Hemwelatî ji bajarên din ên Kurdistanê tên serdana festîvalê dikin û jinên xwedî kar jî daxwaz dikin ku her sal festîvalên bi vî awayî werin lidarxistin û berhemên xwe bidin nîşandan. 

‘Ez xwe dispêrim karê xwe’

Jina bi nave Kurdiye Huşmend ku bi şêwedayîna mûman beşdarî festîfalê bûye wiha dibêje: “Ez ji Helepçeyê hatime beşdarî vê festîvalê bûme. Bi dîzaynkirina mûman beşdarî festîvalê bûm. Ev du sal in ez vî karî dikim û beşdarî gelek festîvalan bûme. Min xwendina xwe temam nekiriye ji ber wê jî bi vî karî ez xwe dispêrim xwe. Daxwaza min ji jinên kêrhatî ew e ku xwe bispêrin xwe ger bi beşdarbûna festîvalê be yan jî bi online be bila karê xwe bi xwe bikin û bidin naskirin.”

‘Dixwazim bi riya hunerê hêza jinên Kurd bi cîhanê bidim nasîn’

Raz Rezî bi hunera xwe ya şêwekarî beşdarî festîvalê bûye wiha got: “Ez weke jineke ciwan vî karî dikim, ji xwendina min dûr e lê belê ji zarokatiyê ve hezkirina min ji bo vê hunerê hebû. Di xebatê de behsa rêgezan nayê kirin. Hêz girîng e, ji bo wê jî jin xwedî hêzeke baş in. Ez jî dixwazim weke jin vê kêrhatiyê bi riya hunera xwe bi cîhanê bidim nasîn.”

Bihar Elî ku bi berhemên destan û nexişandinê beşdarî festîvala bi navê În Silêmanî bûye wiha got: “Di destpêkê de ev karê ku dikim ji bo min gelek zehmet bû lê belê bi hêza xwe min dikaribû vî karî bi ser bixim û niha ez xwedî karê xwe me. Festîfalên bi vî awayî ji bo jin berhemên xwe bidin nasandin gelek bi sûd in.”